12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

TJA: Em ê nasname û destkeftiyên jinan biparêzin

TJA’yê li DEM Partiyê ya Sêrtê starta 8’ê Adarê da û destnîşan kir ku ew ê bi hêza jinê, siyaseta demokratîk û jiyana wekhev ava bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Sêrtê starta 8’ê Adarê da. TJA’yê li ber avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê û starta 8’ê Adarê da. Endam û rêveberên TJA’yê di daxuyaniyê de pankarta “Bi Jin, Jiyan, Azadiyê Ber Bi Azadiyê ve” vekirin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berzkirin. Aktivîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Mûazzez Bûlga û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.

Hevseroka DEM Partiyê Revşan Arslan daxuyanî xwendin. Arslan, diyar kir ku şerên piralî yên li tevahiya Rojhilata Navîn û bi taybetî li Rojava tên meşandin, di esasê xwe de li dijî nirx û afirandinên jinê yên bingehîn e. Arslan, anî ziman ku şerê ku eslê wê ji mêtingeriyê ye, herî zêde jinên kurd dike hedef û wiha got: “Yên ku yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê Nagihan Akarsel li Silêmaniyê, Evîn Goyî li Parîsê û Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê qetil kirin, bila bizanibin ku têkoşîna azadiya jinê teqez wê bi ser bikeve. Ev tundî û komkujî bi ‘polîtîkayên şerê taybet’ ku li Kurdistanê tên pêk anîn, rû dide. Remziye Apaydin, Deniz Poyraz, Firdevs Babat, Sakîne Kultur, ji çend jinên ku di encama polîtîkayên şerê taybet ên dewletê de jiyana xwe ji dest dane ne. Heman polîtîka ji aliyê kesên biunîforma ve li dijî jinên ciwan ên kurd, li dijî civakê bi sazî û tarîqatên îslama siyasî, li dijî saziyên jinan û îradeya gelê Kurdistanê jî, ji aliyê qeyûman ve tê meşandin. Di heman demê de li hemû saziyan û hemû qadên civakê ‘zilamtî’ ji nû ve zindî dibe û koletî li ser jinê tê ferzkirin. Ferzkirina ajantiyê, bikaranîna tiryak û fİhûşê weke amûrên şerê îdeolojîk, her cure îstîsmara zarokan, destavêtin jî di nav de, aliyekî din ê van polîtîkayan e. Em vê zîhniyeta mîlîtarîst ku beden, ziman, çand, nasname, bi kurtasî hebûna jinên kurd dike hedef qebûl nakin.”

Arslan, diyar kir ku jin, her roj bi operasyonên siyasî, bi mekanîzmayên darazê yên ji aliyê hikûmetê ve tên desteserkirin, tên girtin û zindankirin û wiha axivî: “TJA bi awayekî sîstematîk û gelek caran rastî tundiya edlî tê. Kiryarên faşîst û zayendperest ên li girtîgehan, polîtîkayên dijmirovahî yên li hemberî girtiyên nexweş, şewitandina înfazan jî berdewamiya van polîtîkayan e. Weke TJA em careke din destnîşan dikin ku em ê nasname û destkeftiyên xwe biparêzin.”

Arslan, bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û wiha berdewam kir: “Ziman û nasnameya me ya zikmakî bi polîtîkayên bişaftinê tên înkarkirin û hebûna me ya civakî tê tunekirin. Weke TJA em bang li hemû beşên civakê bi taybetî jinên kurd dikin ku ji bo ziman, çand û nasnameya me ya zikmakî jiyanî tekoşîneke hevpar bidin û em soz didin ku ji bo hemû ziman bi taybetî zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bê naskirin, têkoşînê berfireh bikin.”

Arslan, destnîşan kir ku di vê 8’ê Adarê de bi zanebûna ku wan ji dîrokê girtiye, ew amadekariya hilbijartinên herêmî dikin ku wê di avakirina bajarên azadiya jinê de bibe qonaxeke girîng. Arslan, bi bîr xist ku wan bi pêşhilbijartinê careke din nîşan daye ku rêveberiya xwecîhî bi civakê re tê kirin û wiha bi dawî kir: “Em ê bi hêza guherîn û veguherîna jinê ya li qadên herêmî siyaseta demokratîk û jiyana wekhev ava bikin. Em bi biryar in ku îradeya jinê di hemû qadên jiyanê de xurt bikin û feraseta rêveberiya herêmî ya demokratîk, bi hevserokatî û temsîliyeta wekhev civakî bikin. Niha dem hatiye ku em serkeftin û destkeftiyên xwe ji nû ve mezin bikin. Rewşa krîzê ya piralî ku li ser hemû civakê bandor dike, encama tecrîda li Îmraliyê ye. Arslan, destnîşan kir ku her ku tecrîda li ser Ocalan kûr dibe, hemû civak bi taybetî jin di bin zexteke wekhev de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 8’ê Adarê de em careke din destnîşan dikin ku muxatabê sereke yê hemû pirsgirêkên civakî bi taybetî jî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd birêz Ocalan e û divê di zûtirîn demê de bi wî re hevdîtinê pêk bînin. Paradîgmaya civaka “demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê” ya ku birêz Ocalan li dijî polîtîkayên îmha û înkarê pêş xist, di rêya jiyana aştiyane û civaka demokratîk de pêngava herî girîng e. Yekane rêya ku vê paradîgmayê jiyanî bike, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ya bê şert e.”

Jinan bê navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin u dawî li çalakiyê anîn.