Li Kampa Holê 43 hezar kesên ku ji malbatên DAIŞ’ê ne dijîn. DAIŞ hewl dide xwe li kampê ji nû ve zindî bike. Xwe di milê siyasî û leşkerî de bi rêxistin dike. Li dijî vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyonan kir. Hevseroka Rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan pirsên rojnameya me bersivandin. Henan anî ziman ku kesên di kampa Holê de dimînin iraqî, sûriyeyî, jin û zarokên DAIŞ’ê ne û wiha got: “Welatiyên iraqî ji sala 2016’an û vir de li kampê ne. Dema êrîşên DAIŞ’ê li dijî Misûl û Iraqê pêk hatin ew hatin kampa Holê. Wê demê hejmarek kêm bû. Nêzî 10 hezar kes bûn. Lê piştî 2019’an ku DAIŞ di şerê Bahozê de têk çû, kesên bi DAIŞ’ê re bûn, ji ber piraniya wan jin, zarok û kesên bêçek bûn, ew anîn Kampa Holê. Wekî sivîl hatin dîtin. Hejmarek pir zêde hatin kampê. Di sala 2019’an de nêzî 70 hezar kes li kampê bûn. Ev kesana tev Sûriyeyî, Iraqî û beşek mezin jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê ne.”
Ji 50 dewletan DAIŞ’î hene
Henan da zanîn ku nêzî 50 nasname li vir in û got: “Ji 50 dewletî mirov li vê kampê hene. Niha hinek ji Iraq û Sûriyeyê vegeriyan welatên xwe. Hin kesên ji Ewropa vegeriyan welatên xwe. Niha nêzî 43 hezar kes li kampê dijîn. Pêngava 3’yemîn a operasyona Ewlehî û Mirovahiyê tê li dar xistin. Di sala 2021’an de operasyonek pêk hatibû. Dîsa di sala 2022 û 2024’an operasyon pêk hatin. Kesên li kampê di sala 2019’an de dest bi kuştinê kirin. Di serî de kesê serokê meclisê û serokê komînê bûn kuştin. Kesên berê li vê kampê kar dikirin û nêzî milet û civakê bûn kuştin. An ew difetisandin, an jî ji piştre hesin li serê wî dixistin û dikuştin. Piştî dem derbas bû di kampê de çek hatin dîtin. Kamp li qadek pir mezin hatiye belavkirin. Erdekî pir mezin e. Ji ber vê yekê parastina wê zahmet e. Ji ber derfet jî tune û kamp jî mezin e, derfetên ku dora kampê bê dorpêçkirin û deriyekî wê yê elektronîk ku dema seyare tê re derbas bû hundirê wê xuya bike tune ye.”
Rojê 400 seyare diçin kampê
Henan bibîr xist ku rojê nêzî 400 seyare derbas dibin û wiha lê zêde kir: “Maşîneyên karkeran, şîrketan û cur be cur derbas dibin. Hêza me ya rojane ewlekariyê têrê nake. Nikare ji sedî sed parastinê bike. Ji ber vê yekê pêwistî bi operasyonek bi vî rengî heye. Ji bo kesên li hundir xwe bi rêxistin dikin û tevgera xwe mezin dikin pêwistî bi operasyonên bi vî rengî hene. Hêzên parastinê li dervê kampê hene. Lê di hundir de hêzên parastinê tune ne. Dema bûyerek an jî geşedanek çêbibe, yekîne diçe hundir û vedigere. Gelek caran dema mij dikeve, çav çavan nabîne. Wê demê dikarin rehet biçin û bên. Dîsa qanalên avê hebûn dikaribûn di wan re biçin û bên. Gelek rê û rêbazên ku çekan derbasî kampê bikin hene. Di sala 2023’yan de hejmarek baş ên iraqî ji kampê derketin û çûn Iraqê. Têkiliya hikûmeta Iraqê bi Rêveberiya Xweser re hebû. Li ser dan û stendinan hejmarek zêde iraqî ji kampê derketin. Nêzî 4-5 hezar iraqî ji kampê derketin û çûn Iraqê. Yên ewropî jî hene. Welatên ewropî jî pirsa xelkê xwe dikin, lê gelek dewletên din hene pirsa welatiyên xwe nakin. Napirsin û bi şopa wan nakevin.”
Banga ji bo welatan
Henan bilêv kir ku Rêveberiya Xweser ji bo van kesan ji kampê derxin û teslîmî dewletên wan bikin her tim bang dikin û wiha bi dawî kir: “Em her tim bang li welatan dikin. Dibêjin werin welatiyên xwe bibin. Dibêjin rê û rêbazên me ev in. Dibêjin yên bi rê û rêbazên me bên pirsgirêk tune em ê welatiyên wan teslîmî wan bikin. Niha hejmara welatiyên Sûriyeyê piranî welatiyên rejîma Sûriyeyê ne. Eger parastinek navneteweyi tune be. Ev kes nikarin vegerin û biçin malên xwe. Ev rewş girêdayî rewşa giştî ya Sûriyeyê ye. Divê ewil tiştî hêzên koalisyona navdewletî bi erka xwe rabe. Koalîsyon bi me re di şerê DAIŞ’ê de bûn. Ev kamp encama bermahiyên DAIŞ’ê ye. Ji ber DAIŞ’ê ma ye. Divê hêzên koalisyonê bi erka xwe rabe. Ji bo parastina kampê, ji bo vegera van kesan a li welatên xwe, divê hêzên koalîsyonê erka xwe pêk bîne.”