Her ku serdestiya-mêr xurt bû, civak ji rastî, agahî, zanyarî, çand û heqîqeta xwe dûr ketin çêbû! Îktîdar ku her diçe zeximtir dibe, ji wêrankirina bîra civakê ye ku nema rastî tê veşartin. Ya qenç ku desthilatdarî, ji darê kotekê fêm dike…
Em ketin pey şopek dûr û dirêj a bi nasîna zimanê gerdûnê yê rêya heqîqêt ê, meşa xwe di şivan rêkan re di gelî û newalan re domand ku xwe bighînin hêla çiyayê qudred ê. Ew çiyayên asê ku xwedawendan, lê textê xwe danî. Xwişe xwişa pêlên bayê kur e; li asîmanan liv û tevgera qulingên beriyê ye. Fêkiyê dara guzê; ji ber destê warguhêzên canga çiyan maye, ji daneheva keda destên wan bejna loda hêviyê ye.
Mirovên qenc li hevhatîne, bi bîra xwe, dîrok û hêza xwe bawerî anîne. Li ezmûna dîrokê, bi plan e xwedî xewn û xeyal e. Li gel hişmendiyê bîr e, bi fikrê xweşik, rêxistinbûn e. Hilberîna ku bi çengek ax zêde bûye, dibe tovê jiyanê yê ser rûyê dinê, ji dendika wê mirovahî jê xuliqiye… Ji hilpekîna xurcika xwezayê, zayîn çêbû.
Bîra zanînê ya ji xeyalên zarokatiyê ber bi vesazkirina ramanekî hizirî yê ji dendika genimê sor e, mirov bi lêhûrbûnên ponijandî yên ji kurahiya dîroka hebûne, heyîn vejandiye. Mirovahî ji ferqa xwe, mêjiyê gerdûne şopandiye, têgihiştiye û li pey vekolîna nasîna heqîqî, li pey şopa piyên kevnare çûye. Em bêjin, serpêhatî û çîrokên civaka me li gel pîneyên boxcika dapîran di hembêza wan de berhev bûye…
Rîşên motîfî yên genimî, yek ji hilberîna rengê vê xakê hilgirtiye. Ji dirêjahiya silsileya kur a dîroka antîk a mirovahiyê, tevî tîrêjên berbanga rojê bûye. Şahidiya dîrokê, ji hilatina rojê qutnebûye, ji rêze çiyayên rojhilatê welêt ronî bilind bûye.
Mirovahî ji dawerivîna motîfên serpêhatî, lêgerîna pirsên ji heqîqetê bi rê ketiye. Mirov/kes, ji pirsa ‘heqîqet li ku ye’rê girtiye. Û bi pirsên mîna ‘kî me, ji ku me’ ji bîra dîrokê pirsiye. Dikarin bêjin ku mirov li pey lêgerînên bersiva pirsên xwe ketiye, li pey serpêhatiyên karwanê rêwiyan ên rêya dûr û dirêj beziye… Bi naskirina fikrê Rêber Ocalan re, mirovahiya bindest bi heqîqeta xwe hesiya…
Aleqeya herî pîroz a dayikê, mûjiliya wê ya şîrdayîna zarokê ye ku mezinkirina zarokê li ba her dayikê ji watedayîna jiyanê wêdetir e! Zarok, ji dayika xwe li ferqa hebûna xwe pirsiye. Hînbûna seretayî ya zarokê, çav gerandina li rastî û dîtina heqîqetê bûye. Di kombûna şaneya ewil a civaka mirovhiyê de, dîtbarî, şopa kedê ya destê dayikê ye; çavkaniya hêzê bi daneheva dayikê ye, ji qilana malbata mirovahiyê ya rûmete ye! Jin, ji bo avakirina kedê heta watedayîna jiyanê ye; pêşdeçûna civakî ya rêxistina mirovahiyê ye.
Pêdivî, elaqeya kes a ji bo azadiyê; hebûna nasnameyê ye. Heger ku kes ji gerdûne hizra misqalê ye, ji temsîla çanda civakê ye… Mirov, ji hebûna xwe civakê ava dike, bi civaka xwe mezin dibe. Kes, ji gerdûnê tevahî dilopeke; ji xwezaya gerdûnê pêlek e.
Ji desthilatdariya hiyerarşîk ber bi avakirina hişmendiya mêtîngeh a çîna serdest ve hiyerarşî li ser biçûk xistina keda jinan, pergala zordestiyê ava bûye. Rageşiya meyla çîna serdeste ku xwe li ber hilberîna civakê xweş dike; Ji lewma destdirêjiya ewil a serweriya mêr li ser berhemên fikrî/wêjeyî yên civakê destwerdan kiriye. Destdirêjiya zihniyeta serdest her çi nirxên bedew ên dîrokê heyî desteser kiriye, bi demê re bi rêk û pêk ji ceweherê wê pûç kiriye. Rêber Apo, li dijî hişmendiya vê pergalê, hêza xwe parastine ya rûmetê ava kir.
Her ku serdestiya-mêr xurt bû, civak ji rastî, agahî, zanyarî, çand û heqîqeta xwe dûr ketin çêbû! Îxtîdar ku her diçe zeximtir dibe, ji wêrankirina bîra civakê ye ku nema rastî tê veşartin. Ya qenç ku desthilatdarî, ji darê kotekê fêm dike…
Di vegotina hemû çîrokan de, rû bi rû mayîna êrîşên pijavtinê ya civaka kurd pê qewimiye. Tevî wan hemû êrîşan jî vegotin, cewher ji keramete qutnebûye, heyîna xwe ji çepel, neqencan parastiye. Di hembêza evîna jiyanê de, bi hêza xwe stiriye.
Pêwîstiya naskirin û xebatê divê
Reva ji nasnameya xwe, tirsa ji rastiya civaka xwe ye; ji heqîqeta dîroka xwe ye, ji rastiya têkoşîna azadiyê ye. Ji bo vehunandina têkoşîna nasnameya azadiyê, zanabûna hişmendiya bîra dîrokê divê. Ji vê yeke re pêwîstiya naskirin, xebatê divê. Ji bo destxistina çanda civaka azad, gengazî bi têkoşînê heye ku têkoşîn ji hêmanê esasî yê mezinkirina destkeftiyan e. Wêjeya azad, fikrê azad e, ji holê rakirina dîwarên zilmê ye, parçekirina zincîrên koletiyê ye. Rêxistinkirina hizra xistela serbixwe û hebûna nasnameya civaka azad e. Rêxistin, ji bîra civakbûne ye.
Li welatê kurdan li Kurdistanê, pîvana xeta welatparêziyê fedayîtiye! Hêza mejî, hêza evîndariyê ya di dil, mejî û ruh de li gel hev yek e. Evîna mezin a herî rast jî ev e, hêza parastina welêt e…
Vejandina xebatên parastina çand û wêjeyê, bi komkirina danehevên ji dîrokê û rêxistinkirina civaka azad e. Şer, ku ji bo azadiyê ye, ew kêliyên herî xweş ên bi tama rêveçûna ber bi meşa dirêj a serfiraziyê ye. Ji bo wê divê em fikrê Rêber Abdullah Ocalan, baş bixwînin, li ser bihizirin, kûr bibin, hîn bibin, qinyat bînin û li gel civakan bidin nasîn. Xwe pê gihandina hizrî ya Rikrên Rêber Ocalan, têgihiştina wateya azadiyê ye…