Dewleta tirk ji bo diyarkirina nasnameya xwe ya gelo cihê wê li Rojava ye an jî li Rojhilate zehmetiyan dikişîne û di navbera dûvikya Amerîkayê û serbixwebûnê de maye.
Di navbera Tirkiyê û Amerîka de ji 2016 û şûn ve nakokiyan dest pê kir, jixwe yê ku dest bi nakokiyan kir jî dewleta tirk bû, dema ku li pey lêdana leşkerî ya li himber Erdogan, demildest Erdogan ragihandibû ku Amerîka li dû vê lêdanê ye, ji hingê ve Tirkiyê berê xwe dabû Rûsiyayê û dest bi lêdarxistina peymanan pê re kiribû. Di navbera serokê Rûsiya Potîn û Erdogan de; ji bilî têkiliyên aborî, leşkerî û siyasî, têkiliyên kesayetî jî xwe dabûn pêş û ev têkilî bibûn sedema gurbûna nakokiyan bi Amerîka re .Tirkiyê weke dewleteke NATO ku Amerîka serkêşiya wê dike, li rojhilatê deriyaya spî, Sûrî, Iraq, deriyaya TReş, Qoqaz, Qerim û di gelek dosiyayên din de bi Rûsiya re dêraye, her wiha çekên bergeriya ezmanî(S400) jî ji Rûsiya biriye, di heman demê de jî, Amerîka Tirkiyê ji pirojeya balafirên F35 dûrxistiye, piştgiriya bi HSD re xurt kiriye, Tirkiyê beşdarî şerê li himber Daişê li Sûriyê nekiriye, têkiliyên xwe bi Yûnanistanê re xurtir kiriye, di nakokiyên Yûnanistan bi Tirkiyê re piştgiriya Yûnanistanê kiriye, di milê aborî û pirojeyên bazerganî de; Dewleta tirk dûr xistiye, lê belê her dem jî ne amrîka û ne jî Dewleta tirk di nakokiyên xwe de negihiştine asta ku rasterast ji hev dûr bikevin an têkiliyên wan bêne birîn, ne Amerîka amade ye ku Tirkiyê ji destê xwe berde û ne jî Dewleta tirk amade ye ku xwe ji bin sîwana parastina Amerîka û NATO’yê derxîne û wê wêrekiyê jî nikare bike. lewra asta nakokiyan geh bilind dibû û geh jî dihatin kontrolkirin. Têkiliyên wan ketin asta (tu yê çi bide min û tu çi ji min dixwazî)? Bazar dihatin kirin, her wiha di navbera Tirkiyê û Rûsiya de jî ev şêwe têkilî ta 2023 birêve diçû, lê belê nîşaneyên guh ertina van têkiliyan ji hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de di yên 14 – 28 gulana 2023 û şûn ve dest bi guhertinê kiriye.
Gelo sedemên guhertina şêweyê têkiliyan çibûn?
Bandora vegra Tirkiyê ber bi Amerîka ve li ser têkiliyên bi Rûsiya re, teyisandina têkiliyên Tirkiyê bi Amerîka re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê?
Bi despêkirina ʺBihara Erebîʺ re û ketina dewletên bakurê Afrîqiya, Sûrî û Yemenê di nava kirîzan de û bilindbûna asta tevgerên Ixwanî di van dewletan de, pêla bijandin û xewnên pêkanîna avakirina sûltaniya osmanî ji aliyê Tirkiyê ve bilind bibû, êdî ji bo pêkanîna van xeyalan pêwist bû ku Dewleta tirk xwe weke dewleteke di siyaseta xwe de, serbixwe û sedemine guncav peyda bike ku bi buhaneya wan ji derveyî xwestekên Amerîka û NATO’yê tev bigere, lewra di bin navê pirojeya (welatê şîn, parastina misilmanên Sune, ewlehiya Tirkiyê û lêdana 2016, bi Nato û Amerîka re ketibû nava nakokiyan, jixwe di heman demê de ber bi Rûsiya ve diçû, anku nigekî Tirkiyê li Amerîka û yek jî li Rûsiya bû ku di navbera her duyan de bibû werîseke ku her aliyeke wê ber bi xwe ve dikşandin, êdî li ser vê giringiya xwe Tirkiyê sûd ji her du aliyan girtibû û di gelek herêman de bi hêsanî berjewendiyên xwe pêk anîbû, mîna ku li Sûriyê Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê dagir kiriye û di bakurê Helebê de û li Idlibê serweriya xwe sepandiye, her wiha destdirêjî li gelek welat û herêmên din mîna Ermenistan, Sûdan, Somal û Başûrê Kurdistanê jî kiriye, bê guman gelek tevgerên Tirkiyê ne li gor xwestekên Amerîka bûn û ne jî li gor xwestekên Rûsan û dewletên Erebî jî bûn, lê belê lîska berjewendiyan di hin milan de nêzîkbûnan peyda dike û di hin milan de jî nakokî û dûrbûnan peyda dike. Di nava vê xwebicîkirinê de ku Tirkiyê ji bo xwe hilbijartiye, nakokiyên bi Amerîka û NATO re, xwe dane pêş û Tirkiye ne dost û ne jî dijmin weke dewleteke pê ne ewle di nava hevalbendên xwe yên Rojavayî de hatiye pênasekirin, her wiha bi cîhana Erebî re jî, Tirkiyê ketiye nava nakokiyan de û bûye dewleteke pê ne bawer û metersîdar, mîna Misrê, Siûdiyê, Imarat û hin dewletên din, vê rewşê Dewleta tirk xistiye nava zehmetiyên aborî û siyasî ku ji derveyî pirpirojeyên aborî di herêm û cîhanê de maye. Siyaseta Tirkiyê ya sûdgirtinan ji du dijberan û meşandina hevsengiya têkiliyan bi wan re (Amerîka û Rûsiya ), ta hilbijartinên serokkomariyê yên 2023, berdewam kiriye û di pey re jî piştî biserketina Erdogan di hilbijartinan de, nîşaneyên guhertinan diyar bûne, çimkî Erdogan mayîna desthiltdariya xwe misoger kiribû û ev misogerkirin ne ji valahiyê hatibû, lê belê destên veşartî yên Amerîka û Natoyê li dû bûn, êdî bê guman ne bêhimberî bû, çimkî bazara tiştan li himber hevûdû, xaleke ji zîrekiya Erdogan e. Piştî serkeftina Erdogan rêzeguhertin di têkiliyan de çêbûn, weke:
- Berdewamkirina Tirkiyê ji siyaseta xwe ya derve re, lê bi şêweyekî hestiyar ne mîna serhişkiya beriya hilbijartinan.
- Hewildana çareserkirina nakokiyên bi derdorê re, mîna bi Yûnanistan, Misir, Israîl û dewletên erebî yên Kendavê.
- Nizimkirina helwestên erênî ji bo lihevkirina bi Sûriyê re.
- Pejirandina Tirkiyê ji tevlêbûna Siwêdê di nava Natoyê de.
- Xwenîşandana ji Amerîka re weke dijberê Daişê û daxwazkirina pêbaweriyê di vê derbarê de, her wiha diyarkirina giringiya hevkariya Tirkiyê ji Amerîka re di Rojhilata Navîn û şerê di Ukrayînya de.
Ev nîşaneyên guhertinê bi sedema ku Erdogan têgihiştiye ku êdî ji derveyî Natoyê û Amerîka, dê nikaribe tengaviya abaorî di Tirkiyê de derbas bike, Erdogan dê nikaribe desthilatdariya xwe ji derveyî razîkirina Amerîka û Natoyê misoger bike, her wiha destkeftî û pergala xwe biparêze, çimkî çendîn bi Rûsiya re di nava têkiliyên baş de be jî, lê Rûsiya ne bi bawayeke stiratîjîk hevalbendiya Tirkiyê dike û ne jî li gor rewşa xwe û eboriya xwe ya ne di asta aboriya Rojaviya de dikare aboriya Tirkiyê rake û bi hêz bike, lewra vegera ber bi Amerîka ve di hesabên Erdogan de wê baştir be. Hin rayedar û nivîskarên bi ser rêjîma Tirkiyê ve didin diyarkirin ku Amerîka ber bi Tirkiyê ve hatiye, ne Tirkiyê xwe daxistiye, bê guman hin rastiya vî tiştî heye, lê di asta bilind de Tirkiyê xwe daxistiye û ji wê payebûna xwe vegeriyaye ku çawa Amerîka dixwaze Tirkiye bi rola berê weke leşkerekî Natoyê di herêm û cîhanê de rabe. Tirkiyê jî xwe ji bo wê rolê nîşan dide, her dem li ser zimanê rayedarên xwe diyar dikin ku ew endamekî giring yê Natoyê ne û pêwist e Nato giringiya wan bibîne weke hevalbend û pê re tevbigere; ne bi hêzên nedewletî re bi taybet di Sûriyê de ku mebesta wan jî têkiliyên Amerîka bi YPG’ê re.
Teyisandina Guhertina Têkiliyan Li Ser Tirkiyê
Rast e di nava van xweguhertinên ku Tirkiyê daye pêş de; mîna erêkirina Siwêdê di nava NATO’yê de, demildest de Amerîka jî firotina balafirên F16 ji bo Tirkiyê ezmûnkirina 70 balefiran erê kiriye, jixwe gengaz e pirsgirêka kirîna Tirkiyê ji çeka S400 re jî çareser bik, her wiha peymanên aborî jî pê re deyne, lê belê ne bi hesanî ye ku yekser baweriyê bi Tirkiyê bîne, an jî kiryarên wê; mîna derengxistina tevlêbûna Siwêdê di nava NATO’yê de, vala derxistina pirpirojeyên Rojavayiyan di Rojhilata Navîn, Ukrayînya, Efrîqa û herêmên din de, piştgiriya komên sawkar û selefiyan, alîkariya bi Rûsiya, Îran û Çînê re, jibîr bike, hebe paşve bixînin ji ber giringiya nêzîkbûna Tirkiyê ji Amerîka re di nava tevliheviya heyî di Rojhilata Navîn û cîhanê de ku ji çarçova Rûsiya derkeve û di nava pirojeyên wan de tvebigere, lê bê guman wê bê hesabxwestin jî nemîne, anku têkiliyên (ka çi sûdê ji Tirkiyê bigirin) xwe daye pêş ne têkiliyên ( Tirkiyê hevalbendekî resen er). Bê guman wê xweguhertina Tirkiyê pir teyisandinan li ser Tirkiyê vegerîne him di milê hundirîn û him jî ji derve de.
Ji milê hundirîn ve: ji bo ku Tirkiye rijdbûna xwe nîşan bide û Amerîka, dewletên Ewrûpî, Erebî û Israîlê serwext bike ku hatiye guhertin, pêwist e tevgera Ixwanûmuslimîn, piştgiriya bi komên sawkar re, hevkariya bi Rûsiya û, Îran û himbêzkirina maldarên wan bi sînordar bike, ev jî ne hesan e, ji ber ku ev demeke dirêj e ku Erdogan piştgiriya van kiryaran dike, ma gelo wê çawa hevsengiyê di navbera wan têkiliyên berê û nû de peyda bike? Lewra dubare wê tengaviyeke hundirîn jiyan bike.
Ji milê derve de: Bê guman xweguhertina Tirkiyê dê bandorê li têkiliyên bi Rûsiya, Îran, Çîn û hin komên sawkar û Ixwaniyan re bike. Tevî ku Dewleta tirk hewil dide ku hevsengiya berê berdewam bike jî, lê dê ne pêkan be, çimkî di rewşekê de ku cîhan li ser parvekirina desthilatdariya li cîhan û herêman de di nava beramberiyeke eşkere de ye, ev dirûtî û keysbazî berdewam neke, lewra ev aliyên navborî gelo wê çi helwestan li himber Tirkiyê nîşan bidin? Bê guman wê ne erênî bin û heger em bala xwe bidênê di nava geşedanên di Rojhilata Navîn de (şerê Hemas û Israîlê ), Tirkiyê ji hemû aliyan ve cihê gumanan e û ew giraniyê nadinê ku rolekê bilîze, çi di navberkariyê de be û çi jî di avakirina Xezayê de piştî qedandina şer, tevî ku barbara Tirkiyê ye, her wiha ne Rûsiya û ne jî Îran bi wê germahiya berê nêzîkatiyê nema li Tirkiyê dikin ku zêdeyî çend heyvan e bangeşe tê kirin ku dê serokê Rûsiya Potîn wê serdana Erdogan bike, lê hîn jî nekiriye û tê angaştkirin ku sedem ew e ku Tirkiyê li Ukrayînyayê xwedî pirojeya vekirina kargeheke çêkirina balefirên bêmirov e, lewra Tirkiyê di siyaseta xwe ya tevlihev de dostên resen ji xwe re nehiştiye û him eşkere, him jî veşartî dijminên xwe zêde kiriye ku dê teyisandineke ne erênî li pêşeroja Tirkiyê bike.
Teyisandina Guhertina Têkiliyên Tirkiyê Li Ser Kurdan:
Di rojeva Tirkiyê de, Rojava û Başûrê Kurdistanê cihekî mezin girtine, bi taybtet Rojavayê Kurdistanê ku dosyeya wê ji nava destên rayedarên Tirkiyê nakeve û di her têkilî, seredan, civînîn û danûstendinên bi dewletan re, her dem di rojeva wan de ye û li ser maseyan radixînin, ji 2014 ve di dema şerê Kobanê de û ta roja îro, gelek guhertinên di têkiliyên Tirkiyê bi derdor, cîhan û Amerîka re girêdayî, êdî helwest û nêrîna wan aliyan li himber Rojavayê Kurdistan û doza kurdî bû, lewra di navbera Amerîka û Rûsiya de û sûdgirtina ji giringiya jewstiratîjiya xaka xwe, Tirkiyê li ser hesabê kurdan bi taybet di Rojavayê Kurdistanê de hin herêm bi dest xistin û dagir kiriye (Efrîn, Girêsipî, Serêkaniyê), her wiha Rûsiya û Îran jî li ser hesabê Rikberiya girêdayî Tirkiyê gelek herêm mîna (Heleb, Xûta Rojhilat û bakurê Helebê) zîvirandin ji rêjîma Sûriyê re, tevî ku Tirkiyê angaşt dikir ku dê rêjîma Şamê hilweşîne û di bin navê biratiya bi birayên xwe yên musilamanên sune re, xwe parêzvanê Rikberiyê nîşan dida, anku armanca sereke ya Tirkiyê kurd bûn û ji bo têkbirina kurdan çi bazar pêwist bana kiriye. Guhertina Tirkiyê ji têkiliyên xwe re û vegera ber bi Amerîka ve, bê guman wê teyisandina wê li ser kurdan jî hebe, bi taybet di Rojavayê Kurdistanê de.
- Her dem Amerîka destnîşan kiriye ku HSD di şerê li himber Daişê de, hevbeşên wan yên sereke ne û çendîn Tirkiyê hewildan kirine ku HSD weke berdewamiya an jî beşeke PKK nîşan bide, lê belê Amerîka diyar kiriye ku HSD ne PKK ye û ew bweke sawkar nîşan nedane û ne di texmînan de ye ku Amerîka ji bo Tirkiyê razî bike HSD sawkar nîşan bide, lê texmîn hene ku bi şêweyekî ji şêweyan di navbera Tirkiyê û HSD de pêngaveke danûstendinan bide pêş ku him HSD were parastin û him jî Tirkiyê di asteke navîn de razî bike, jixwe rastiya van texmînan di encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ku tê payîn di despêka adara 2024 de li dar bikeve û çawaniya nêzîkatiya Erdogan ji kurdan re di Bakurê Kurdistanê de wê diyar bibe, nêzîkatiyeke erênî ji kurdên Bakur re wê were wateya ku dê nêzîkatiyeke erênî ji Rojavayê Kurdistanê re jî pêk were, ji derveyî nêzîkatiyeke wiha dê were wateya ku Tirkiye û Amerîka mijara kurdan paş de hiştine.
- Guhertina Tirkiyê ji têkiliyan re, bê guman di Sûriyê de wê rastî bersiveke neyînî ji aliyê Rûsiya û Îranê ve were û gengaz e ku di rojavayê Feratê de Idlib, Efrîn û herêmên li jêrserweriya Tirkiyê de, gurkirineke beramberiya leşkerî pêş keve û rêzgarkirina herêmên dagrkirî têkeve rojevê.
- Li Başûrê Kurdistanê jî li himber Tevgera Azadiya Kurdistanê ku ji berê ve Amerîka şewqa kesik daye Tirkiyê, gengaz e ku Tirkiye şerekî berfireh bide meşandin, bi taybet heger PDK weke daxwaza Tirkiyê tev bigere û beşdarî şer bibe, ne encamgirtina vî şerê gumanbar, gengaz e ku pêvajoyeke nû ji danûstendin û hevdîtin bi rêzdar Ocelan û rayedarên PKK re were kirin. Rijdbûna vegera Tirkiyê weke Endamekî resen di NATO’yê de û hevalbendekî Amerîka ku di çarçova wan de tev bigere, ne diyare û girêdayî rewşa Amerîka, helwestên wê, siyaseta wê ya li pey hilbijartinên 2024 ne, heger Emrîka siyaseta xwefirehkirinê û beramberiya bi Rûsiya û Çînê re berdewam bike, wê Dewleta tirk jî neçar bikin ku helwesta xwe zelal bike, lê heger weke ku her dem serokê Amerîka yê berê Tiramp destnîşan dikir ku pêwist e Amerîka li hundirê xwe vegere û xwe ji Rojhilata Navîn û herêmên din vekişîne bibe siya seta Amerîka, hingê dê Tirkiyê dualîtiya xwe berdewam bike û wê bandoreke neyînî jî li ser kurdan bibe; bi taybet li Rojavayê Kurdistanê, her wiha wê teyisandina wê li ser Tirkiyê jî bibe ku dê li himber Rûsiya û Îran lawaz bibe
Encam :
- Tirkiye ji welatekî ku hewildana derbaskirina rewşa xwe ya dûvik ji Amerîka re dikir û xwe weke dewleteke serbixwe û siyaseteke serbixwe nîşan dida, ketiye rewşa liortêmayîn û pir zehmetiyan dikşîne, ji bo diyarkirina nasnameya xwe ya gelo cihê wê li rojavayê an jî li rojhilatî ye.
- Ji ber nepejirandina doza kurd û meşandina şerekî eşkere li himber gelê kurd, Tevgera Azadiyê û Rojavayê Kurdisatanê ketiye rewşeke aborî ya xerab û ji ber wê jî bi hemû aliyan re dest bi xwedaxistinê kiriye.
- Vegera ber bi Amerîka ve bêyî ku ji Rûsiya dûr bikeve, her wiha tersî wê jî, bigurbûna beramberiya di cîhanê de, dê neyê pejirandin ji aliyê her du dewletan ve.
- Deskeftiyên ku Tirkiyê bi zora xwe û ji ber siyaseta xwe ya hevseng bi Amerîka û Rûsiya re bi demê re wê winda bike.
- Tirkiyê bi tenê dikare bibe leşkerekî mîna berê ji Amerîka re û di nava siyaseta wê de tevbigere.
- Çi guhertinan di têkiliyan de bike an neke, neçareserkirina doza kurdî û berdewamiya dijminahiya bi kurdan re, dê Tirkiyê ber bi Sefereke nû de bibe.