Rêveberiya Radyoya Swêd biryar dan ku heta 1’ê Nîsanê Redeksiyona Kurdî bê girtin. Sedema vê yekê jî wekî enflasyona heyî û qeyrana aborî nîşan dan. Lê gelek kes jî vê girtina beşa kurdî bi ketina Swêd a NATO’yê ve girê dide. Beşa/Redeksiyona Kurdî a Radyoya Swêd di 2001’an de dest bi weşana kurdî kir. 23 sal in xizmeta kurdî dide. Heta niha li ser medya dijîtal 46 hezar şopînerên wê hene. Têkildarî biryara girtina Redeksiyona/Beşa Kurdî, Rojnameger ê Redeksiyona Kurdî Beşîr Kavak ji rojnameya me re axivî. Beşîr Kavak ewil qala çîroka avakirina Beşa Kurdî kir û wiha got: “Li Swêdê ji bo komên koçber ên hatine Swêdê, redeksiyonên (serwîs-Beş) ên Radyoyê hatin vekirin. Di salên 1990’î de bi 17 zimanan redeksiyon hebûn. Piştî sala 2001’ê gelek redeksiyon hatin girtin. Lê wê demê zimanekî ku li redeksiyonan hat zêdekirin kurdî bû (kurmancî Soranî). Di destpêkê de bernameyên çandî zêdetir bûn. Lê di salên dawî de zêdetir cih dan nûçeyan. Bi taybetî geşedanên ku li Swêdê diqewimin dikin nûçe. Resmekî rojeva swêdê em bi kurdî didin guhdarên xwe.”
46 hezar şopînerên radyo hene
Beşîr Kavak li ser bernameyên ku di 23 salan de pêşkêş kirin jî rawestiya û ev agahî da: Di destpêkê de bernameyên çandî hinek hebûn. Lê bi demê re gav bi gav hatin guhertin. Beriya Şewba Koronayê bernameya bi navê “Jiyana min a li Swêdê” vekiribû. Her carekê me şexsiyetek dida nasandin. Bi taybetî me cih dida nûçeyên geşedanên swêdê û me xîtabî kurdên li Swêdê dikir. Bi taybetî kesên ku swêdiya wan têr nedikir û ji bo ji geşedanên Swêdê agahdar bin me nûçeyên rojeva swêdê bi kurdî peşkeş dikir. Di salên dawî de guhdarên me gelek zêde bûn. Medya Dijîtal Facebooka kurmancî û soranî pir dihat şopandin. Niha 46 hezar şopînerên me hene. Li Swêdê qala 100 hezar kurd tê kirin. Em texmîn dikin ku ji çar parçeyên Kurdistanê 100 hezar kurd li Swêdê hene. Tenê 16 hezar xwendekarên ku perwerdehiya zimanê kurdî dibînin hene.”
Radyo bi serê xwe dikare biryarê bistîne
Kavak li ser sedemên girtina redeksiyona kurdî ya radyo jî rawestiya û wiha lê zêde kier: “Çend meh berê biryar hatibû girtin ku ji ber zêdebûna enflasyonê, hin bernameyên radyo kêm bike û bi qasî 200 xebatkarên radyo ji kar derxin. Hefteya borî hat zelalkirin ku kijan redeksiyon dê bêngirtin. Hat diyar kirin ku kijan beş in. Ji beşên koçberan kijan ziman in. Li gel kurdî 5 zimanên din ên daîmî hebûn. Erebî, somalî, farîzî û îngîlîzî hebû. Du zimanên dawî ku wekî proje hatibû vekirin hebûn. Kigrînya û Rûsî jî li gel 5 zimanan tên girtin. Gelek kes girtina beşa kurdî ya radyo bi NATO ve girê dide. Lê ez bi xwe vê yekê wisa nafikirim. Bi qasî 15 salin ez di radyo de dixebitim. Tecrûbeya min ewe ku radyo bi serê xwe biryaran digire. Mirov dikare di xizmeta gelî de qala ragihandin/çapemeniyek azad bike. Em dikarin destlêwerdana siyasî ne pêkan e. Dema destwerdana siyasî hebe ev ji bo vî welatî skandalek mezin e. Heta niha me tiştekî wisa nedîtiye. Ez wekî xebatkarekî redeksiyona kurdî bawer dikim ku ji ber meseleya aborî ye. Ez pir ber bi girtina redeksiyonê dikevim. Sedema kurdî tê girtin jî ewe ku li gorî koma lêkolîn kiriye tê diyar kirin ku li gorî komên din kurd di aliyê hêjmar de kêmtir in. Ên li vir li gorî komên din bêtir entegre bûne. Dikarin bi swêdî û îngîlîzî ji bûyer û deng û bahsên li vir agahdar bibin.”
Li Swêd gelek ziman bi fermî ne
Beşîr Kavak, da zanîn ku li Swêd gelek zimanên ku bi fermî hatine qebûlkirin hene û wiha berdewam kir: “Ev ziman wekî kêmnetew tên hesabkirin û xwedî mafên hikûqî ne. Dibe ku hejmara me ji ya wan zêdetir e. Lê ew xwediyê heqê hiqûqî ne. Em zimanên koçberan ên daîmî 5 ziman bûn. Tevî kurdî 5 ziman bû. Niha kurdî jî tê girtin. Rûsî û Tîgrînya piştî şerê rûsya û korona hatibû vekirin. Herdu zimanên dawî demkî bûn. Wekî proje hatibûn vekirin. Ew jî tên girtin.”
Beşa kurdî wekî PIR’ekê ye
Beşîr Kavak li ser bandora radyoyê jî kir û wiha pêde çû: “Me bêtir weşanên dengî dikir. Her çend li ser malperê nûçeyên tekst hebûn jî, lê bêtir bi dengî weşan dikir. Her hefte 10-15 hezar kes me dişopîne. Bi giştî 46 hezar kes li ser medya dijîtal me dişopîne. Dema redeksiyon bê girtin, dê bandora xwe li ser van guhdarên me bike. Me bêtir nûçeyên ku komên koçberan eleqeder dike peşkeş dikir. Wekî penaberî, çand û geşedanên li Kurdistanê pêş dikeve didan pêş. Êdî wê nûçeyên bi kurdî neminin. Hin kurd hene nêzî 50 sal in li Swêd in. Hin kurd jî nû hatine. Vê radyoyê di aliyê civakî û siyasî de weke PIR’ekê di nava kurdên swêd de dilîst. Ji bo kurdên bi kurdî diaxivin navendek bû. Di aliyê Pable Sorvîs/Xizmeta gelî de di astek gelek bilind de ye. Di aliyê pîvanên nûçe û rojnamegeriyê de bi swêdî rojnamevaniyek çawa dikir, me bi kurdî jî di wê astê de dikir. Gelek caran wekî referans dihat girtin. Wekî referansa rojnamegeriya bi rêk û pêk dihat girtin. Bi girtina beşa kurdî ev referans ji holê radibe. Dema kurdek ji beşek Kurdistanê dihat Swêd, dema didît ku saziyek gelek mezin ku nêzî 2 hezar kes lê xebatê dike û li vir beşek kurdî jî heye, bixwaze nexwaze hestiyariyek bi wan re çêdibû. Ev ji bo xwe awantaj didîtin. Ev jî ji holê radibe.”
Geşedanên li Kurdistanê bi swêdî pêşkêşî swêdan dikir
Başîr Kavar anî ziman ku redeksiyona kurdî çavkanî û navendek nûçeyên kurdî bû û wiha bi dawî kir: “Bingeha çavkaniyên rastiyê bûn. Êdî ev dê j holê rabe. Dîsa gelek nûçe me bi swêdî peşkeş dikir. Geşedanên ku li Kurdistanê pêş diketin, mîna geşedanên Rojava me bi swêdî peşkeş dikir û gelê swêd jî li ser vê rastiyê agahdar dikir. Êdî ev jî dê j holê rabe. Di heman demê de geşedanên Kurdistanê û Tirkiyeyê bi swêdî newqî guhdarên siwêdî dikir. Ji vî alî ji ve wekî navendekêbû.”