Rojnameger û Edîtora Jinnews’ê Kibriye Evren di 9’ê sibatê de hatibû binçavkirin. Polîsan Kibriye Evren bi hinceta pere ji girtiyan re şandiye ew binçav kirin û birin Şaxa TEM’ê ya Kocaeliyê. Evren 4 roj in di bin çavan de tê girtin. Hat hînbûn ku polîsan bi hinceta Rojnameger Kibriye Evren di sala 2021’an de ji hevalên xwe yên girtî re pere razandiye, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye binçavkirin. Hat hînbûn ku der barê dosyaya Kibriye Evren de heta 3 salan biryara veşartinê heye.
Parêzera Kibriye Evren Şule Recepoglu, bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîtê serî li Dadgeha Cezayê Sulhê da û biryara binçavkirinê îtîraz kir. Li gel Kîbrîye Evren 15 kesên din jî li şaxa TEM’ê ya Midûriteya Polîsan a Kocaeliyê tê rawestandin.
Lêpirsîna Kîbriye Evren a Şaxa TEM’ê bi dawî bû û tê payîn ku îro wê sewqî dozgeriyê bikin.