Li dijî tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 35 meh in agahî jê nayê wergirtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Taybet tê ragirtin, delegasyonek ji Ewropayê hat Stenbolê. Şandeya ‘Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Delegasyona Navneteweyî ya li dijî tecrîdê’ ku di nava wan de parlamenter jî hene, wê du rojan li vir hin serdanan pêk bînin. Navnîşana şandeyê ya îro ya ewil Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bû ku parêzeriya Rêberê Gelê Kurd dike.
Şandeyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya li Beyoglûyê kir. Parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Rêzan Sarica û Mazlûm Dînç û Berdevka Karên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunayê şande pêşwazî kirin. Nûnera Partiya Çep a Almanyayê Konstanze Kriese, Seroka EFA’yê Maria Lorena Lopez De Lacalle, Nûnera Partiya Çep a Swêdê û Forûma Çep Ann Jessica Theresa Karlqvîst, Senatorê Meclisa Netewî ya Îspanyayê ya Eh Bildu (BASK) Josu Estarrona Elizondo, Wekîla Parlamentroya Katalonyayê (CUP) Montserrat Vinyets Pages, Senatora Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Ségoléne Amiot, Şêwirmendê Koma Partiya Fransayê ya Serî Natewînin Clément Evans û parlamentera Partiya Sor a Norveçê Hege Bae Nyholt di nav şandeyê de cih digirin.
Parêzer Îbrahîm Bîlmez, di serdanê de qala hewldanên ji bo rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan dikin kir. Bîlmez, der barê bêdengiya mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî tecrîda Îmraliyê û hewldanên navneteweyî yên ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re agahî da şandeyê.
Piştî serdana ku ji çapemeniyê girtî pêk hat, Bîlmez got, “Me têkildarî tecrîda li ser muwekîlên xwe yên li Îmraliyê agahî dan. Me got, ev piştevanî ji bo me gelekî girîng e. Em dixwazin pêşî li hewldanên hiqûqî yên ji bo dîtina Birêz Ocalan bê vekirin. Ji ber vê yekê jî em serdana heyetê gelekî girîng dibînin.”
Piştre jî heyetê metna xwe xwend û ragihand ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd hîn jî bandorê li Tirkiye û herêmê dike.
Heyetê diyar kir ku ji salên 1990’î dema DEP’ê û bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê girtî û vir ve, hêzên siyasî yên ku temsîliyeta îradeya gelê Kurd dikin, ji bo dawî li dijminatiyê bê anîn û di navbera hikumeta Tirk û tevgera azadiyê ya Kurd de hevdîtinên aştiyê bêne kirin, bang dikin. Lê belê dewleta Tirk timî bi êrîşkarî û zextê bersiv da van bangan.”
Di metna heyetê de hate destnîşankirin ku divê êdî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were û got, “Ji bo pêvajoya bi armanca çareseriya siyasî ya mayinde û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ji nû ve destpê bike, hem divê zextên li ser partiyên siyasî yên qanûnî hem jî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Abdullah Ocalan ji sala 2005’an û vir ve modela Konfederalîzma Demokratîk diparêze. Partiyên pêşverû yên ku em temsîliyeta wan dikin, nêzîkatiyeke femînîst û ekolojîk a ku ji jêr ber bi jorê ve bi perspektîfekê dimeşe, ji bo her kesî û civakeke adîl hêzeke baş e. Em tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke binpêkirina mafên mirovan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî dibînin û şermezar dikin. Êdî dem dema aştiyê û jiyana bi hev re ye. Dema serbestberdana Abdullah Ocalan e. Dema jiyana aştiyane û bi hev re ya li Rojhilata Navîn e.”
Di dewama metnê de hate gotin, “Em ê tevî Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Kurdistanê û rêxistinên li vê derê têne temsîlkirin, ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê bikevin nava hewldana tevgerkirina çavdêrên hilbijartinê. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo Delegasyona Ewropayê dewam bikin ku DEM Partiyê di 19-21’ê Sibatê de lidar xist. Em ê bi dîtina parlamenterên ji neteweyên cuda ya ji bo piştgiriya bi mafê tevlîbûna azad a li hilbijartinê ya DEM Partiyê kêfxweş bibin.”
Heyetê piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Heyet wê di nava rojê de bi rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinê bike.