Di ser mutabakata Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an de 9 sal derbas bûn. Beriya mutabakatê diyalog hebûn. Hevî û bendewariya aştî û demokrasiyê hebûn. Lê piştî Erdogan maseya protokole red kir, şer pêş ket, kuştin, girtin zêde bûn û qeyrana aborî kûr bû. Hêvî û bawerî her ku diçin pûç dibin. Têkildarî Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Îbrahîm Bîlmez pirsên rojnameya me bersivandin. Pirs û bersîv wina ne:
Beriya mutabakata Dolmabahçe ya 28’ê Sibatê pêvajoyek çawa li Tirkiyeyê hebû. Di aliyê siyasî, civakî û aborî de rewş çibû?
Di pêvajoya beriya Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an de gelek tişt pêş ketin. Birêz Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Birêz Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Dewleta tirk jî baş dizane ku gelê kurd Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî dibîne û qebûl dike. Gelek caran ev helwest nîşan da. Bi qasî 10 milyon kurd îmze dan û di daxwaznameyan de got ‘Ez Birêz Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikim’. Ev îmze li noterê tastîq kirin û ji Konseya Ewropayê re şandin. Ji ber vê yekê Ocalan xwedî hêz û samimiyet e ku pirsgirêka kurd çareser bike. Aktorekî pir girîng e. Dewlet jî vê rastiyê wisa dizane. Rayedarên dewletê piştî 1999’an bi Ocalan re li pişt deriyan gelek hevdîtin kirin. Li ser navê dewletê gelek heyet çûn bi muwekilên me re hevdîtin kirin.
Piştre di navbera dewletê û rêxistina PKK’ê de jî li Osloyê hin hevdîtin hatin kirin. Ji bo çareseriyê hin diyalog pêş xistin. Ev hevdîtin bi agahiya Birêz Ocalan pêk hatin. Piştî heyetên dewletê bi Ocalan re hevdîtin kirin, ev hevdîtina Osloyê pêk hat. Dem em ketin sala 2011’an jî hikûmeta AKP’ê, îktîdar bi Cemaeta Gulen re parve dikir. Wê demê bloka îktîdarê hebû. AKP’ê beşa girîng a darazê teslîmî cemaetê kiribû. Di 2011’an de ji ber ku pêvajoya Oslo xera bû, di navbera rêxistina PKK’ê û artêşê de şerê pir dijwar dest pê kiribû. Leşker, polîs, gerîla û sivîl dihatin kuştin. Siyasetmedarên kurd dihatin girtin. Însanên ku di sazî û rêxistinên civakî yên kurdan de cih digirtin, di bin navê operasyonên KCK’ê de dihatin girtin. Parêzer, rojnamgere, mamoste, bijîşk, karmend, jin, ciwan, bi hezaran kes hatin girtin. Lê diyar dibû ku ev pêvajo heta dawî wisa nameşe. Ji ber vê yekê dîsa bi Ocalan re pêvajoyek nû hat destpêkirin. Di 3’yê çileyê 2013’an de heyeta ku di nav de Ahmet Turk û Ayla Akat Ata jî hebûn çûn Îmraliyê. Bi vê heyetê re pêvajoya ku hikûmetê jêre digot ‘Pêvajoya çareseriyê’ hat destpêkirin.
Lê ev tenê bi diyalogê sînorkirî ma. Lê Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê lûtkeya vê pêvajoya diyalogê bû. Her çend bi diyalogê bi sînor ma jî pêvajoya di navbera 2013 û 28’ê sibata 2015’an de, ji bo gelên Tirkiyeyê bû salên hêviya herî mezin. Hemû kesan bi hêviyek mezin û xweş li siberojê dinerî. Bi her awayî welat ber bi başiyê ve diçû. Gelên kurd, tirk, ereb, elewî, sunî û çerkes û hemû kesan xwe bihevî û kêfxweş hîs dikir. Li hemberî vê pêvajoya diyalog û çareseriyê dijberî û nerazibûnek jî tune bû. Qiyamet jî ranebû. Pêvajoyek erênî bû. Peyamên Ocalan di Newrozê de dihat xwendin. Hemû qanalên nûçeyan ên mezin ên Tirkiyeyê ev peyamên Ocalan ên di Newrozê de zindî bi raya giştî re parve dikir. Heta hat pêvajoya Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibata 2015’an, rewşek pir erênî û baş hebû.
Abdullah Ocalan di şertên tercîdê de hêza xwe ya berxwedanê ji ku digire?
Di pêvajoyê de, bûm xwedî şensa ku bi dehan caran bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bikim. Birêz Abdullah Ocalan di şertên herî giran ên tecrîdê de dijî. Tenê sedemek têkoşîn û berxwedana Ocalan a li dijî van şertan hebû. Sedema berxwedana Ocalan a di van şertên herî giran de ew e ku; dixwaze pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bike ye. Ji bo vê armanca xwe di van şertên herî giran de jiya, dijî, têkoşiya, têdikoşe û li ber xwe dide. Ji bo çareseriyê gelek hewl da. Wî bi xwe jî car caran ji me re digot; “Di vê menzela biçûk, kûr û tarî de tu wateya ez bijîm tune ye. Lê tenê armancek min a jiyanê heye. Ez dixwazim vê meseleyê bi awayekî serkeftî û aştiyane çareser bikim. Ji bo çareseriyê pir têkoşiya. Hewl da her firsetan bikar bîne û encamê bigire. Peyam ji dewletê re şandin. Bi dehan caran aşkera kir ku ev pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê tê çareserkirin. Di pêvajoyê de bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê vegot û parve kir. Mînakên çareseriyê yên li cîhanê lêkolîn kir, xwend. Şertên xweser û taybet ên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber çavan girt. Li gorî van şertan gelek formulên cuda amade kir. Ev rêbazên çareseriyê pêşkêşî hikûmet, dewlet, tevgera gelê kurd kir. Dema ev rê û rêbaz pêşkêşî hikûmet,dewlet û gelê kurd kir, tu carî dest ji têkoşînê berneda. Her çend hevdîtinên li pişt deriyên girtî pêk anîn û encam negirt jî dîsa têkoşîna xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane berdewam kir. Ocalan ji bo dîsa dewletê li ser maseyê bide rûniştandin ked da. Aşkera digot ‘Ez xwe li hemberî her zindiyekî-ê ku dimire xwe berpirsiyar hîs dikim û dibinim.’ Digot dawiya dawî ez dizanim ku ev pirsgirêk dê bi rêya diyalog û aştiyane bê çareserkirin. Ocalan bi dehan caran pêşniyara “Aqilmendan” kir. Hewl da pêvajoya diyalogê pêş bikeve. Xwest Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan bê avakirin. Xwest pênaseya hemwelatîbûnê jinûve bê kirin û hemwelatîbûna demokratîk pêş bikeve. Pêşniyar dikir ku parastina rêxistinên civakî û azadiya fikr û ramanê mîsoger bibin. Ji bo çareseriyê gelek pêşniyar kirin. Ji bo çareseriyê mînakên gelek welatan lêkolîn kir û xwest li gorî van mînakên ku karibin çareser bikin pratîkê pêş bixe. Ji bo vê yekê risk jî girt ser xwe. Bi dehan caran bang li PKK’ê kir û PKK’ê jî guh da van bangan û li gorî banga Ocalan tev geriya. Bang li PKK’ê kir ku derkeve dervê sînorê Tirkiyeyê. PKK’ê li gorî vê bangê gav avêt. Mirov dikare mînakên Ocalan ên ji bo çareseriyê zêde bike. Ji bo dewleta Tirkiyeyê bîne xeta aştî û çareseriyê, ji bo civaka tirk, kurd, ereb, çerkes û pêkhateyên din aram bike her tim têkoşiya. Ji bo çareseriyê her tim têkoşiya.
Eger Mutabaqata Dolmabahçeyê hatiba qebûlkirin dê rewşeke çawa derketa holê?
Eger mutabaqat hatibûya qebûlkirin û metnê wê ketibûya meriyetê, dê îro rewşa Tirkiyeyê pir pir cuda bûya. Em dikarin vê yekê pir zelal bînin ziman. Ji ber ku meseleya kurd, meseleya herî esasî û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ji ber ku meseleya kurd nayê çareserkirin, Tirkiye di tu aliyî de nikare pêşve gavan bavêje. Nikare bibe welatekî demokratîk. Dijberî vê yekê her ku diçe ji dewleta demokratîk û hiqûqê dûr dikeve. Vê yekê îro em tenê nabêjin. Serokên baroyan, Serokê Yekitiya Baroyan, nûnerên saziyên hiqûqê îro heman tiştî dibêjin. Di raporên ku der barê Tirkiyeyê de hatine amadekirin jî heman tiştî dibêjin. Dibêjin; ‘Tirkiye bi lez ji dewleta hiqûqê dûr dikeve. Êdî ewlehiya hiqûqî ya welatiyên Komara Tirkiyeyê tune ye.’ Her kes di her kêliyê de dikarin bên binçavkirin û dikarin wekî ‘terorîst’ bêne îlankirin û bêne girtin. Mirov êdî reşbînî li siberojê dinere. Ji jiyana xwe qet ne kêfxweş û ne bi hêvî ne. Ne xweşbînî ne. Ciwan li rêya ku demek beriya demekê biçin Ewropa û Amarîka bijîn, digerin. Qeyrana aborî heye. Êdî mirov nikare nan bibe mala xwe. Her roj her tişt buha dibin. Ji ber ku şerek heye. Pereyekî mezin li vî şerî diçe. Ji ber ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, Tirkiye demokratîk nabe. Ji ber ku Tirkiye demokratîk nabe jî bazirganî û razemenî jî pêş nakeve. Pere jî nayên Tirkiyeyê.
Lê eger îro xalên mutabakatê ketibûna meriyete, dê Tirkiyeyê behnek mezin stendibûya. Aram bûbûya û meseleya kurd bihata çareserkirin. Dê hemû gelê Tirkiyeyê qezenç kiribûya. Dê Tirkiye bubûya aktorekî xurt. Niha Tirkiye hebûna Rojava wekî dijmin dibîne. Piraniya enerjiya xwe li vir xerç dike. Eger mutabakat ketibûya meriyetê û bi kurdan re biryara aştiyê dabûya, mafên kurdan nas kiribûya, dê Rojava nebûya dijmin. Dê bêtir hêz bidaya Tirkiyeyê. Di encamê de kurdên li Rojava û Bakur xwişk û birayên hev in. Rayedar dibêjin ‘Yên Asyaya Navîn ji sulaleya me ne. Kurdên bakur, başûr, Rojava jî ji sulaleyekê ne. Eger aştiya navxweşî pêş xistibûya, dê Tirkiye bûbûya aktorekî herî bi hêz. Dê xwedî aboriyek pir xurt bûya. Lê mixabin ev pêk neanî. Tecrîd her ku diçe kurtir dibe. Bi her awayî tabloyek xerab heye.
Piştî Erdogan di 5’ê nîsanê de got ‘Ez masê nas nakim’ çi hat guhertin?
Meseleyên mezin ên wekî ya kurd mezin, dîrokî û civakî bin; bi rîskên mezin tên çareserkirin. Bi vînek mezin a siyasî tê çareserkirin. Ji bo çareseriyê pêdivî bi rêberên mezin ên ku rîskan bigirin heye. Di mînakên cîhanê de ev heye. Dema em li meseleya Bakurê Afrîqayê dinerin Mandela heye. Dîsa D’Klerk heye. D’Klerk rîska ku îktîdarê winda bike tev geriya bû. Lê mixabin ev li Tirkiyeyê wisa nebû. Li Tirkiyeyê îqtîdara siyasî risk negirt. Ji ber ku piştî Mutabakata Dolmabahçe hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an a Tirkiyeyê hebû. Di vê hilbijartinê de yekem car hikûmeta AKP’ê bi tena serê xwe nebû îktîdar. Hilbijartin winda kir. HDP’ê jî li dijî wê dengê xwe zêde kir. Bi vê yekî îhtîmala ku Erdogan îktîdarê winda bike pêş ket. Ji bo wê jî Erdogan dîsa biryara hilbijartinê girt. Ji bo vê yekê jî, Tirkiye ket serdemek tarî. Ji hilbijartina 7’ê Hezîranê heta hilbijartina 1’ê mijdarê pêvajoyek pir tarî li Tirkiyeyê pêş ket. Beriya hilbijartinê di 5’ê Hezîranê de di mîtînga HDP’ê ya li Amedê de êrîşa bombeyi pêk hatibû. Gelek însan jiyana xwe ji dest dan. Piştî Dolmabahçe di 22’yê adarê de Erdogan gotibû ‘Ez Mutabakata Dolmabahçe rast nabînim’. Piştî hilbijartinê kaosek mezin dest pê kir. Li Pirsûsê komkujiyek pêk hat. Li Enqereyê komkujî pêk hat. Piştî hilbijartina 1’ê mijdarê vê carê AKP bi serê xwe bû îktîdar. Dema em îro lê dinerin, dibe ku AKP’ê hikûmet ava kiribe, lê ji bo Tirkiyeyê pir xerab bû. Pêvajoya çareseriyê hat cemidandin. Vê yekê zirarek mezin da gelên Tirkiyeyê. Îro gelên Tirkiyeyê berdêla vê didin. Qeyrana aborî heye. Şer heye. Mirov tên kuştin. Hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Em dibêjin; ‘Ev pêvajo dê kengî bê çareserkirin’ Wekî Birêz Ocalan jî gotiye ‘Her kêliya ku bêçareserî derbas dibe, Tirkiye winda dike. Erdogan rîsa ‘îktîdarê winda bike’ neda ber çavan. Eger mutabakat ketibûya meriyetê, dê îro PKK’ê li Tirkiyeyê siyaset bikiraya. Dê kesên bi çek li Tirkiyeyê nemabûna. Dê îro PKK partiyek legal bûya û xebatên xwe bimeşanda. Dê tev li siyaseta Tirkiyeyê bûbûya.
Pêdivî dîsa bi pêvajoyek wisa heye yan na?
Jinûve testpêkirina pêvajoyek wisa ji bo Tirkiyeyê mecbûrî ye. Wekî din rêya wê tune. Heta dawî bi şer nameşe. Tirkiye vê yekê raneke. Tişta ku hikûmet bike, divê samîmî be. Vînek siyasî lazim e. Divê bê qebûlkirin ku ev vîna siyasî bi hemû Tirkiyeyê dide windakirin. Divê ji dil bixwaze vê meseleyê çareser bike. Wekî Birêz Ocalan jidil be. Divê wekî vîna siyasî û jidil a Ocalan, di hikûmetê de jî hebe. Mirov bixwaze ku hikûmet ji xweber têkeve nava tevgera çareseriyê şaş e. Divê gel, rêxistinên sivîl û civakî jî têkeve tevgerê. Divê mirov aştiyê bixwaze û bîne ziman. Ji ber ku herî zêde gel û mirovên sivîl êş û zahmetiya vî şerî dijîn. Mirovên sivîl bi canê xwe, bi malên xwe û bi xwîna xwe berdêla şer didin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî ew dengê xwe bilind bikin. Divê bi dengekî bilind aştiyê bixwazin.
Ev hamleya ku hatiye destpêkirin, ji bo piştevaniyê û çareseriyê pir girîng e. Ji ber ku nêzîkatiya meseleya kurd û tecrîdkirina birêz Ocalan siyasî û polîtîk e. Ji bo vê yekê çareseriya vê meseleyê jî dê siyasî û polîtîk be. Eger tecrîd rabe, dê bi vê piştevaniyê rebe. Tecrîd û meseleya kurd bi hev ve girêdayî ye.
Îbrahîm Bîlmez kî ye?
Li Amedê jidayik bûye. Li Zanîngeha Marmara Beşa Hiqûqê xwendiye. Ji sala 2002’an û vir ve di Buroya Hiqûqê ya Sedsalê de dixebite Dozên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li Tirkiye û derve dişopîne. Di operasyona mijdara 2011’an a li diji parêzerên Ocalan de hat girtin û 2.5 salan girtî ma. Niha xebatên xwe yên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê didomîne.