Li her bajarekî, li kolanekê li kûçeyekê nîşaneyên keda mirovan hene. Li hin deveran mîmariyên newaze, li hin deveran bexçeyên bê serî û binî, rengên hunerê vedidin li hin deveran. Li hin deveran jî berhemên cotyariyê ango qûtê salê wekî simbileke biharê diyar dibin.
Çavên xwe bigirin û bajêr bêhn bikin. Bêhna her bajarekî Kurdistanê ji hev cudatir û ji hev xweştir e. Li Amedê me, çavên min girtî ne, bajar ji bêhna wê nas dikim… Bêhna giyayên Hewselê difûre ji aliyekî, bêhna qehweya kizwanan cihê bêhna nebatan digire, dengê zengilê firoşkarên ava sûsê di kerika guhê min de, bêhneke nû min ber bi xwe ve dikişîne. Kevirên Deriyê Çiyê lingên min ber bi xwe ve dikişînin. Bêhna kunciyên sorkirî min vedixwînin nav kûçeyên teng û dîrokî yên Sûrê. Di berbanga sibehê de kedkarek berî bajêr şiyar bûye amadekariya taşteya wan dike, dikevim temaşeya wî.
Gelek taybetiyên bajarê Amedê hene ku hêja ne mirov yek bi yek, bi hûrgilî behsa wan bike. Piraniya van taybetiyan hatine bihîstin û nasîn, ev taybetî bûne sedema ger û geşta serdêran. Lê hin taybetiyên wê hene ku tenê amedî bi vê yekê zanin û ev taybetî di sandoqa dilê xwe de veşartine. Yek ji van taybetiyên wê yên nepen sîmîtên ku li taxa Sûrê têne pijandin in. Sîmît, dibe ku li her bajarî werin pijandin lê pijandina wan a li taxa Sûrê hunereke xweser e. Ev huner her roj dibe mêvanê sifreya welatiyan.
Da ku qedr û qîmetê sîmîtên li Sûrê têna pijandin baştir were zanîn divê mirov berê xwe bide keda sîmîtçêkaran. Berî ku tîrêjên rojê bajêr ronî bikin, di sêyê şevê de nanpêj deriyên dikanê vedikin. Agirê firinê ango tenûrê pê dixin û hevîrê ku berî rojekê hatiye amadekirin dîsa distrin. Piştî ku agirê firina kevirî hêdî hêdî vedimire û pizotên agir wekî guleke sor dibiriqin, nanpêj hevîrê xwe dikin xelek ango şiklên sîmîtê didin hevîr.
Xelekên hevîrî dikin nava dimsê û demekê wisa dihêlin ku tama sîmîtan xweştir bibe. Piştî ku têra xwe ma, êdî dora kunciyan tê. Nanpêj bi hunerekê kunciyan li hevirên xwe dikin û xelekên xwe ji bo patinê amade dikin.
Xelekên hevîrî, bi qasî 4-5 deqeyan di nav pizotên agir de dipijin. Heta ku sîmît têra xwe sor dibin di nav firinê de dimînin.
Bi pijandina sîmîtan re li bajêr bêhna kunciyên sorkirî difûre. Sîmîtfiroş vê bêhnê hîs dikin, radijin tepsiyên xwe û ji bo belavkirinê tên sîmîtên germ ji firinê.
Mafên nexweş û xwendekaran e sîmîteke germ. Kedkarên firinê wan ji vê tama newaze bêpar nahêlin. Sîmîtên germ dixin selikan de û belavî nexweşxane, dibistan û dikanan dikin. Piştî ku karê wan ê belavkirinê diqede dîsa berê xwe didin firinê û careke din jî hevîrên xwe distrin.
Careke tenê ya pijandina tameke ewqasî xweş têra bajarê mezin nake. Kedkarên ku keda wan digîje çar aliyên bajêr di nava rojê de çar pênc caran bi heman awayî sîmîtên xwe dipijînin. Ber êvarkî, dema ku roj hêdî hêdî amadekariya xatirxwestinê dike kedkarên firina kevirî jî ji bo bêhnvedanê rêya mala xwe digirin. Rojeke nû li benda wan e, divê dîsa serê sibehê ji xewa şêrîn şiyar bibin û bi kêfekê xizmeta şêniyan bikin. Roniyên sor ên rojê kevirên taxê dialêse, bi xwe re bêhna sîmîtan li bajêr belav kir, welatî ji tameke pir xweş haydar kir. Bi nermikî di ser bajêr re firiya bêhna xweş, rêhevaltiya rojê kir, serdana hin bajarên din jî kir. Bi vê tamê hesiyan bajarên derdorê. Ketin hesretê yên ji vê tamê û bêhnê dûr ketine.