Gelê Rojava bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ku sala 2012’an li Kobanê destpê kir û li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû re, di aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî de dest bi sîstemek nû kirin. Ev sîstema ku wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye pênasekirin û xebatên avakirina wê 10 salin didomin, çavkaniya xwe ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digire. Ji bo hîn zêdetir fêmkirin û jiyanîkirina pergalê ji bilî perwerdeyên li dibistan, zanîngeh û akademiyan, di nava civakê de bi rêbazên cur bi cur pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan didin xwendin.
33 kom pirtûka civaknasiya azadiyê didin xwendin
Yek ji pirtûkên ku herî zêde girîngî tê dayîn jî pirtûka Rêber Ocalan a Civaknasiya Azadiyê (Sosyolojiya Azadiyê) ye. Rêber Abdullah Ocalan di vê pirtûka xwe de Şaristaniya Demokratîk ji aliyê bîrdozî, avasazî û dîrokî ve pênase dike û pergala wê vedibêje. Sosyolojiya Azadiyê li nava civakên ereb û kurd bi komên cuda re tê xwendin û piştre jî li ser nîqaş tên meşandin.
Akademî bi rêve dibe
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan xebata xwendinê organize dike. Ferqa vê xebatê ji perwerdeyên li dibistan û zanîngehan ew e ku li nava civakê û ji aliyê welatiyan bi xwe ve tê meşandine. Rêveber an jî endamên akademiyê tenê organîzeya wê dikin, destek didin.
33 kom pirtûkê didin xwendin
Di çarçoveya xebatên ku ev zêdetirî salekê ye berdewam dikin de li 10 bajaran û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 33 komên xwendinê hatine avakirin. Hejmara her komekê cuda ye, lê li gorî agahiyên ku rayedarên akademiyê dane, derbora 300 kesî di van koman de cîh digirin.
Heta niha li Helebê 5, Şehba 4, Minbic 4, Tebqa 4, Reqa 7, Hesekê 3, Qamişlo 3, Amûdê 1, Çilaxa 1 û Rimêlan 1 kom hatine avakirin. Ji birêvekirina xebata xwendinê jî, ji bo her komekê berpirsyar hatine erkdarkirin.
Beşdarên koman jî gelekî rengîn in. Ciwan, jin û pîr, xwendekar, mamoste, rewşenbîr, rojnamevan û rêveberiyên saziyan di nav koman de cîh digirin û tevlî xwendinê dibin.
Her komek li gorî derfetên xwe hefteyê yan jî 15 rojan carekê li cihekî guncav kom dibe û Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê dixwîne.
Pirtûk li gorî beşdarên koman bi zimanê Erebî yan jî Kurdî tê xwendin; nîqaş jî bi heman rengî yan Erebî yan Kurdî ye.
Piştî kom dicive, destpêkê beşek ji pirtûkê tê xwendin, piştre beşdar girêdayî beşa hatiye xwendin bi riya pirs û nîqaşan nirxandinan dikin.
Komên li her bajarekê mehê carekê li hev kom dibin nirxandin dikin. Ji bo nirxandinê jî mijarek girêdayî beşên hatine xwendin tê diyarkirin û piştre tê nirxandin. Di van nîqaşan de gelek caran li ser aliyê dîrokî, siyasî, civakî û çandî yên bajar an jî herêman pêşniyar jî derdikevin.