Girtiyên li girtîgehên bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyêyê ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dan destpêkirin.
Malbatên girtiyan ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, destnîşan kirin ku heke daxwazên zarokên wan neyên qebûlkirin, wê li ber deriyê girtîgehan çadiran vedin û ew jî wê bikevin grevên birçîbûnê.
Yesûre Tûfan a kurê wê Azîz Tûfan di Girtîgeha Jimare 1 a Amedê de ye, diyar kir ku daxwazên zarokên wan daxwazên wan in û wiha got: “Em tecrîda li ser zarokên me û birêz Abdulah Ocalan qebûl nakin. Ji ber ku zarokên me di zindanê de pir zor û zehmetiyê dikişînin, ketine greva birçîbûnê. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne jî. Heke daxwazên wan neyên cih em ê li ber deriyê zindanan çadiran vedin û bi zarokên xwe re bikevin greva birçîbûnê.
Sulhiye Sarûhan a kurê wê Mahsûn Sarûhan di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’ê de dimîne jî diyar kir ku li Tirkiyeyê tu heq û hiqûq nemaye û wiha got: “Em jî li pey zarokên xwe ne, hewce bibe em ê jî bikevin grevê, hewce bibe em ê xwe bişewitînin jî. Ma ji zarokên me pêvetir tiştekî me heye.” AMED