Li Stockholm gelek bûyer rû didin. Serokê Komela Nivîskarên Kurd ê Stockholmê, der barê Mîr Celadet Bedirxan de, ramanê xwe lê kirine û wî bi bîr tîne. Karek çê, qiseyên xweş.
Mîrza M. Alî Kut, berê bi Hesenê Metê û Kirîv re, bi rêya weşanxana Welat, nemaze ji wêjeya rûsî, berhem wedigerandin kurdî. Karek biserketî û hêja bû. Birêz M. Alî Kut çîrokan dinivîse. Wergerên wî yên ji mîtolojiya yewnanî bo kurdî, cîhê şanaziyê ne.
Wê dema dawî, M. Alî Kut beg, bi îlham û behna berstukzer yên doberên xwe li xerîbiyê, dibin sîwan a nostalgîyek traomatîk, sengerek taze vekiriye û derheqa M.C. Bedirxan û rola wî ya di nav tevgera kurdan de pesnan dide, çavgirtî qesîdan dibêje. Tuşî yek ji şaşiyên ‘diyaspora’ kurdan dibe û rê dide ku em çend peyvan bêjin.
Alî Kut gotinên Hawarê dupat dike; “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî dê heyîna zimanê me bide nas kirin. Lewma ku ziman şertê heyînê ê pêşîn e.Hawar jê pêve bi her tiştê ku kurdanî û kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyast jê dûr e, xwe naxe siyasetê. Hawar siyaset ji civatên welatî re hiştiye, Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn û huner de bixebitin.”
Diyar û xuya ye ku armanca M.C. Bedirxan, ne ronahîkirin û zelalkirina têgeha polîtîkayê ye. Armanca Hawarê li wir naveroka wê ye ku dil heye xwe ji polîtîkayê bide paş.
Desthilatdar û delalên wan, wisa li polîtîkayê kirin e ku ji heft çemên derewan avê tînin û bi ser serê xelkê de dibarînin; ji bo mirov xerîbên xwe bin, daku rastiya jiyanê nebînin û nikaribin şert û mercên wê biguherînin. Aktor pirin. Hin ji wan bi navê Xoma (Homa) vî karî dikin. Dagirkeran rext û tifing girêdane û bi navê komaran li Enqerê, Tehran, Bexda û Şamê bi vî karî radibin. Hin ji wan li meclîs dibistan û zanîgehan, bi kelk û îmtiyaz, rê li xelkê şaş dikin û xapînok in. Û hin jî di bin zext û çavsoriya wan de, bêhemd dikevin xefka wan. Barê şoreşgeran girane!
Gava mirov nikaribe têgehên polîtîk ya bi naveroka xwe teng, ango rêxistinî û polîtîkaya bi wateya xwe berfireh – jiyan bi xwe ye- ji hevdû cuda bike, di encamê de polîtîka dibe xalek neyînî û civat felc dibe. Barê me hîn jî girantir dibe.
Cegerxwîn bersiva hin pirsên ka em ê çi bikin, di helbest û dîwanên xwe de dane. Di berhema xwe ya Bîra Qederê de, Mehmed Uzun çend aliyên jiyan û ramanên M.C.Bedirxan bi me digihîne:
1- M. C. Bedirxan kilk û para xwe ji raman û niviskarên Serdema Ronahiyê çê vergirtî ye.
2- Ger di nav ronakbîrên kurdan de sosyal lîberal – ku îro pir çetîn e – hebin, ew bi xwe yek ji yên naskirî ye.
3- Di pirsgirêka kurd û komara tirkî de, dîtinên xwe revîze kirine, ango carek din ’kumê xwe daniye ber xwe’ da ku bi ser rê vebe.
4- Li nik M.C. Bedirxan, Quran ne tê de, cîh ji ezberê re nîne. Mîna mindalekî (zarokekî) bi meraq, li ketin û rabûnên xwe, civata xwe, netewa xwe û li mercên cîhanê kolaye û zanistî bi me re parvekirî ye. Erê, M.C. Bedirxan ji xebata polîtîk re hertim li rêbazan geriyayê. Di rêwşa kambax a kurdan, ya piştî serhildana Agiriyê de wî dev jî polîtîkayê, mîna Mîrhem Yigît jî ameje pê dike; di kar û barên polîtîk de M.C. Bedirxan mewzî guhertine.
Her wiha Mehmed Uzun jî heman kar kiriye; dest ji xebata rêxistinî berda û bi wêjeyê daket. Gelo Mehmed Uzun berê xwe ji polîtîkayê guhert? Dewleta tirk (TC) berî me bersiva vê pirsê daye. Naxêr, Mehmed Uzun dev ji polîtîkayê berneda, wî senger guhert.
Em cardin vegerin mijara M.C. Bedirxan. Ma nejixwe; ger helwesta Bilûra Min kovarên Hawar û Ronahî ne kar û barên polîtîk bin, dê çi bin? Ma ne bi saya serê van helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û yên mîna wan asoya xebata kurdan a polîtîk berfirehtir û ronahîtir bûye?