12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora guherandina xwezayê li ser mirovahiyê

Xeteriya herî mezin ji bo mirovahiyê jî ew ê bilindbûna avê be. Helandina Qeşaya Pol a Bakur ku ew ê rê li ber bilindbûna avê û deryayan veke.

Îro dixwazim di vê nivîsa xwe de cıh bidim rapora Forüma Aboriya Cîhanê 2024 ya di bin navê “Bandora Guherandina Xwezayê li ser Tenduristiya Mirovahiyê (World Economic Forum 2024 – Quantifying the Impact of Climate Change on Human Health) ku beriya çend roj berê li bajarê Davos a Swîsreyê hate aşkerakirin.

Li gori vê raporê wê di sedsalên pêşiya me de bi mılyonan mirov ji ber encamên neyînî yê guherandina xwezayê jiyana xwe ji dest bidin, bi mılyonan kes ew ê bi nexweşiyên ku ji xwezayê tê bikevin û encama vê jî ew ê ji bo sîstema tenduristiyê bibe bi mılyaran pere. Tê texmînkirin ku ji ber vê encamê wê sîstemên tenduristiyê yên cîhanê hilweşin.

Xeteriya herî mezin ji bo mirovahiyê jî ew ê bilindbûna avê be. Helandina Qeşaya Pol a Bakur ku ew ê rê li ber bilindbûna avê û deryayan veke. Ew ê ji bo mirovahiyê xeteriyek gelek mezin bi xwe re bîne. Dema em li dane û jimarên rewşa hewayê diner, em dibînin ku sala 2023’yan ji dema rewşa hewayê tê qeydkirin, sala herî germ bû.

Rapor ji 6 beşan pêk tê. Beşên raporê ev in: Bilindbûna Avê ango lehî (îngilîzî: flooding), Demên Zuha/bêavî (îngilîzî: droughts), Pêlên Germahiyê (îngilîzî: heat wave), Bahozên Tropîkal (îngilîzî: tropical storms), Şewata Daristinan (îngilîzî: forest fires), Bilindbûna Asta Deryayê (îngilîzî: rising sea levals).

Bingeha van analîzan jî dane û jimarên Saziya Cîhanê ya Hewayê (IPCC) ye ku li gorî wê hewa heta sala 2100’î wê çawa were guherandin. Dane û jimareyên IPCC’ê jî dibêje ku ew ê hewaya cîhana navîn 2,7 derece bilind bibe.

Wek ku me li jor anî ziman, guherandina xwezayê bi lez û bez didome. Ji dema qeydkirina rewşa hewayê heta niha, sala herî germ sala 2023’an bû. Dema em van dane û jimareyan datînin ser grafîkan, em dibînin ku her sal ev rêje bilindtir dibe:

Dema em li naveroka raporê dinerin, em dibînin ku xeteriyên ji bo mirovahiyê yên gelek mezin hene. Wek mînak dibêje, guherandina xwezayê dikare heta sala 2050’î li seranserê cîhanê rê li ber mirina 14,5 milyon mirovan veke.

Ji van 14,5 milyon tenê ji ber encama rabûna avê ango lehiyê 8,5 miîlyon mirov wê jiyana xwe ji dest bidin. Ev 8,5 milyon ne tenê rastehî ji ber lehî ango bilindbûna avê herwiha encamên vê karesatê jî ku wê mîna felaketan be, dê rê li ber mirina ewqas mirov veke. Wek mînak nexweşiyên înfekt û her wiha nexweşiyên ji ber ritûbetê jî wê gelek zêde bibe. Ev herdu jî wê rê li ber bêhnçikandinê veke û bibe sedema mirina bi milyon mirovî. Bi taybet jî heremên deryayî û bajarên mezin ên li Asyayê wê bandorek xirab jê bigire.

Di rêza duyemîn de Zuhabûna Erdê (Periyodên zuha ango bêavî) wê bibe sedema mirina nêzî 3,2 milyon mirovî. Dema erd zuha be, wê qalîteya axê jî dakeve. Dema qalîteya axê û mîneralên wê kêm bibe, wê çandînî jî kêm bibe. Her wiha qalîteya ava vexwarinê jî wê dakeve û bi vî awayî rê li ber karesatên mezin veke.

Di rêza sêyem jî Pêlên Germahiyê heye. Li gorî raporê heta 2050’î wê nêzî 1,6 milyon mirov di havînî de ji ber pêlên hewaya germ jiyana xwe ji dest bidin. Ev kes bi taybet kesên temen-dirêjin û bi taybet jî heremên wek Rojhilata Navîn û cihên nêzî Ekvatorê bi bandor be.

Rapor bêguman bahsa bandora vê guherandinê li ser aboriyê jî dike û dibêje bi vî awayî karesatên xwezayî dikare 12,6 bilyon dolar (1 bilyon dike hezar milyar) zirarê bide aboriya cîhanê. Her wiha ev guherandina xwezayê wê bandorê li ser sîstema tenduristiyê bike û gerek bi qasî 1,1 bilyon dolar pereyên zêde ji bo wan were veqetandin.

Xeteriyek din ku di raporê de cîhekî mezin girtiye ew jî di bin xala “Zêdebûna Ne-Wekheviyê”. Ango ev felaket û karesatên ku ewê bi guherandina xwezayê û gerdûnê were, wê ne-wekheviya ku li cîhanê heyî, hîn zêdetir bike. Bêdadî (bê adaletî) wê zêdetir bibe û ev jî ewê dîsa rê li ber mirina bi sedhezaran microvan veke.

Ku em fêr nebin bi xwezayê re di nava wekheviyekê de bijî ango di nava balansekê de bin, wê demê wê xweza me hemû mirovahiyê têk bibe. Ew hêza xwezayê ku hemû mirovahiyê têk bibe jî heye.

Hûn dibînin ku xweza û cîhan tê heman wateyê. Ji bo wê jî bi qasî ku em cîhanê diparêzin, gerek ewqas xwezayê jî biparêzin, em çiqas mirovahiyê diparêzin, gerek ewqas xwezayê jî biparêzin. Ya na, wê xweza mirovahiyê têk bibe û tune bike.