Bandora vîrûsa koronayê ya salek berê li Çînê peyda bû û li hemû cîhanê belav bû, didome. Ji roja ku vîrûs belav bûye heta niha, gelek welat ji bo vîrûsê bixin bin kontrola xwe, gelek tedbîrên cur bi cur digirin. Yek ji van tedbîran jî qedexeya derketina derve ango mayîna li malê ye lê ev tedbîr di nav salekê de bi xwe re pirsgirêkên cidî jî derxistin holê; yek ji wan jî tundiya li nav malê ye.
Ji roja ku tedbîrên ji bo korona zêde belav nebe û nebe sedema mirina mirovan hatine girtin, tundiya li nav mal/malbatê û bi taybetî tundiya li ser jinan derketiye asteke bilind. Bi carekê tundiya li ser jinan ji sedî 30-40 zêde bû. Dibe ku ev rêje hîn zêdetir be.
Piştî zêdebûna tundiya li jinan li gelek welatan, ji bo pêşîlêgirtina tundiyê torên piştevaniyê hatin avakirin û qaşo gelek welat jî hin qanûnên xwe guhertin. Ev guhertin pêşiya tundiyê negirt, berovajiyê vê tundî her çû zêdetir bû.
Di nav saleke vîrûsa koronayê de, di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê tundî û qetilkirina jinan a ji aliyê mêrên ku bi qanûnên serdestan tên parastin, zêdetir bû. Her roj tundî li jinan tê kirin û jin tên qetilkirin.
Bi taybetî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, her roj bi dehan jin rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Têkildarî vê mijarê tu tedbîrên rayaderan tune ne, berovajiyê vê hikûmeta heyî hewl dide bi guhertina qanûnan, tundiya li jinan zêdetir bike û mêrên tundiyê li jinan dikin û wan qetil dikin jî bi qanûnan wan diparêzin.
Daneyên UN Womenê
Têkildarî mijarê Rêxistina Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Women) daneyên tundiyê yên 2020’an parve kiribûn û li gorî daneyan tundiya li ser jinan bi şewbê re gihiştiye asteke bilind.
Li gorî daneyên UN Womenê (Neteweyên Yekbûyî Jin) ku dawiya meha îlonê aşkera kiribûn, bi qedexeyên têkildarî koronayê re li gelek welatan bûyerên tundiyê yên li dijî jinan û giliyên ji ber tundiyê ji sê paran yek zêde bûye.
Di raporê de hate ragihandin ku rêjeya tundiya li jinan li Sîngapûrê ji sedî 33, li Fransa û Qibrisê ji sedî 30 û li Arjantînê jî ji sedî 25 zêde bûye.
Li gorî daneyên UN Womenê di dema şewbê de li Afrîkaya Başûr û Nîjeryayê bûyerên destavêtina li jinan zêde bûne û li Perûyê jî windakirina jinan heye. Li Brezîlya û Meksîkayê bûyerên kuştina jinan zêde bûne.
UN Womenê destnîşan kir ku astengiyên derketina derve yên ji ber şewba Kovîd-19’ê jiyana jin û zarokan bêewletir kiriye û li gorî vê yekê jin li mala xwe girtî dimînin û dibin hedefa tundiyê.
Li gorî texmîneke cuda ya Neteweyên Yekbûyî, hişyarî hatibû dayîn ku bûyerên tundiyê yên di dema şewbê de 30 milyon zêde bibin.
Mekanîzmaya xweparastinê
Di rapora UN Womenê de ku du meh berê hatibû aşkerakirin, hat diyarkirin ku tundiya li jinan tu demê kêm nebûye, her diçe zêde dibe û bi koronayê re jî ev tişt derket holê.
Di vê mijarê de tişta ku divê jinên cîhanê bikin ev e; divê jin tu carî baweriya xwe bi qanûnên mêrên serdest neynin, ji ber ku mêrê serdest ku her demê dixwaze jinan têk bibe tu carî ji bo ewlehiya jin û zarokan qanûnên xwe naguherîne berovajî dê her tim qanûnên xwe li gorî bêparastinhiştina jinan çêbike; divê jin li her qada jiyanê mekanizmaya parastina xwe bi xwe saz bike, ji ber encax jin dikarin bi mekanizmaya xwe, xwe û civakê biparêze û pêşî li êrîşan bigire.