Jin xwedî rol, deng û reng bûn
Di belgeyek dîrokî de ku ji dema Behlûl maye û di sedsala 19’an de li gundê Şehrezor (Hizar Mîred) ê ser bi bajarê Silêmaniyê ve hatiye bidestxistin, çar beytên helbesta bi zimanê pehlewî hatiye nivîsînhebûye û wiha ye:
Perestgehên agir hilweşiyan, agir hatin tefandin, mezin û navdaran xwe weşartin, tazyan Îran bi axê re wêran kir; hemû gund heya Şehrezorê wêran kirin, jin û keç bi darê zorê revandin û kirin kole; mêrên azad di nav xwîna xwe de gêr bûn, rêbaz û rêûresma yarî bêkes ma, Ahûramazda ji kesî hez nekir.
Bêguman ji ber ku Şehrezor wek navenda kurdên yarsan û cihê baweriya wan tê dîtin, girîng e. Jixwe ji derveyê serdema Behlûl, serdemên Şah Fezl, Baba Serheng, Şah Xuşîn, Baba Bûzork, Baba Hendo, Baba Naos, dema Berzencê û Siltan Sehak…
Di her yek ji van deman de mirov rastî nav û rola hin jinan tê; jin di vê baweriyê de xwedî cihekî girîng bûne.
Yek ji wan jinan jî daye Tewrîz e ku di dema Baba Serheng de, di sedsala 4’an a hîcrî de jiyaye. Ev jina leheng li warê Hewremanê hatiye dinyayê û ji ber vê çendê ye ku jê re Daye Tewrîzî Horamî tê gotin. Ev jina mezin, dikeve pey dengê enderûn, li pey cîhana manewî û dixwaze xwe di vê deryayê de bişo. Ji ber wê jî diçe xizmeta Baba Serheng. Di hêla bawerî û cîhana manewî de xwe kûr dike, di serî de ji jinan, ji civakê re pêşengî dike.
Daye Tewrîz yek ji jinên kurd ên helbestvan ên yekem e. Ev jina kurd a hewramî, yek ji wan jinan e ku cara yekem helbestên wê di pirtûka Serencam de hatine nivîsîn ku zêdetir wek du beytan hatiye destgirtin û nivîsîn. Li gor agahiyên heyî, tê gotin ku mala vê jina mezin wek dibistan û cihekî pîroz dihat bikaranîn. Gelek jin û zilamên yarî ji zanebûn û agahiyên vê jina mezin sûd vergirtine. Her wiha bi tenbûrê, du beytên vê helbestvana mezin ezber dikirin û bi hev re dixwendin.
Tê gotin ku ev jina hêja ji ber evîna xwe ya rêya heq û hewldana xwe ya di vê rêyê de, tê şehîdxistin. Ji bo wê jî vê wek şehîda jin a yarsanî di dîroka kurdên yarsan de her tim bê bîranîn.
Çend rêzikên wê wiha ne;
Cem pî rasanen
Cem pî rasanen
Yaran, yaweran, cem pî rasinen
Her kes nîyokî kerû asanen
Cem bî roşenî zîl xasanin
Cema yarî, cem a rasan û rastiya bawermendan e,
Ey yaran û ey yaweran
Cem ji bo rastan tê lidarxistin
Başî kirin pir hêsan e
Û tevgereke ku herkes bi awayekî dikare başiyê bike
Cem dilan ronî dike
Û ronî jî hêvî bi mirovan dide
Her wekî me di rêzikên jor de dît û em ê niha di çend rêzikên jêr de jî bibînin, Daye Tewrîz bi rola pêşengî û belavkirina vê baweriya pîroz rabûye.
Ey yaran bila dilê we ronî be
Bi lez û bez dilê xwe ronî bikin
Bibin şopdarê yarî ku baweriya yarî xwedî rêya ronahî û xweşik e
Bi vê dilsoziya xwe ji bo pêşeroja xwe zirhek neyê şikênandin çêbikin.
Helbet wek me di nîvîsa ewil de jî navê wan rêz kiribû, gelek jinên bi nav û deng hene ku di ola yarî de bi rola pêşengiyê rabûne. Belkî em nikaribin der barê hemûyan de bi berfirehî û dirêj dirêj behs bikin lê em ê di nivîsên pêş de teqez li ser her yek ji wan bisekinin.
Ez dixwazim bi çend gotinan be jî balê bikişînim ser Celale Xanima Loristanî: Mama Celale yek ji jinên bi nav û deng a baweriya yarî ye. Tê gotin ku ew di sala 387’an a hîcrî de, li Loristanê tê dinyayê û di nîvê sedsala pêncan a hîcrî de jiyana xwe ji dest dide. Gora wê deh kîlometre li başûrê-rojavayê Xorem Abadê (Newala Bûwas) ye.
Çend rêzikên wê wiha ne;
Mestem çe bade roy eleste to
Wesen yek mî ce dest to
ayîn zîlem doşenen çûn mî
Co bon bînim mî pereste to
Meqseda Celale Xanim a bi van çend rêzikan, eşqa ji heqîqet û bedewî û rûmeta xawenkar e ku bi xwezayî hêjayê pirsîn û hezkirinê ye.
Di pirtûka Siyed Mohemmed Hoseynî de hatiye gotin ku Şah Xoşîn der barê Xatûn Celale de wiha gotiye;
Navê diya min Celale ye, bi nasnav rengîn. Ji bo ku ez bizanibim navê min Xoşîn e, ez ji jêr ber bi jor ve û ji cil derbasî cilekî din bûm. Her kesê/a ku min binase, wê kîna di hundirê wî/wê de pak û berteref bibe.
Bêguman dîroka yarsanan xwedî dewlemendiyek mezin a bi her alî ye ku mirov çendî qalê bike jî kêm dimîne. Min bi van sê rêzenivîsan hewl da kêm be jî balê bikişînim ser van şêrejinan û bandora wan a li ser civakê bidim xuyakirin.
Çavkanî: Lêkolîn û belgeyên komkirî yên
Seyed Mohemmed Hoseynî