Polîsan di 13’ê Sibatê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney, Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, Nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partî Fatma Fûnda Akbûlût li Îzmîrê di serdegirtina malan de binçav kirin. Polîsan di 16’ê sibatê de 6 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Bayrakli ya Îzmîrê kirin. Dadger li ser îfadeya şahida eşkere Bûse Aslan, rojnameger sûcdar kir. Dadger Semra Tûranê û Cîhan Başakçîoglû bi biryara şertê kontrola edlî serbest berdan. Lê der barê Delal Akyuz, Melîke Aydin, Tolga Guney û Fatma Fûnda Akbûlûtê de biryara cezayê hepsa malê da.
Parêzer Halîl Coşkûn der barê binçavkirina 6 rojnamegeran û cezakirina hepsa malê ya 4 rojnamegeran nirxandin kir. Parêzer Halîl Coşkûn, diyar kir ku dema mirov der barê sûcdarkirina li dijî rojnamegeran lêkolîn dike; dibînin ku di bingeha wan de azadiya çapemeniyê dikin armanc û wiha got: “Em vê yekê ji pratîkên berê jî dibînin. Berê jî me dît ku rojnamegerên hatin binçavkirin, girtin û sucdarkirin, ji ber nûçeyên çêkiribûn hatin darizandin. Me dît ku rojnamegerên doz li wan hatin vekirin û hatin darizandin, tevan beraet kirine. Rojnamegerên herî dawî hatin binçavkirin û cezayê hepsa malê dan wan, tenê ji ber îfadeyên şahid Busa Aslan hatin binçavkirin û cezayê hepsa malê dan wan. Li gorî hiqûqê tenê îfadeyê şahidekê nabe sedema cezakirin û darizandinê.”
Binçavkirina rojnamegeran dij hiqûqî ye
Parêzer Halîl Coşkun, destnîşan kir ku muwekilên wî ji ber di Ajansa Mezopotamya û Jinnewsdê de rojnamegeriyê dikin şahid li ser wan îfade daye û wiha axivî: “Agahiyên ku şahid dane, ji xwe agahiyên ku her kes dizane. Ne agahiyên ku şahid bidin e. Li ser înternetê jî lêkolînek hindik bê kirin dê der barê van rojnamegeran de karibin agahiyê bi dest bixin. Ji ber vê yekê binçavkirina muwekilên min ên rojnameger li dijî hiqûqê ye.”
Mafê parastinê asteng kirin
Parêzer Halîl Coşkûn, da zanîn ku dema rojnameger binçav kirin, heta 24 saetan hevdîtina parêzeran a bi muwekîlê wan re qedexe kirin û wiha berdewam kir: “Ancak piştî 24 saetan me karibû bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin. Ji ber der barê dosyayê de biryara veşarî hebû, piştî îfadeyên wan hatin girtin, me sucdarkirina der barê wan de dît. Dema îfadeyên wan hatin girtin, axaftinên di telefonê de nîşanî me nedan. Tenê xwendin. Li vir hem mafê parastinê asteng kirin û hem jî xebatên rojnamegeriyê asteng kirin. Me di parastinê de jî bal kişand ser vê binpêkirina mafê parastinê. Li vir mafê wan hatiye binpêkirin.”
Rojnamegerî li kolanê tê kirin
Parêzer Coşkun, anî ziman ku mixabin 6 rojnameger 4 rojan ji ber sedemên pûç hatin binçavkirin û wiha pêde çû: “Piştî binçavkirina çar rojan, heyeta dadgehê li rojnameger Delal Akyuz, Tolga Guney, Melike Aydin û Fatma Funda Akbulut cezayê hepsa malê birî. Dîsa li rojnameger Semra Turan û Cihan Başakçioglu jî cezayê ku hefteyê 2 rojan biçin îmze bavêjiin birî. Bi şertî kontrol berdan. Kar û pîşeya rojnamegeriyê li kolanan tê kirin. Li hundir rojnamegerî nayê kirin. Em hepiskirina rojnamegeran a li malê li dijî hiqûq û mafên mirovan dibînin. Rojnameger nikarin di hepsa malê de karên rojnamegeriyê bikin. Dema em li 6 rojnamegerên hatin binçavkirin dinerin, em dibînin ku ev 6 rojnameger li Herêma Egeyê xebatên rojnamegeriya muxalif dikin. Li vir rojnamegerên muxalif ceza dikin. Naxwazin pir dengî û azadiya ramanê pêş bikeve. Dixwazin azadiya îfadeyê û rojnamegeriyê asteng bikin.”
Rojnameger ji ber nûçeyên xwe tên darizandin
Parêzer Halil Coşkun, destnîşan kir ku dema li wêneyê giştî dinerin, dibînin ku medya serdestan, dengê muxalifan qut kiriye û wiha lê zêde kir: “Çapemeniya azad dengê muxalifan e. Ji bo dengê muxalifan dernekeve, çapemeniya azad asteng dikin. Ji ber ku çapemeniya azad dibe dengê muxalifan ew jî dibin hedef. Çapemeniya azad û rojnamegerên muxalif, li gorî daxwazên serdestan nûçe çênakin. Dibin dengê bindest, xizan û kesên jar. Dibin dengê gelê mazlum û yên hatine wêdekirin û tepisandin. Ji ber vêyekê îqtîdar wan dike hedef. Ji ber vê yekê li tevahiya welat bêhiqûqî heye. Li dijî vê bêhiqûqîyê girtî li zindanan di gireva birçîbûnê de ne. Birêz Abdullah Ocalan demek dirêj e di tecrîdê de ye. Her roj polîs bi ser malan de digirin û siyasetmedaran binçav dikin. Rojnameger nikarin azad rojnamegeriyê bikin. Ji xwe sucdarkirina di dosyayên rojnamegeran de jî nûçeyên ku çêkirine ne. Ji ber ku rojnameger nûçeyên binpêkirina mafan çêdikin ev wekî sûc tê pêşberî wan. Karê rojnamegeran ewe ku rastiyan bînin ziman. Dibe ku ev nûçe ne li gorî dil û daxwaza her kesî be. Em wekî parêzer û erkdarên darazê divê ji bo demokrasi pêş bikev em qadê li pêş azadiya rojnamegeran vekin. Darizandina keyfî û li dijî hiqûqê ya der barê çapemeniya azad de, pîşeya rojnamegeriyê ji rastiyê dûr dixe. Mafê gel ê agahî girtin û dayînê binpê dikin. Dîsa xebatnên rojnamegeran ên lêgerîn û lêkolîna heqîqetê asteng dikin.”