Serê sedsala 20’emîn çawa ku bi şerên cîhanê yê yekem û duyemîn peymanên parçekirina axa Rojhilata Navîn hatin îmzakirin û ji bo berjewendiyên hêzên emperyalist sînor hatin xêzkirin, di navbera civakan de jî diwar hatin lêkirin û civak kirin dijminê hev. Di dawiya sedsala 20’emîn de jî li hember vê fikrê dewletên hegemonîk, êdî fikrê moderniteya demokratik yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşketibû.
Tevahiya hêzên navdewletî ev paradigmaya ku di navbera civakê de tovê azadiyê belav dikir û dibû pira di navbera civakan de wek xetereya herî mezin pênase dikirin, her tim diketin pey tunekirina PKK’ê û rêberê wê, hertim li pey komployên qirêj bûn.
Hêzên kurewî yên ku gelên cîhanê tune dihesibandin, hewl dan sînorên Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin. Abdullah Ocalan ku daxilî vê çerxa hêzên kûrewî nebû û bi gotina wî ya “kesê li Rojhilata Navîn lîstikê xera dike”, dema ji bo çareseriya demokratîk berê xwe da Ewropayê, weke “kesê nayê xwestin” hat ragihandin. Pêvajoya ku PDK û YNK tê de cih girtibûn, di sala 1985’an de bi koordînatoriya DYA’ê û ji hêla Gladioya NATO’yê û Almanyayê ve hat destpêkirin.
Komplo ber bi dawiya sedsala 20’emîn ve hat destpêkirin ku hevsengiyên kûrewî hêdî hêdî xerab dibûn. Di sala 1985’an de bi koordînatoriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û ji hêla Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) û Almanyayê ve li dijî Tevgera Azadiyê komplo ket meriyetê. Di salên 1990’î de Ingilistan, piştî sala 1996’an jî Israîl û Yewnanistan tev li bûn. Di sala 1998’an de Erebistana Siûdî, Misr, Îran, Sûriye, Parlamentoya Ewropayê, Fransa, Îtalya, Holanda, Rûsya û herî dawî di sala 1999’an de jî Swîsre û Kenya tev li komployê bûn.
Di serî de Amerîkayê dixwest li Rojhilata Navîn bi cih bibe û Tevgera Azadiyê li hember xwe wek xetereya herî mezin didît. Bi pêşengtiya Amerikayê dewletên hegemonîk hewldidan ku projeya mezin a ji bo Rojhilata Navîn (BOB) têxin meriyetê. Li ser vê yekê di sala 1997’an de Heyeteke Têkiliyên Derve ya DYA’yê bi boneya ku pêşwazî Washîngtonê bike, raporek amade kirin. Di vê raporê de tespîtên ku Rêber Apo têxistin hedefa xwe, hebûn. Li gor encamê vê raporê ger DYA bixwaze li Rojhilata Navîn bi cih bibe divê PKK’ê tasviye bike. Ji bo tasfiyekirina PKK’ê jî divê Abdullah Ocalan bê bandor bihêle. Hêzên Komploger ên ku sêrkeşiya wê Amerîka bû ji bo tasfiyekirina PKK’ê bi Tirkiye û derdorên mîna Barzanî û Talabanî re hevpar şixûlîn.
Li hevkirina li ser Kurdistanê
Wezira Karên Derve ya DYA’yê ya wê demê Madeleine Korbel Albright serokê YNK’ê Celal Talabanî û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî vexwendin Washingtonê û ji wan re got ku; ji bo pêvajoyeke bêyî Ocalan amade bin. Pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.” Amerîkayê bi vê hevdîtinê êdî meseleya kurd û Kurdistanê hewaleyî Barzanî û Talabanî kir û xistin şirîkên xwe yên komployê.
Ji bo destpêka komploya ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de pêk hat em dikarin heman hişmendiya desthilatdariyê bibînin. Yek ji vê pêvajoya beriya 9’ê Cotmehê Mutabaqata Edenê ya di navbera Ankara û rejîma Suriyeyê de pêk tê ye. Tirkiye, ji sala 1979’an a ku Rêber Apo berê xwe dabû Suriyeyê ve gef li Suriyeyê dixwar, ji wan dixwest ku PKK’ê ji Suriyeyê derkeve. Di 16’ê îlonê de li Hatayê serokê artêşa tirk Atîlla Ateş digot ku “Tu sebreke me li hember Suriyeyê nema ye. Ger Suriye bendewariyên Tirkiyeyê neyine cih, em ê tedbîrên xwe bi her awayî bigrin.” Her wiha di heman mehê de Tirkiyeyê daxwaza dersînorkirina Rêber Apo dikir.
Mutabakata Edeneyê
Di 24’ê tîrmehê sala 1998’an de beriya komployê di civîna MGK’ê de biryara ku dê bi Suriyeyê re li ser mijarê hevdîtîn pêk were, hat dayîn. Bêguman her çiqas ku ev xwestek bi devê Tirkiyeyê bên gotin jî li pişt perdeya van daxwaz û gotinan xeta hêzên navdewletî yên Gladyoya- NATO’yê hebû. Her wiha beriya komployê yek li Şamê ya din jî Swîstreyê ji 4 saetan zêdetir hevdîtin di navbera Serokê Amerîkayê Bill Clinton û Hafiz Esad de pêk tê.
Jixwe piştî ku di 9’ê Cotmehê de komploya li ser Rêberê PKK’ê pêk hat 11 roj şûn de di navbera Tirkiye û Suriyeyê de jî Mutabakata Edeneyê ya ji 5 madeyan pêk dihat, hat îmzakirinê.
Ev komplo bingeha xwe ji siyaseta dewleta tirk a sala 1997’an û hêzên nav dewletî jî digire. Rêber Apo ji bo vê pêvajoyê wiha dibêje; “Heta ku em dubendiya darbeya 28’ê sibata sala 1997’an ne derînin holê dê tiştên qewimî yên komploya 1998’an neyê fêmkirin. Milekî darbekeran bi daxwaza aştiyeke rastbînî nêzî me bûbûn. Ez qanih bûm ku mîna nêzikatiya Turgut Ozal û Necmeddîn Erbakan cidî xuya dikirin û aştî dixwestin. Jixwe vê nêzîkatiya siyasî şêl kiribû ku rê li ber ‘darbe di nava darbeyê de’ vebe. Vê yekê jî nîşanî me da ku di wê demê de Israîl û DYA bi tu awayî çareseriya siyasî û aştî ne dixwestin û hewldidan ku meseleya kurd her wek girêkekê bidome.
Ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn û bi taybetî ji bo daxistina Iraqê pêdiviya wan bi awayekî lezgîn bi vê tiştê hebû. Tenê bi vê yekê dikarî bûn Tirkiyeyê pasifîze bikin da ku plana xwe têxin meriyetê. Turgut Ozal û Necmeddîn Erbakan û Bûlent Ecevît neteweperwer bûn lê ji aliyê din ve jî dixwestin meseleya kurd jî çereser bikin, haya wan ji van planan nebû. Ji ber vê nêzikatiyên wan a ku dixwestin pirsgirêk çareser bibin hatin daxistin. Bi van planên DYA dixwest şerê heyî bidome û rastiya şer a heyî bi planên leşkerî bi temamî tasfiye bike. Hêzên hegemonîk ger ev xeta ku berdewama Îttihat Terakiyê bû nexista meriyetê jixwe dê bi ser neketa. Wê demê ji Tirkiyeyê pêdivî bi hêza DYA, Israîl û Ingilistanê ditîn. Di derketina min a ji Suriyeyê de rastiya vê piştigiriya wan hebû.”
‘Xelasbûna ji Ocalan!’
Di 9’ê Cotmehê de êdî Rêberê Gelê Kurd biryar dide ku ji bo çareseriya meseleya kurd bi rêyên aştiyane were çarserkirin û bingeheke hiqûqî ji vê yekê re bê avakirinê biryara dê berê xwe bide Ewropayê, dide. “Li pêşiya min du rê hebûn; Yek rêya çiyê ya din jî ya Ewropayê bû. Rêya çiyê dihat wateya şerê dijwartir; Rêya Ewropayê jî îxtîmala çareserkirina meseleya kurd a siyasî-diplomatîk bû.” Bi vî fikrî Rêberê Gelê Kurd cara yekem berê xwe dide Atînayê. Êdî rejîma Suriyeyê ya ku bi derketina Rêberê Gelê Kurd ya ji Suriyeyê Peyman bi Tirkiyeyê îmzekirin, bêhneke fireh dan û ji xwe re digotin em ji Abdullah Ocalan xelas bûn!
Bi derketina Rêberê Gelê Kurd ya ji Şamê rêwitiyeke di navbera Atîna-Roma-Moskow-Kenyayê ya ku dê 4 mehan bidomê, destpê kir. Di encama têkiliyên dîplomatîk yên bi parlamenterê Badûvasê ku berê serokê Tevgera Sosyalîst a Panhelenîkê ( PASOK)ê bû û her wiha berê wezirtî jî kiribû, êdî biryara çûyîna Atînayê teqez dibe.
Hatina Atîna
Roja 9’ê Cotmehê balafira Rêberê Gelê Kurd tê de berê xwe da Atînayê. Li Atînayê yek ji rayedarê Îstîxbaratê Stavra-kakîs û efserê NATO’yê bi navê Savas Kalenderîdisê ku demeke dirêj di NATOyê de peywir girtibû û bi heman awayî li Tirkiye û îsveçê xebitî bû, tê pêşiya balafira Rêberê Gelê Kurd.
Hem di wê kêliyê de li balafirgehê hem jî di gelek nirxandinên de xwe de rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bale dikşîne ser nêzîkatî û dirûtiya Badûvas, Stavrakakîs û Kalenderidîs: “Ji ber ku Baduvas hem partiya wî li ser desthilatdariyê bû hem jî wezîrekî berê bû, ez di wê baweriyê de bûm ku bingeha destûrê ava kiriye. Lê li balafirgehê tenê Savas Kelenderîdîs û ji îstîxbaratê Stavrakakîs derketin pêşberî min. Helwesta wan a li hemberî min ew bû ku; bi fikar û gefên mezin ji min re gotin ku hewceye di heman rojê saet heta pêncan ji vir derkevim, ger dernekevim dê pir zahmetiyan bikşînim. Ev helwesteke ku ez bi rastî jî ne li bendê bûm. Jixwe Badûvas li holê xuya ne dikir. Ez hê jî di wê baweriyê de me ku xwestin lingên me li wir bişemitînin û divê li ser vê yekê bi awayekî cidî bê seknandin. Ger vexwendina wan neba, bûyerên piştî wê yek jî nediqewimî.”
Hikûmeta Sîmîtrîs bi tu awayî nedixwest ku Rêber Ocalan li Yewnenistanê bimîne. Dirûtî û leystokên hikûmeta Yewnenistanê di vê bûyerê de bi awayekî zelal derkete holê. Yewnenistan yek ji dewleteke ku parçeyekî ji komploya navdewletî bûn.
‘Hûn nikarin Roja Me tarî bikin’
Bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suriyeyê ji zindanan heta gelek cihên protesto, çalakî û bûyer jî pêk hatin. Ji van çalakiyan a yekem jî di şeva 9’ê Cotmeha ku komplo pêk hatî de li girtîgeha Mereşê ji aliyê M. Xalît Oral ve bi dengê ‘Hûn nikarin Roja Me tarî bikin’ pêk hat. Halit Oral di nameya piştî çalakiyê li piştî xwe hişt de digot: “Her çiqas ev çalakiya min bi dewleta tirk paş de gav nede avêtin jî bila vê yekê baş bizanibin ku ger weke serê derziyê jî zirar bigihêje te, em ê dinyayê li serê wan bînin xwarê. Ger ku îro cîhan qala kurdan dike jî ev bi saya ked û berxwedana te ye.”
Bi pêvajoya rêwitiya di navbera Atîna-Moskowa- Roma û hwd re ji Kurdistanê heta gelek deverên cîhanê gelê kurd derkeve qadan û ji bo Rêberê Gelê Kurd li ber xwe didin.
Pêvajoya Moskova
Li ser nêzîkatî û dirûtiya Yewnenistanê, têkiliya duyem a li Rûsyayê Nûman Ûçar dikeve dewrê balafira Rêberê Gelê Kurd berê xwe dide Moskowayê. Di 10’ê Cotmehê de Rêber Ocalan li Rûsyayê li mala serokê partiya Liberal a Demokrat û her wiha parlamenterê Dûmayê Jîrînowskî tê bicihkirin.
Di vê pêvajoyê de li Rûsyayê qeyrana aborî hebû û hikûmeta Yevgeniy Prîmakov a nêzî DYA’yê bû, nikaribû ji nav vê qeyranê derkeve. Bi çûyîna Rêber Ocalan ya Rûsyayê êdî qertek ketibû destê Rûsyayê û ew jî tev li pêvajoya komployê bûn.
Ya rastî Çîroka Yevgeniy Primakov jî hêjayî balkişandinê ye. Li gor lêkolînên dawiyê; Primakov, bi taybetî li Rojhilata Navîn figurekî bûye pispor. Mînak di sala 1960’an de di Rojnameya Pravdayê de nûçegîhaniya Rojhilata Navîn kiriye. Di vê pêvajoyê de kesên wekî Sadam Huseyîn, Tarik Aziz, Mele Mustafa Barzanî û Yaser Arafat nas kiriye. Ev têkiliyên wî û nasîna wî ya bi Mustafa Barzanî û malbata Barzanî re demek dirêj dewam kiriye. Di sala 1990’an de nêzîkatî û dostaniya wî ya bi Mesut Barzanî re pir germ bûye. Primakov bi salan hem rojnamegerî û hem jî akademîsyenî kiriye. Ji ber vê yekê kêjeya kurd pir baş dizane. Di diroka Rusyayê de jî yek ji siyasetmedarên herî zêde kêjeya kurd dizane jî Prîmakov e. Primakov di serdema Gorbaçov de pir bi deng û navdar bû. Primakov yek ji mîmarê van polîtîkayên li ser kurdan bû. Li aliyekî parçeyekî mekanizmaya parçekirina Yekîtiya Sovyetê bû.
Hikûmeta Prîmakov û serokê Rûsyayê Borîs Yeltsîn êdî bi vê yekê ketin nav bazariyên bi Amerîka û Tirkiyeyê re. Hê Rêberê Gelê Kurd li Rûsyayê bû di 28’ê cotmehê de Jirînowskî diçe Tirkiyeyê û axaftinê mîna ‘em di ferqa pirsgirêkên Tirkiyeyê de ne, mifteya çareseriyê vayê di destê me de ye’ kirin.
Biryara derketina ji Rûsyayê
Her wiha di heman dema ku Rêber Apo li Rûsyayê bû serokê Îsraîlê Arîel Şaron û Wezîra Karê Derve M.Olbrigt serdena Rûsyayê kirin. Serokê Tirkiyeyê Mesût Yılmaz jî bi Rûsyayê re di nav têkiliyan de bû. Di encama van serdan û têkiliyên bi Rûsyayê re li ser Projeya Mavî Akimê û her wiha bi krediya IMF’ê ya 10 milyar dolarî li hevkirin û biryara derketina Rêberê Gelê Kurd ya ji Rûsyayê dan.
Di heman rojê li Rûsyayê Rêberê Gelê Kurd ji bo mayîna xwe ya li Rûsyayê daxwaza penabertiya statûya siyasî kiribû. Li ser vê yekê di 4’ê mijdarê de li parlamentoya Dûmayê li hemberî rayekî, 298 ra hatin dayîn û bi vî awayî Federasyona Rûsyayê daxwaziya statûya siyasî hat qebûlkirin. Lê ligel vê biryarê jî biryara Dûmayê nexistin meriyetê Rêber Apo di vê mijarê de agahdar jî nekirin.
Ji roja 10’ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lingên xwe avêtibû Rûsyayê, şefê rûs yê istîxbarata navendî rola dewletên hegemonîk dianî cih û mîna îstixbarata Yewnenistanê digot divê Ocalan ji Rûsyayê derkeve. Di 6’ mijdarê di hevdîtineke di navbera wezîrê karê derve yê Rûsya û Tirkiyeyê re, Rûsya soza ku dê di nav 4 rojan de Abdullah Ocalan ji Rûsyayê derînin, da.
Tercîhkirina Moskovayê
Rêberê Gelê Kurd di nirxandinên xwe de ji bo Rûsyayê vê yekê dibêje: “ Sedema tercihkirina min a Moskowayê, baweriya min a ‘axir, xwedî tecrubeyeke sosyalîzmê ya 70 salan e; ger bixwazin ji bo berjewendiyên xwe ger jî ji bo helwesta wan ya sosyalist be jî, dê bi hêsanî min qebûl bikin’ bû. Her çiqas ku pergala sosyolîzmê li wir hatibe rûxandin jî min hêvî ne dikir ku evqas xerab têkçûne. Em bi qasî helwesta dostên xwe yên Atînayê ji yên Moskovayê jî bê hêvî man. Ya rastî me dît ku têkiliyên wan ên dostanî zêde bi ewle nînin.”
Di heman pêvajoya ku Rêberê gelê kurd li Moskovayê gelê kurd jî li Kurdistanê bi yek dengî ‘Hûnê Roja Me Tarî Nekin’ li ser lingan bûn.
Piştî Mehmet Xalît Oral di 18’ê Cotmehê de li girtîgeha Tirkiyeyê ya Bartinê Murat Kaya, rojek şûn de jî di 19’ê Cotmehê de li girtîgeha Amasyayê Mehmet Gul bedena xwe dan ber agir û li hember dirûtiya dewletên komploger bi agirê bedena xwe li dora Rêberê xwe bûn xelek.
Ev çalakiyên ku êdî her diçû belav dibûn ji girtîgehan destpê kir Tirkiye, Rûsya, Kibris, Almanya, Îtalya û Suriyeyê bi mehan û salan berdewam kirin.