Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş her roj girantir dibe û malbatên wan jî bi wan re tên cezakirin. Şîvekar Ataş yek ji girtiya nexweş e. 8 sal in girtî ye û tevî nexweşiyên xwe jî nayê berdan. Şîvekar Ataş di 8 salan de li girtîgehên Mûş, Tarsûs, Enqereyê ma. Niha jî li girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê tê ragirtin. Di girtîhegê de nexweşî pêre çêbûn. Li girtîgehê nayê tedawîkirin. Dayika Şêwekar, Rabîa Ataş di nava çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ de cih digire. Rabîa Ataş bal kişand ser rewşa keça xwe û wiha got: “Keça min neşweş e. Tevî nexweşiyên wê dîsa jî wê nabin nexweşxaneyê. Dewlet hem li zarokên me û hem jî li me îşkenceyê dikin.”
Rabîa Ataş bal kişand ser rewşa keça xwe û wiha axivî: “Di 8 salan de keça min sirgûnî girtîgehên Tarsûs, Enqere, Mûş û Stenbolê kirin. Niha li Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê tê girtin. Her cara ku ew sirgûn kirine tundî lê kirin. Dema anîn Stenbolê heta demekî doşek nedan wê. Her tim mafên wê binpê dikin. Di sala 2019’an de nexweşiya dil lê peyda bû. Her ku diçe nexweşî lê giran dibe. Çend caran ew birine nexweşxaneyê. Gotin dê emeliyat bikin, lê heta niha tiştek nekirine. Niha ji 20 rojan carek dibin nexweşxaneyê û derzî yê lê dixin. Dema nexweşiya koronayê qet derman nekirin. Hin nexweşiyên wê yên din jî hene. Lê wê derman nakin. Dema ew birin Stenbolê, em jî çûn Stenbolê û em salekê man. Wê demê em diçûn serdanê, lê niha em nikarin biçin. 5 sal in min keça xwe nedîtiye. Keça min dûrî min e û nikarin biçin ziyareta wê.”
Ataş, da zanîn ku parêzer li ser mijarê disekinîn û wiha lê zêde kir: “Lê ji parêzeran re jî astengiyan derxistin. Kesên ji keça min nexweştir hene. Wan jî bernadin. Dema ku zarokên me berdin em ê karibin wan li malê derman bikin. Herî dawî destûr nedan ku parêzer wê bibinin.”
‘Bê sûc tên cezakirin’
Ataş, bilêv kir ku zarokên wan bêsûc in û wiha pêde çû: “Keça min ji ber ku ziman, çand û nasnameya xwe parast hat girtin. Zimanê me hebûna me ye. Em mecburin ziman biparêzin. Tecrîda îro li dijî Birêz Ocalan, li ser hemû nirxên gelê kurd e. Ji bo hemû girtiyên zindanan azad bibin em Nobeda Edaletê berdewam dikin.”
Rabîa Ataş, diyar kir ku gelek girtiyên li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê girtiyên dîl têne girtin bi nexweşiyên giran ketine û wiha got: “Girtiyên nexweş pir in. Nayên berdan û nayên dermankirin. Her wiha çawa ku hemû girtî xwedî maf in bi malbatên xwe re bi telefonê biaxivin û hevdîtinan bikin, divê birêz Ocalan û her sê hevalên li cem wî jî karibin bi malbatên xwe re hevdîtinan bikin. Hewceye ku malbatên wan jî karibin biçin serdana wan û hevdîtinan bikin. Dema ku birêz Ocalan azad bibe, dê hemû gelê kurd û gelê cîhanê azad bibe. Zarokên me bi nexweşiyên giran ketine. Gelek ji wan jî nexweşên pençeşêrê ne. Mirov naxwaze ku bibêjin gelo ew ê bi saxî derbikevin an na? Tevî nexweşiyên wan, dema wan dibin nexweşxaneyê bi ranzayan ve kelemçe dikin û tedawî dikin. Heq, hiqûq û edalet li cem wan nîne. Em nikarin bendewariya mirovatiyê ji vê dewletê bikin. Dema ku birêz Ocalan azad bibe, dê hemû gelên bindest jî azad bibin.”
Em edaletê dixwazin
Ataş, bal kişand ser girîngî û wateya Nobedên Edaletê û wiha domand: “Çalakiyên ku malbatan li gelek bajaran dane destpêkirin gelek pîroz û bi wate ne. Eger ne ji bo azadiya Rêber Ocalan û azadiya gelê kurd bûya di vê sir û seqemê de kes ji mala dernediket. Armanca wan jî bi destxistina edaleteke mayînde ye. Em dixwazin hemû gelê kurd rabin û piştgiriyê bidin çalakiyan. Tev li çalakiyan bibin. Çawa ku kevokên aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê hatin herkesî ew bi girseyî pêşwazî kirin, hewce bû ku di van çalakiyan de jî gel bi girseyî beşdar bibe.”
Bang li demokratan kir
Ataş, bang li hemû saziyên xwedî wijdan aştîxwaz û demokrat kir û wiha bi dawî kir: “Bila hemû kesên demokrat, saziyên sivîl piştgiriyê bidin çalakiyan dayikan. Her kes xwedî berpirsiyar e ku tev li têkoşînê bibe. Ev erka hemû kesan e. Pêwist e ev çalakiya nobedê tenê li ser pişta malbatên girtiyan nemîne. Dema ku em hemû piştgiriya van çalakiyan bikin em ê heq, hiqûq, aştî û azadiya xwe bi dest bixin. Em mafên xwe yên jiyanî û mirovahiyê dixwazin. Her roj zarokên me li ber çavên me dihelin û bi awayekî fîzîkî têne qetilkirin. Bila dayikên leşkeran jî bên destê xwe bidin me. Em bi hev re vî barê giran rabikin. Bila ne zarokên wan bêne kuştin û ne jî yên me. Ew jî însan in û em jî însan in. Daxaza me azadî û aştî ye.”