Heyeta CPT’î hat Tirkiyeyê û bêyî girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike paşve vegeriya. Têkildarî helwesta CPT ya li dijî Îmraliyê parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica nirxandin kir.
Parêzer Rêzan Sarica anî ziman ku heyeta CPT ji ber nexwestiye rejîma awarte rabe û nexwestiye şert û mercên heyî bê guhertin, neçûye Îmraliyê û wiha got: “Ev pratîka CPT nêzîkatiya wê nîşanî me dide. 3 sal in em ji Îmraliyê agahiyan nagirin. Eger heyetê xwestibûya agahînegirtina 3 salan bi dawî bibe, eger xwestibûya rejîma zindanê ya ku DMME’yê jî tescil kir ku pergala Îmraliyê îşkence ye û şertên muebeta giran a zindanê bi dawî bibe, dê li gorî van daxwazan gavên pratîk avêtibûya. Eger armanca heyeta CPT guhertina pergala Îmraliyê bûya, dema hatin Tirkiyeyê dê dîsa çûbûna Îmraliyê jî.”
Parêzer Rezan Sarica destnîşan kir ku eger CPT dîsa çûyûya Îmraliyê dê peyamek dabûya û wiha axivî: “Ji ber ku dîsa çûna Îmraliyê peyamekê dide dewletê. Dema dîsa çûbûna Îmraliyê dê peyama; “Dibe ku we destûr neda em rapora ziyareta xwe ya 22’yê îlona 2022’yan aşkera bikin. Lê em dîsa dixwazin rewşa dawî ya li Îmraliyê bibînin. Rewş wekî berê didome yan rewş xerabtir bûye. Em li bendê ne ku hûn rast bikin” dabûya dewletê. Dê bigota ‘Bêyî xwe bispêrin tu hincetan li gorî hiqûqê tev bigerin’. Lê ev nehat kirin.”
Jiyanê dide cîhanê
Parêzer Rêzan Sarica anî ziman ku nêzîkatiya CPT’î li dijî fikrên Ocalan e û wiha pêde çû: “Nêzîkatiyek siyasî ya navdewletî ye. Fikrên birêz Ocalan çi ne? Dixwaze li gorî hiqûqa gerdûnî tev bigerin. Li dijî îşkence û girtîgehan e. Azadiyê diafirîne. Pergala cîhaneke li dijî parçebûnû şer, aştiya demokratîk diparêze. Diyalogê wekî rêbaza çareseriyê dibîne. Bi sekna xwe ya li Îmraliyê jiyanê dide cîhanê. Em dibînin ku nêzîkatiya CPT a li dijî Îmraliyê li dijî hiqûqê ye. Ne li gorî nirxên demokratîk e.”
Li Îmraliyê îşkenceya pergalî heye
Rêzan Sarica, bal kişand ser çûn û hatina CPT a Tirkiyeyê û ev agahî dan: “Di şertên asayî de dema îşkence û kiryarên li dijî mafên mirovan li zindanan hebe, ji bo van kiryaran ji holê rake diçe welatekî. Ji bo vê yekê dikare du planan pêş bixe. Planek dikare her dem bi awayekî rêk û pêk ziyaret bike. Plana din jî dikare ji nişka ve de-facto ziyaret bike. Herdu jî, bi armanca rûmete mirovahiyê biparêzin tên kirin. Ziyaretên ji nişka ve (De-facto) li dijî rejîmên pergalî jî tên kirin. Lê bêtir li dijî pergalên rejîma îşkenceya giran tê kirin. Li Îmraliyê hem îşkenceya pergalî heye, hem jî rêveberiya ku her diçe xera dibe heye. Ji ber vê yekê li bendê bû ku CPT biçûya Îmraliyê.”
Balafirên şer li ser Îmraliyê firiyan
Sarica da zanîn ku CPT carek din jî hat Tirkiyeyê û bêyî Îmraliyê ziyaret bike û vegeriya û wiha lê zêde kir: “CPT di 2016’an de, di serdema darbeya OHAL’ê de hat Tirkiyeyê. Wê demê balafirên şer ên F-16 li ser girava Îmraliyê difiriyan. Darbekaran peyamên ‘Dikarin Ocalan bikin hedef’ didan. Wê demê hat Tirkiyeyê, lê neçû Îmraliyê. Lewre bi OHAL’ê re Îmralî terkî qedera xwe hatibû kirin. Hemû têkiliyên wî û cîhanê ji hev hatibûn qutkirin. Agahî ji Ocalan nedihat girtin. Wê demê me agahiya Birêz Ocalan ne bi rêya CPT, bi rêya têkoşîna gel bi dest xist. Niha jî bi heman rengî 3 sal in bi tu agayî agahî ji Rêber Ocalan nayên girtin. Ji ber vê yekê ev helwesta CPT li şûna îşkenceyê bi dawî bike, dibe sedem ku îşkence mayînde bimîne. Hevdîtina CPT ya tenê bi rayedaran re nêta erênî nîşan nade. Her çend nêteke xerab tune be jî peyama ‘daxwaza dewamkirina pergalê’ dide.”
Îmralî ne li gorî jiyana mirovan e
Prz. Rêzan Sarica herî dawî destnîşan kir ku Zindana Îmraliyê ne li gorî jiyana mirovan e û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku Îmralî ne li gorî jiyana mirovan e, em dixwazin CPT rola xwe bilîze. Ji bo Birêz Ocalan bi rêk û pêk têkiliyê bi cîhanê re çeke em dixwazin bi awayekî çalak rola xwe pêk bîne. Bi awayekî şênber CPT raporan amade dike. Lê Tirkiye li gorî daxwaza van raporan tev nagere. Tirkiye tişta ku CPT pêşniyar dike pêk nayne. Ji bo CPT bibêje ‘ez vê hevkariyê qebûl nakim’ divê raporan ji raya giştî re aşkera bike. Ev dê bikeve rojeva raya giştî. Dê her kes bibîne ku li Îmraliyê îşkence heye. Wê zextên li ser Tirkiyeyê pêş bikevin. Lê CPT ne raporan aşkera dike, ne jî ziyaretan dike. Ji ber vê yekê jî şert û îşkenceya li Îmraliyê nayên guhertin. Ev helwestek polîtîk e.”