Em gihîştin sala 2024’an, lê di vê salê de jî hestên şênber ên jinan yên hevpar mohra xwe li dîrokê didin. Çimaya wê nîne, bersiva wê weke 25 salên çûyî di komploya navneteweyî û esîrgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê dîtin. Bi pêşengtiya jinan îsal jî bersivek hat dayîn. Li bakurê Kurdistanê di 1’ê sibatê de meşa azadiyê hatiye lidarxistin. Ev meş ne tenê meş bûn, di bingeha xwe de peyama ji bo serkeftinê bûn. Jin û bi taybet jî dayik li wir bi yekdengî helwesta xwe bi awayek zelal danîn holê.
Sedsala jinan
Gotin; ‘Em dest bidin hev, em bêjin êdî bes e’. Jinan diyar kir ku tu bend li pêşiya wan nikaribe bibe asteng û xwestin deriyên Îmraliyê bên şikandin. Dema Rêber Apo got wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, bêguman bi pêşdîtinek bi vî awayî xwest berê me bide hêza jinan a ku wê serkeftinê bîne. Jinan jî bersiva vê yekê îsal bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedana Îmraliyê’ dan. Ev dirûşm wekî din spasiya jinan ji bo Rêberê xwe dihewîne, li aliyê din jî peyama xwedîderketina li baweriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo jinan e. Jinên kurd dengê xwe gihandin tevahî cîhanê û bê rawestan careke din diyarkirin ku ew ê dest ji Rêberê xwe bernedin, dengê xwe her ku biçe bilindtir bikin. Dibe ku heya niha armanca xwe ya esasî bi ser nexistibin, lê bêguman tirsa dijmin a ji hêza jinan ne ji aliyê xwe ve tê. Sekna dayikan, hembezkirina wan a têkoşînê, weke germahiya berxwedanê xîtabî dil û wijdanê mirovan dike. Li her dera ku meşa azadiyê tê de derbas bû, dayikan çalakgeran bi germahiya dilê xwe pêşwazî kir, piştgirî û xwedîderketina armanca çalakiyê diyar kirin. Ev hembezkirina zarokên xwe ya dayikekê, ne hembezkirinek ji rêzê ye.
Dayik bi vê re bi hezaran tişt dibêje. Yek jê jî ew e ‘Em ê bi hev re, komploya navneteweyî têk bibin, Serokê xwe bi awayek fîzîkî azad bikin û jiyana azad ava bikin’. Dayik vê yekê bi gotinên aştî û demokrasiyê û bi êşa ku heta niha kişandine bi lêv dikin. Yek ji dayikên ku meşvanan pêşwazî kir behsa komkujiyên li dijî kurdan û komploya 15’ê Sibate kir û got: ‘Rondikê çavên dayikan heman in. Em hemû dest bidin destê hev û em bêjin êdî bes e. Dilê me dişewite.’ Jinan di çarçoveya meşa azadiyê de diyar kir ku hemû êşên ku dikişînin bi tecrîdê re girêdayî ne û gotin; ‘Heta ku tecrîd bidawî nebe, wê polîtîkayên şer jî bidawî nebin, berovajî wê her kûrtir bin.’
Mezinkira têkoşînê
Bi wan gotinan armanca çalakiya xwe, armanca jiyanê û armanca mezinkirina têkoşînê vegotin. Coş û kelecana ku di çalakiyê de derket pêş nîşaneya fêmkirin û bersivdayîna daxwaza dayikan ya ji milê gel ve ye. Agirê ku di dilê dayikan de geş bûye îsal jî hemû derdora xwe germ kir û banga dayikan bêbersiv nema. Di roja reş de bi pêşengtiya jinan de xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû gavek ber bi şikandina deriyên Îmraliyê. Hestên hevpar ên jinan hêrs, xemginî, tolhildan, berxwedan, têkoşîn, hêvî, bawerî û her wekî din sînoran derbas kirin.
Peyama jinan
Îsal weke din peyamek pir balkêş ji jinên êzidî û ereb ên Şingalê jî hat dayîn. Di 12’ê sibatê de bi pêşengtiya jinên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komxebatek der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Helwestek xurt a li dijî tecrîdê li Şingalê jî derket holê. Komxebata jinan bi ser navê ‘Bi jin jiyan azadî, em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’ hat lidarxistin. Di axaftinên komxebatê de jinan bal kişand ser komploya navdewletî û komplogerên ku ji hêza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirsin. Jinên êzidî û ereb di komxebatê de weke din semîner dan. Di semîneran de hûrguliyên der barê komployê û tecrîda 3 salan ya li Îmraliyê hatin parvekirin. Jinên tev li komxebatê bûn bi taybet bal kişandin ser rol û mîsyona jin û ciwanan a di şikandina pergala Îmraliyê de. Wan got wê azadiya welat bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan be. Yek ji çalakvanên ereb ku ji Bexdayê hatibû û tev li komxebatê bû, Bidûr Cerrah di nirxandinên xwe de îşaret bi xalek pir girîng kiribû. Bidûr Cerrah got; ‘Civaka we ku bi dehan salan e tê qirkirin tevî her tiştî jî hêz û hêviyê diafrîne. Tevî ewqas gorên komî li ser axa we hene jî, we bi hêza xwe civakeke bihêz û azad ava kiriye.’
Axa me dîroka me ye
Bidur Cerrah bi vê gotina xwe peyamek pir kûr da. Rast e li ser van axan bi salan e êrîş û şer dewam dikin. Axa me dîroka me ye, hafizeya civaka me ye.
Li milekê êşa vê heye, lê li milê din jî pêçandina birînan ya bi avakirina pergala demokratîk heye. Hafîzeya civakê li ser van axan nayê tunekirin û wê hestê xwedîderketin û tolhildanê her ku diçe mezintir bike. Mirov dikarin ji bîr bikin lê xweza/erdnigarî wê her dîsa bîne bîra me. Çalakvana ji Bexdayê bi vê peyama xwe, rastiya bi êş û bi serkeftinên mezin ya Şengalê raxist ber çavan û bi awayek vekirî îşaret bi têkoşîna jinan ya hevpar a li dijî komplo û tecrîdê kir. Wê bi gotinên xwe diyar kir ku civak wê bi tu awayî serê xwe li beramberî êrîş, qirkirin, ferman û polîtîkayên înkarkirinê neteweyî ne û wê bi Rêberê xwe re gavên hîn mezintir ber bi jiyana azad û demokratîk ve biavêje.