Bi dehan jin ên endamên Yekîtiya Jinên Ciwan boneya 8`ê Adarê, bi cil û bergên kurdî daketin qadan û meşek li dar xist. Meşê ji Qada Şehîd Egîd heta Qada Jina Azad dewam kir. Jinan di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Li Qada Jina Azad berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên ku ji bo azadiyê li çiyayên azad tê dikoşin, pîroz kir û wiha got: “Her xwestine mafên jinan tune bikin, lê em ê her û her rêya azadiyê li hemberî her tundî, destdirêjî û qirkirinê bigirin. Em gihaştin vê astê jî û ew bi saya Rêber Apo û jinê pêşeng in.”
Jinan piştî meşê dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” berzkirin.