12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Delegasyona Navneteweyî  çalakgerên Nobeta Edaletê ziyaret kir

Şandeya “Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê” çalakgerên di Nobeta Edaletê de ne ziyaret kir.

Şandeya “Delegasyona Navneteweyî ya Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî û li Dijî Tecrîdê” ku ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zêdetirî 35 meh in tu agahî jê nayên girtin, hatiye avakirin, hevdîtinên xwe yên li Stenbolê didomînin. Şande, duh çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ÎHD û DEM Partiyê. Endamên şandeyê îro jî hatin serdana Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û  çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin.

Hevberdevkên Karên Derve ya DEM Partiyê Ebrû Gunay û Berdan Ozturk jî bi şandeyê re bûn.  Şandeyê avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê ku nobet lê didome, ziyaret kir û pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û bi xizmên girtiyan re hevdîtin kirin. Şande ji hêla Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Mehmet Şafî Erol ve hate pêşwazîkirin.

Çalakvanan ji ber serdanê spasiya endamên şandeyê kirin û têkildarî çalakiya xwe agahî dan. Çalakvanan dan zanîn ku armanca wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ye. Malbatên ku nobeta xwe didomînin, diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk tên jî dê çalakiya xwe berdewam bikin. Di heman demê de çalakvanan têkildarî polîtîkayên li dijî girtiyên siyasî li girtîgehan tên meşandin jî agahî parve kirin. Di dema serdanê de car bi car kêliyên hestiyar hatin jiyîn.  Di dema serdanê de endamên şandeyê jî axivîn û bal kişandin ser bandora çalakiyê ya li ser wan kirî û gotin ku dê piştevaniya xwe ya bi nobetê re bidomînin.

Serdan bi çepik û dirûşman bi dawî bû. Endamên şandeyê piştre jî dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê daxuyaniyê bide.