12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Êrîş di çarçoveya lihevkirina Astanayê de ye

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê şermezar kir û got ew êrîş di çarçoveya lihevkirina Astanayê de pêk hatiye.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşa li ser zeviyê Omer a li Dêrazorê ya li dijî Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku di encamê de 6 endamên wê jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin di çarçoveya hedefgirtina îstîqrara herêmê de û xwesteka pêkanîna aloziyê, hemwextî êrîş û gefên dewleta tirk û li gel berdewama ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya têkbirina şaneyên terorîst li Kampa Holê hîna hin alî naxwazin hewldanên pêkanîna îstîqrarê û xurtkirina hevkariya civakî û têkoşîna li dijî terorê dewam bike.

Armanca wan aliyan krîzkirina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wê krîzê bixin xizmetî berjewendiyên xwe. Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne. Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneya navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşnakirin ku hedefgirtina Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî HSDˊê li zeviyê Omer ê Dêrazorê û şehîdxistina 6 endaman, plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên hêzan ên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di demekê de vê êrîşa ku nayên qebûlkirin şermezar dikin, ew diyar dikin ku ev êrîş û tiştên rû didin bi armanca herêmê bixin nava aloziyê û sûdwar jî DAIŞˊê û yên mîna wê ne. Li kêleka wê jî ev êrîş li gorî armancên dewleta tirk e ku hewl dide hewldanên gel ên yekitiya di navbera pêkhateyan de têk bibe.

Rêveberiyê di dewama daxuyaniyê de anî ziman ku ev êrîş di çarçoveya lihevkirinên Astana yên dawî de ne û bang li gelê herêmê bi taybet yê Dêrazorê kir ku xeteriya van êrîşan nas bikin, pêşî li fitne û aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sersaxî da malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn ji birîndaran re xwest.