Li Şengalê rewş her diçe xirabtir dibe. Tevî hemû hewldan û xebatên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li gel rayedarên Iraqê jî metirsiyên li ser herêmê didomin.
Her diçe ruyê reş ê peymana înkarkirina îradeya gelê Şengalê ya di 9’ê cotmehê de ji hêla PDK, Bexda û dewleta tirk ve hatî mohrkirin, hîn zêdetir tê fêmkirin.
Ev peymana ku yekser hêza xwe- parastinê, xwebirêvebirinê û aramiya herêmê dike hedef, bi planên Amarîka û dewleta tirk ve girêdayî ne ku li ser herêmê hatiye çêkirin.
Li gor peymanê ji Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê tê xwestin ku rêveberiya herêmê radestî hêzên iraqî bê kirin. Dîsa divê YBŞ û YJŞ çekên xwe radestî artêşa Iraqê bikin.
Bêguman ev peyama vekirî ya qirkirina civaka êzidî û tunehesibandina îradeya wan e. Bi awayekî aşkera derdikeve holê ku alî yan jî dewletên bi destê DAIŞ’ê nikarin civaka êzidî teslîm bigirin û kontrola herêmê têxin destê xwe dixwazin bi vê peymanê bigihîjin armanca xwe. Jixwe ji despêka Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin ve, MÎT’a tirk û PDK’ê ji bo aramiya herêmê xira bikin çi ji destê wan tê dikin. Bi balafirên şer êrîş birin ser gel, di her firsendê de bi destê komên çete êrîş kirin. Dîsa jî gel di xwesteka xwe ya azadiyê de israr kir. Ev jî bi temamî dûrî stratejiya PDK’ê û dewleta tirk bû. Lewma peymana Hewlêr-Bexda-Enqereyê bi lez û bez, bi dijwarî û xeteriya qirkirinê ya li ser civaka Şengalê ket meriyetê.
Di wan rojên dawî de, bi hezaran hêzên arteşa Iraqê, wesayîtên zirxî û alavên leşkerî yên herî giran sewqî Şengalê hatine kirin. Seranserê sînorê Rojava-Şengal hatiye dorpêçkirin, cih û rêyên stratejîk ên Şengalê hatine girtin. Her wiha dixwazin di serî de li navenda Şengalê, li tevahiya Şengalê bi cih bibin û her derê bixin bin kontrola xwe.
Hêzên ku di 2014’an de gel bêparastin hiştin û bûn sedem ku DAIŞ komkujiyê pêk bîne, îro ji bo xirabkirina hîn mezin dixwazin vegerin herêmê. Gelê herêmê di ferqa van lîstik û planên qirêj de ye.
Li hemberî van planên qirêj di serî de Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û pêkhateyên herêmê ketin nav liv û tevgerê. Ji bo ev peymana ku bi piştgiriya Amerîkayê ya di navbera Hewler-Bexda-Enqereyê de hatiye îmzekirin bêhukim bibe li Bexdayê hin hevdîtin pêk anîn. Tevî hemû hewildanên aştiyane yên şêniyên herêmê xwediyên peymanê di înkara îradeya gel de israr dikn.
Bêguman ev peyman parçeyê komployek berfireh ya li ser civaka êzidî tê meşandin e. Parçeyekî komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê û Mexmûrê pêk hatiye. Hêzên ku di wê demê de negihîştin armanca xwe niha dixwazin bi fen û fitneyan bi ser bikevin. Li Mexmûrê bi destê PDK’ê li ser gel ambargo tê meşandin û kamp bi awayekî hişk hatiye dorpêçkirin. Dîsa PDK li ser xeta Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzeke ji çeteyan pêk tê bi cih kiriye. Bi vê PDK bi awayekî aşkera dixwaze bêje; “Ez ê nehêlim kes bi hawara şengaliyan ve were lê gerek hûn jî paqij bikin.”
Çi ji kê paqij dikin! Kesên li herêmê ne xwediyê wê axa pîroz in. Civaka herî kevnar û xwedî baweriye. Civaka ku herdem bi komkujiyan re rû bi rû maye ye. Civaka ku tevî hemû êş û azarên kişandiye di aştî û azadiya xwe de israr dike ye. Civaka ku heya niha zirara wê negihaştiye ti kesî ye. Ev civaka herdem bi zextan û bindestyan re rû bi rû maya di dîroka xwe de cara yekem e ku xwe bi rêve dibe. Cara yekeme ku di derbarê xwe de biryar digre. Cara yekeme ku dibe xwedî îrade û hebûn.
Ji ber vê yekê li ser axa xwe bi parastina xwe û rêvebiriya xwe, bawerî û çanda xwe dijî. Bi hemû pêkhateyên li herêmê di nav aştiyê de dijîn. Ev çanda ku pêwîst e ji bo hemû Iraqê bibe çavkaniya moral û xwerêvebirinê di roja me ya îroyîn de dibe hedefa hin hêzên li pey berjewendiyên xwe ne.
PDK û rêveberiya wê serkêşî ji vê plana qirêj re dikin. Di feraseta PDK’ê de ev heye: “Ger ne ya min be bila ne yakesî be.” Ji ber ku êdî gel bi PDK’ê ne bawere, di ferqa lîstik û planên wê de ye û naxwaze ew vegere herêmê, PDK vê bi serê gelde tîne.
Niha rewşa herêmê her ber bi xerabiyê ve diçe. Ji bo şerek neqewime di serî de Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hemû pêkhateyên herêmê di nav xebatak pir mezin de ne.
Gelê Şengalê êdî tama jiyana azad girtiye. Êdî di ferqa jiyana azad û demokratîk de ne. Ji ber vê yekê bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo xwe biparêzin amade ne.