Komploya 15ê Sibatê, kompleksa tirsê ye û tirs jî her dem dibe sedema qiyamet û kerasetên mezin. Lewma min got komplo, qiyameta li Kurdistanê ye. Ev rast e û dubare dikim, komplo, encama tirsa ji fikrên Abdullah Ocalan e.
Rêber Ocalan çi kir ku hêzên hegemon, ketin nava tirsê û cîhan rakirin ser piyan? Ocalan hişmendiyên cîhanê teva, dîroka 5 hezar sal a mirovaniyê li bêjingê xist û tezek avête holê. Ev tez, li dijî birîna zeletanî ku bi faşîzmeke veşartî mirovaniyê tune dikê ye.
Ji bo vê jî “Tevgereke Intelîjansiya” ava kir û dest bi têkoşînê kir.
Faşîzma eşkere û veşartî, ji serdema Nemrûd, Fravun, Sezaran, Mogol û Îttîhad û Terakî, heta îro xwînê dimîze. Hîtler û Musolînî derketin holê, Ewropa ew mahkum kirin. Lê faşîzma li Rojhilata Navîn û Efrîqa, hate parastin û hê jî tê xwedîkirin.
Pêşengê faşîzma li Rojhilata Navîn, ji destpêka Îttîhat û Terakkî û heta îro Ewropa ye. Destpêk jî, Peymana Sykes-Pîcot e!.. Ev peyman avakirina netewe-dewletên li Rojhilata Navîn e. Her netewe-dewleta li Rojhilata Navîn, bûye ejderhayek û agir dibarîne. Lê ejderhayê herî har, dirrinde, êrîşkar, kujer û barbar dewleta Îttîhad û Terakî, binavê (sehwen Komar)Tirkiye ye.
Hêzên ku faşîzma dewşîrmeyên Îttîhad û Terakkî xwedî dikin jî Ewropa ye.
Ev rastî, bi çend gotinan nayê ziman. Lê bi kurtî û çend sernavan rêz bikin. Ewropa sucdar e. Li hemberî ku Dadgeha Italya penaberiya Ocalan qebûl kir jî, desthilatdariya Italya, YE, Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa li vê biryarê xwedî derneketin, hîna jî dernakevin. Ev binpêkirina kanunên xwe û peyrewa NY ye.
Ewropa, bi qedexeya PKKe û gotina terorê, Kurd weke potansiyala suc îlan kirine. Ev jî bûye strana “weytî jarê” ya li ser demokrasî û şaristaniya Ewropa!…
Pirs; Gelo têkoşîna lîderekî demokrat-şoreşger-mafnas ku ji bo mafên gelê xwe, di kesayeta gelê xwe de ji bo hemû gelên bindest, bi taybetî gelên li Kurdistanê têkoşînê dike, ji lîderê dewletekê ku nijadperestiyê, cihêkariyê, teşqele, şantaj û qirkirinan dike û vê jî wek siyasetê nîşan dide ne baştir e?
Bersiv; lîderê demokrat û şoreşger rêwîtiya ber bi demokrasî, aramî, jiyana hevreyî û aştiyê dike!.. Lîderê nijadperest jî, rêwitiya ber bi qirkirin, cihêkarî, şer, wêranî, talan, birçîbûn û koletiyê dike. Ev tîpê lîderan, jîgoloyê hêzên komploger e.
Em dibêjin, el-heq û dewam dikin; Ne Tevgera Azadiya Kurd-PKKe terorîst e, ne Abdullah Ocalan û ne nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîrên Kurd terorîst in. Teva li hemberî dewletek haydud (ev gotina rêxisinên îstîxbaratên Ewropa ye), li hemberî dewletek çete û hevkarên komên çete, ji bo mafên demokratîk têdikoşin.
Teva jî, bi tewanbariya “cihêkarî û parçekirina dewletê” têne darizandin û cezakirin. Di darbeyên eskerî de jî dadgehên taybet, têne avakirin, bi ferman û fetwayên generalên reîsê darbeyan, Kurd, çepgir, sosyalîst, demokrat, rojnamevan, parêzer têne cezakirin û dardekirin.
Darbeyên leşkerî, diktatoriyên faşîst in, balkêş e ku di vê cûreya faşîzmê de, di çarçoveya “desturname” yan de meşrû têne binavkirin. Û cîhan jî qebûl dike Elmanya di sala 1944an de, êşknce û komkujî weke sucê mirovaniyê qebûl kir. Lê faşîzma dewşîrmeyên Turk-i Turan rû bi rû hatina rastiyên dîrokî re red dike. Hêzên ku faşîzma li Elmanya û Îtalya mahkum kirin, faşîzma li Kurdistanê diparêzin.
Herkes, bi taybetî Ewropa ku xwe veke vijdanê şiyar û parestvanê demokrasî û şarîstaniyê dibîne, mafê gelê Kurd, herî kêm, “self determînasyon” ê ji nedîtîve tê. Rast e, dîrok, erdnîgarî mirovan cûda derdixe holê, lê li her welatî, di her mercî de demokrasî, edalate û mafên mirovan, di ferhenga de yek e.
Divê Ewropa ji îlîzyona berjendiyan şiyar bibe û xwe ji tirsa şantajên lîderê jigolîst rizgar bike. Em li dîrokê vegerin; Ewropa, di serdema parçekirina Împeretoriya Osmanî de, li ser erdnîgariya Kurdistanê çar dewletên tempon avakirin. Ev reşandina tovên ‘kîn’ê” bû. Kurd mecbûr bûn, dîrokê siyaseta cîhanê, li ser maseya emeliyatê deynin û di wateya otopsiyan de dest berxwedanan bikin.
Encam jî dojehî bû. Parlamentoya Tirkiyeyê jî piştî avakirinê bi 4 salan bû holka dojehên li Kurdistanê. Kurdan jî, kanûn û raporên “mecburî îskan”, red kirin û dest bi berxwedanan kirin. Îttîhad û Terakî jî “şûr” weke riya çareseriyê dît û qirkirin domandin.
Piştî pencîh salî û 28 berxwedanên bixwîn û wêranî; Abdullah Ocalan bî zanista ku sînoran nasnake, bi felsefeyek gerdunî derkete holê. Li hemberî aqlê dewleta otoriter, aqlê gelê demokratîk û civakên sosyal avête holê.
Rastî ev e!.. Aqlê dewleta otorîter, kujer e, hemû baweriyan entegreyî nijada serdest dike; demokrasî, edalet, wekhevî, nasname, ziman, baweriyên cûda, kulturên cûda tune dike. Qerebalixên assosyal ava dike. Li welatekî assosyal ku demokrasî, edalet, maf, hiquq lê nebe, dîktatorî heye û dîktatorî jî bêyî kiryarên faşîzan nikare li ser piyan bimîne.
Ocalan, aqlê dewleta otorîter, zaaf û wesfên red û înkarê, mahkum kir. Di çarçoveyek zanistî de, got, ‘Aqlê gelan, demokrasiya rasteqîn, civakên sosyal tez û bîrdoza min e’ û li dijî teza aqlê dewleta otorîter û qerebalixên assosyal derket. Tevgerek Intelîjansiya ava kir û dest bi berxwedanê kir.
Ocalan, di sînorên dewletan de “federasyon-konfederalîzm” pêşniyaz kir û bi agirbestan li riyên çareseriyê geriya. Lê hêzên global û netewe-dewletan komploya korsanî ya 15ê Sibatê kirin pratîkê û bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, qiyameta li Kurdistanê dane dest pê kirin.
Dîlgirtina Rêber Ocalan, înkar û tunekirina gelê Kurd e. Vegera serdema Sykes-Pîcot û mahkumkirina gelê Kurd e. Vegera li serdema çete, dagirkerî, wêranî, talan û komkujiyên bi navê “sêva sor” e.
Komploya 15ê Sibatê, korsanî bû, li dijî kanunên gerdunî, Peymana Mafên Mirovan û peyrewa NY bû. Kiryarek bi vî rengî, tenê di sîstemên faşîst de, bi desteka rêxistinên otorîter dikare çêdibe. Tu behane, tu sedem vê komployê meşrû nakin.
Dubare dibêjim, Komploya 15ê Sibatê bû qiyameta li Kurdistanê!..
Gelo, bi komploya 15ê Sibatê, li Kurdistan û Rojhilata Navîn, li cîhanê şer bi dawî bûn? NA!… Bêhtir gûr û geş bûn.
Ya balkêş ew e ku, hêzên global bi komploya 15ê Sibatê û dîlgirtina Rêber Ocalan xwestin peymana Sykes-Pîcot biparêzin. Lê xwe dixapînin. Ne Kurdan, ne PKK, ne Ocalan, lê dewletên ku bi destê hêzên emperyal, weke dewletên tempon hatin avakirin; Tirkiyê û Îran peymana Sykes-Pîcot tune dikin û aqlê faşîst, gelan qirdikin.
Bi taybetî Tirkiyê, piştî ku hêzên emperyal, Rêber Ocalan radestî wan kirin, gewî bû, di serxwe ve çû, bitir bû, di êrîşên li dijî gelê Kurd de sînor nasnekirin, çekên kimyewî jî di nav de, gelek sucên mirovaniyê kirin û dike; li hemberî Ewropa jî dest bi lîstik gef û şantajan kir. Li hemberî Emerîka û NATO jî, bi Rusya re flort kir, çekên konvansiyonal kirrîn û hwd..
Tirkiyeyê, bi dagirkirina xaka Iraq û Suriye jî peymana Sykes-Pîcot tune kir. Îranê jî, di yek xetê de, ji Iraqê, heta bi Suriye û Lubnanê 500 baragehên eskerî avakirine. Ev jî tê wateya tunekirina peymana Sykes-Pîcot.
Xala sêyemîn dewletbûn jî, nabe xwedî mafên qirkirina gelan.
Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan ji bo van mafan hatin avakirin. Komîteya Venedîk, ji bo desturnameyên demokratîk werin amadekirin hate avakirin. Xwedê giravî NATO, ji bo parastina demokrasî û mafên gelan hate avakirin- (! – ?)
Maat-teessûf, dewlet-netewe bûne çavkaniyên kiryarên gelekî xerab. Yekîtiya Ewropa ku îddîa dike hemû riyên cîhanê digihine avaniya li Schumanê, xwe wekî “navenda şaristaniyê, şefkat, dilsozî û parastina nirxên mirovaniyê” dibîne, teşbîh giran be jî, maat-teessuf bûye “dîwan-î eskerî.”
Em bi du mînakên kolan û civakî dewam bikin: Komploya 15ê Sibatê, bi fikrê selefkariya Hecî Pepe hate kirin. Van hêzan, çakûç hem li nal xistin, hem li bizmar xistin. Di encamê de bê sînor mirov hatin kuştin, gund û bajar hatin wêrankirin. Ev wêranî û tunekirin dewam dike.
Hecî Pepe Midyadî bû, pirr dewlemend bû, selefa selefê distand, hemû esnaf, karmed û gelek gundî dibin selefa wî de dinalîn. Wekî “Bazirganê Venedîk” kar dikir. digot, eger pereyên min nedin, ez ê heta bi derpiyê jin û keçên wan ji wan bistînim.
Lê hêzên komploger, li gel şelandina heta bi derpiyên mirovan, cane wan jî distînin.
Nalbent Heydo jî, li anîşka rastê ya çaryana Midyadê dewarên stur (hesp, bergîl û mehîn) nal dikirin. Digot, eger ez çakûç hem li nal, hem li bizmar bidim, wê sima heywan parçe bibe û seqet bibe. Ev jî gunehkariyek mezin e. Ez nikarim vî barê giran hilgirim. Lê Hêzên komploger, bê perwa çakûç li nal jî, li bizmar jî dixin:
Vêce, Komploya 15ê Sibatê, selefkariya Hecî Pepe û şer-îyeta keyfî ye û kiryarek canawarî ye. Her canawerê ku agir ji devê xwe bibarîne zebaniyê li devê dergehê dojehê ye. Lewma dibêjim komploya 15ê Sibatê qiyameta li Kurdistanê ye.