Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li Ewropa û ba kurê Kurdistanê meşên mezin hatine destpêkirin. Li Ewropa 25 kes, li ba kurê Kurdistanê jî 75 kes dê heta 15’ê sibatê bimeşin. Li bakurê Kurdistanê Meşa Azadiyê ji milê Qers û Wanê dest pê kir û didome. Rêwiyên Azadiyê ku di 1’ê Sibatê de ji milê Qersê dest bi meşê kirin, di rêwîtiya xwe de li Qersê, bajaroka Bazarcix a Dîgorê, Dîgor, navçeya Qulpe ya Îdirê, Îdir, Bazîd, Giyadin, Avkevir, Agirî, Panos, Milezgir, Kop, Qereçoban, Xinûs, Gimgim, Kanîreş, Dep û Dêrsimê bi gel re hatin cem hev. Rêwiyê Azadiyê piştî meşa li Sêrt û Êlihê dê di 13’ê sibatê de li Amedê bin. Di 15’ê Sibatê de dê li Amara bi girseyî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Berivan Bahçecî ku di 1’ê Sibatê de li Qersê beşdarî milê Serhedê ya Meşa Mezin a Azadiyê bû, der barê armanca meşê û pêngavê de ji rojnameya me re axivî.
Li gorî we armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çi ye?
Me li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meşa Mezin a Azadiyê dest pê kiriye. Ji ber ku li ser Birêz Ocalan tecrîda mutlaq heye. 25 sal in li ser Ocalan tecrîdeke pir giran tê meşandin. Di nava 25 salan de 3 salên dawî tecrîd êdî bûye tecrîdek mutlaq. Li dijî vê tecrîda mutlaq; wekî gelê kurd, dostê kurdan li tevahiya cîhanê pêwistî bi tevgerekê hebû. Pêdivî bi têkoşînke li dijî tecrîdê hebû. Ev jî têkoşîna azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bû. Dem bi dem li dijî tecrîdê plansaziya çalakiyan dihat kirin. Lê van çalakiyan zêde encam nedigirt. Her dem milekî wan çalakiyan kêm dima. Bernameyên 2-3 rojan an jî hefteyekî dihatin amadekirin. Lê van bername û çalakiyan tecrîd neşikand. Bernameyek mîna ya niha ku ji 2 milan em bigerin û li ser rol û rista tecrîdê bi gel re biaxivin û fikrên gel bistînin derneketibû. Lewre pêdivî bi vê çalakiya Meşa Azadiyê hebû.
Armanca tecrîdê çi ye?
Dema fikr û ramanên Birêz Ocalan digihêje civakê wekî ku tu avê bide nebatekî ji nû ve zîndî dibe. Bi ruh û geş dibe. Dema fikra Birêz Ocalan digihêje siyaseta kurd, siyaseta kurd ronî dike. Fikrên Birêz Ocalan pêşiya siyaset, civak û gelan ronî dike. Dema siyaseta kurd biryarê didin li gorî vê ronahiya fikrê dimeşin. Pergal naxwaze gel û siyaseta kurd xwe bi rêxistin bike. Naxwaze kurd û siyaseta kurd bê ronîkirin. Pergala serdest ji ber ku naxwaze gelê kurd xwe bi rêxistin bike û ronî bibe, dixwaze têkiliya Birêz Ocalan û gelan ji hev qut bike. Tecrîdkirina gelê kurd û gelan din tecrîdê kûrtir dikin. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîdê li ser gelê kurd û hemû gelên cîhanê dimeşînin. Pergal baş dizane ku gelê kurd birêz Ocalan wekî pêşeng û rêberê xwe dibîne û bi ev nasname bi hemû cîhanê dane naskirin. Dema fikra Birêz Ocalan digihêje gelê kurd, tevger, hest û têkoşîna gelê kurd cuda dibe û li gorî fikrên Birêz Ocalan teşe digire. Ji ber vê yekê pergala serdest hewl dide Ocalan û gelê kurd ji hev qut bike û dûr bixe.
Rola hêzên hegemon û Ewropayê di vê tecrîdê de çi ye?
Bandora desthilatan û rola dewletên Ewropayê teqez li ser tecrîdê pir zêde ye. Saziyên wekî CPT, DMME, KE durûtiyan dikin. Heta niha CPT gelek caran hat Tirkiyeyê. Lê raporên xwe di dema xwe de aşkerea nakir. Li gorî hiqûqê gavan navêje û zorê li Tirkiyeyê nake. Ji ber ku di navbera Tirkiye û dewletên rola wan di tecrîdê de heye berjewendî heye. Dewletên Ewropayê ji ber berjewendiyên xwe zorê li Tirkiyeyê nakin. Jixwe komploya 15’ê Sibatê jî bi berjewendiyên aborî û siyasî ve girêdayî ye. Ji ber fikrên Birêz Ocalan, fikrên aştî, wekhevî, demokrasî, azadî û modernîteya demokratîk in û li dijî paradîgmaya kapîtalîst, polîtîkayên şer, talankirin, wêrankirin, zilm, zordarî, girtin, kuştin û kolekirinê ye. Ji ber van sedeman dewletên navneteweyî bi destê Tirkiyeyê tecrîdê kûrtir dike û polîtîkaya Tirkiyeyê ya tecrîdê red nake.
Gelo Konseya Ewropa, DMME û welatên Ewropayê zextê li ser Tirkiyeyê bikin wê karibin tecrîdê rakin?
Belê eger dewletên Ewropa û Konseya Ewropa bixwazin dikarin tecrîdê bi dawî bikin. Dikarin zextan li Tirkiyeyê bikin. Lê mixabin ji ber ku naxwazin vê yekê nakin.
Armanca meşê çi ye?
Me di 1’ê Sibatê de ji milê Qersê dest bi meşê kir. Me gelek bajar û navçeyên din ziyaret kir. Rêwîtiya me ya bajar û navçeyan zêdeyî hefteyekê derbas dibe. Li hemberî kelecan, bawerî, biryar û sekna gel mirov bi rastî pir kelecan û hestiyar dibe. Li gel şert û mercê hewayê yê dijwar jî, dema em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd diçin bajar û navçeyan ziyaret dikin, gel pir bi dilgermî, jidil û bi hestên pir kûr û bi wate me peşwazî dike. Ji ber ku gelê kurd ji vê dozê bawer kiriye. Ji bo vê dozê canê xwe, malê xwe daye. Bedelên pir giran daye. Gelê kurd Birêz Ocalan ji bo xwe wekî rêberekî dibîne. Lê îro nikare dengê rêberê xwe bibihîze. Nikare der barê tenduristî û jiyana wî de agahiyê bigire. Ji ber vê yekê hestên gel pir cuda ye û mirov bandor dike. Di vê rêwîtiyê de dema em kolan bi kolan, navçe bi navçe û bajar bi bajar digerin, em vê hesta girêdayî Birêz Ocalan di rengê çavê wan de dibîne. Di germahiya dilê wan de dibîne. Di pêşwazîkirina wan de dibîne. Dema dayik tên me pêşwazî dikin, têne ruyê me û me hembêz dikin, hêsir ji çavên wan tê. Bêyî ku bipeyivin, hest û fikrên xwe bi çavên xwe, bi pêşwazîkirin û nerînên xwe bir zelal tînin ziman. Dema em li vê sekn, hest û helwesta gel a pêşwazîkirinê dinere, em dibînin ku gelê kurd çiqas aştîxwaz e, lê ne şerxwaz e. Em dibînin ku çiqas dixwaze rojek berî rojekê, kêliyek beriya kêliyekê Birêz Ocalan azad bibe.
Di meşê de daxwazên derdikevin pêş çi ne, dikarin ji me re vebêjin?
Bernameyek meşê hatiye derxistin. Em li gorî vê bernameyê dimeşin. Em rêxistinên li navçeyan ziyaret dikin. Êvaran li taxan tev li civînên gel dibin. Rayedarên dewletê dixwazin asteng bikin. Ji ber ku baş dizanin ji bo azadiya Ocalan meşekê dest pê kiriye. Dibînin ku rêwiyên azadiyê çiqas bi biryar in û bi bawer in ku dê teqez bi ser bikevin. Dibînin ku rêwiyên azadiyê bi biryar in ku xwe bigihîne hemû gelê xwe. Rayedarên dewletê jî vê bawerî û biryarê dibîne. Îqtîdarê bi taybetî di 10 salên dawî de bi tundî, girtin û kuştinê pergala xwe li ser gel ferz kiriye û bi kar aniye. Dema em di navçe û bajaran re derbas dibin, komên me bi çepik û dirûşman pêşwazî dikin; ev jî xuya dike ku bê gel çiqas tî û birçiyê azadiyê ye. Çiqas li dijî zext û tundiyan bêzar bûne. Di pêşwazîkirinê de gel dibêje ‘Em dixwazin rojek berî rojekê ew tecrîd bê şikandin û Rojek beriya rojekê Rêber Ocalan azad bibe’. Gel di peyama xwe de dibêjin ‘Ji bo azadiya Rêberê xwe em dereng mane.’ Ev ji bo gelê kurd hem rexneyek e û hem jî rexnedayînek e. Em duh li malbata kalekî temenê wî 80-85 salî bûn. Gala xwe ya berê dikir û qala xwe ya niha dikir. Digot ‘Di navbera demên berê û niha de ferqek pir zêde ye’ Bêriya wan rojan dikir. Digot ‘Dema ez vê meşa we ya niha dibînim ez diçim salên destpêka têkoşînê. Ez di vê meşa we de çalakî, têkoşîn û hestên berê dibînim.’ Ev jî nîşanî me dide ku pêdivî bi ruhekî nû, coşek nû, xebatek nû û kelecanek nû heye. Em dibêjin ev dem dema wê ye. Ev dem ew dem e. Dema em diçim cem wan gelek tiştan ji me re dibêjin. Pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin. Gelê kurd her tim her tişt di nava hev de jiya ye. Têkoşîn, êş û zor û zahmetî bi hev re jiya ye. Jiyana gelê kurd her tim bi têkoşîn derbas bûye. Ji ber vê yekê hest û kelecanek pir mezin heye.
Hûn di serdanan de qala çi dikin?
Gel baş dizane ku heta tecrîd neyê şikandin nikare azad bijî, nikarin ziman, çand, nasnameya xwe azad bijî, nikare statuya xwe biparêze. Nikare bi zimanê xwe perwerde bibe. Nikare di nava rojên xweş û geş de bijî. Nêzî 10 sal in di navbera gel û pêşengên gel de valahiyek, qutbûnek çêbûye. Gel û pêşengên xwe ji hev dûr ketine. Bandora zext, tundî û girtinê jî li ser vê yekê heye. Em di serdana gel de ewil qala wateya tecrîdê dikin. Em dibêjin heta ku tecrîd ranebe gel nikare azad bijî. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, gel nikare bibêje ‘Em azad dijîn’. Îro li zindanan jî çalakiya grevê didome. Her malbata ku em diçin serdana wan teqez yek ji endamê malbatê girtî ye. Hemû hest, daxwaz û fikr yek e. Em li ser avakirina ruhê nû, rêxistinek xurt û têkoşînek kurd diaxivin. Em dixwazin di serî de bi taybetî bi her awayî xwe bi rêxistin bikin. Di nava gel de şikandinek jî heye. Ji ber ku qutbûnek heye. Dema em li hev dinerin bêyî em tiştekî ji hev re bêjin, hêsir ji çavên me tên. Em dibêjn pêdivî bi ruhekî nû, jiyanek nû, kelecan û tevgerek nû heye.
Hûn pêngavê çawa dibînin?
Xwedîderketina dostên kurdan a li azadiya Birêz Ocalan ji bo me pir bi qîmet e. Em dibînin ku êdî Birêz Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd e. Êdî rêberê gelan e. Ji bo azadiya gelan têdikoşe. Ji bo demokrasiya tevahiya cîhanê têdikoşe. Ji ber vê yekê, çalakiyên dostên me, gelek bi qîmet e. Em dibînin ku êdî hemû cîhan fikrên Birêz Ocalan weke fikrên xwe qebûl dike. Fikrên Ocalan fikrên hemû cîhanê ye. Li gelek welatan pirtûkên Ocalan wekî rêber tên dîtin. Gelek welatan pirtûk û fikrên Birêz Ocalan ji xwe re kirine rêber. Em dixwazin ev pêngav berfirehtir û xurtir bibe.
Li Ewropa 25 kes û li Kurdistanê jî bi 75 kes dimeşin, çi peyamê didin?
Birêz Ocalan dikeve 75 saliya xwe. Ji ber ve yekê li bakurê Kurdistanê bi minasebeta 75 saliya Birêz Ocalan me bi 75 kesan dest pê kir. Em dixwazin bi peyama 75 kesan bibêjin ‘Em ê di 75 saliya Birêz Ocalan de azadiyê bînin û birêz Ocalan azad bikin. Hem di 25 salên xwe yên zindanê de û hem jî di 75 salên xwe de ji bo mirovahiyê û jiyanek bi rûmet gelek tişt dane me. Ji ber vê yekê di 75 saliya xwe de azad bibe girîng e. Li Ewropa jî 25 kes dimeşin. Ev jî tê wateya Birêz Ocalan 25 salin di tecrîdê de ye û dixwazin di 25 saliyên tecrîdê de birêz Ocalan azad bikin. Eger Ocalan azad bibe, dê jiyenek nû bê cîhanê. Dê kuştin, girtin, talankirin û wêrankirin bi dawî bibe. Dê hemû gel bi hev re bi rengê xwe bijîn. Dê êdî cenaze neyên û hemû dayik dê hêsirên çavan nebarînin. Birêz Ocalan di hevdîtinên xwe de gotibû ‘Hûn hefteyekî bidin min, ez dikarim di hefteyekê de hemû pirsgirêkan çareser bikim.’ Ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan ji bo jiyanek nû ya hemû gelan gelek girîng e.
Banga we û peyama we çi ye?
Birêz Ocalan di tecrîdê de ji bo jin, ciwan û gelan, têdikoşe. Em bang jin û ciwanan û gelên cîhanê dikin. Em dixwazin di serî de jin û ciwan destê xwe têxin bin kevir. Em bi hev re vê tecrîdê bişkînin. Em bêtir xwe bi rêxistin bikin û xurt bikin. Em ê teqez bi ser bikevin. An serketin an serkeftin.