3 sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî li cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û malbatan jî li Wan, Amed, Edene, Mêrsîn, Stenbol, Mêrdîn û Îzmîrê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Grev û çalakî didomin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê Esengul Demîr têkildarî tecrîd û greva birçîbûnê ji rojnameya me re axivî.
Esengul Demîr di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew operasyona navneteweyî ya ku li dijî Abdullah Ocalan pêk hat weke tecrîdê şîrove dikin û wiha got: ”Helbet em vê yekê hem li ser muxalefet û berxwedana civakî ya li Tirkiyeyê û hem jî li ser têkoşîna kurdan weke tecrîdê pênase dikin. Îşkence û şewitandina infazên li girtîgehan hemû parçeyek ji tecrîdê ye. Ji bilî vê, polîtîkaya tecrîdê ya topyekûn tê meşandin ku qanûn li gel destûra bingehîn nayên tetbîqkirin û civak bi temamî tê desteserkirin. Li dijî van êrîşan berxwedan û rêxistinbûyîneke xurt heye. Grevên birçîbûnê yek ji wan e. Em vê weke rêbaza dawî ya berxwedanê dibînin ku em zêde naxwazin bê kirin. Lê piştî demekê divê em serî li vê rêbazê bidin. Li gorî min divê em kesên li derve di nava siyaset û muxalefetê de ne, vê pêvajoyê ji yên di girtîgehê de nehêlin. Dikarim bibêjim ku hemû komên muxalîf ên li Tirkiyeyê ji bo li derve gelek berxwedan bi rêxistin bikin pêwîst e bi hev re têbikoşin.”
‘Girtiyên siyasî nirxên civakê ne’
Demîr anî ziman ku tecrîd pergaleke ku dewleta Komara Tirkiyeyê li ser gelê kurd û dostên wan ava kiriye ye û wiha domand: “Tecrîd ji bo bindestkirina vîna gelên ku daxwazên dîrokî yên gelê kurd red dikin û paşguh bikin, rêbazek e. Vê pergalê hem li hundir hem jî li derve bi awayekî sîstematîk pêk anîn. Dayik hêzên ku berdêlên giran didin û ji bo aştiyê têdikoşin. Em nobeda edaletê ya dayikan bi rêzdarî silav dikin. Lê dayik sembol in. Ji xeynî wan divê girseyeke pir berfireh xwedî li vê nobeda edaletê derkeve. Ji ber ku erka herî girîng ew e ku polîtîkayên tecrîda taybet ên li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehê tên meşandin ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re ragihandine. Divê ev tenê ji dayikan re neyê hiştin. Ji bilî vê, ji bo şikandina tecrîdê divê em li derve têbikoşin. Girtiyên siyasî ne tenê endamên malbatan e. Girtiyên siyasî nirxên civakê ne. Ew hêzên têkoşer ên vê civakê ne. Ji ber vê yekê divê grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin ji aliyê beşên civakî ve jî bê xwedîderketin. Divê berpirsyarî tenê ji malbat û girtiyan re neyê hiştin.”
‘Divê bi lez gav bên avêtin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Demîr bi lêv kir ku girtî û dayik ji bo azadiya gel têdikoşin û wiha pêde çû: “Ew nirxên vî gelî ne. Yekane rêya şikandina tecrîdê piştgiriya gel e. Dewleta Komara Tirkiyeyê 100 sal in daxwaz û mafên herî xwezayî yên gelê kurd qebûl nake û siyaseta xwe ya şer didomîne. Ev yek jî xitimandinê diafirîne. Siyaseta şer polîtîkayeke ku ne tenê ji bo kurdan, ji bo tirkan jî dibe serdema encamên xirab. Ji ber vê yekê jî divê parlamento ji bo bidawîkirina şer bikeve nava liv û tevgerê û bi pêşniyarên Birêz Ocalan û ragihandina ku îradeya birêvebirin û encamdana vê pêvajoyê heye di zûtirîn dem de pêvajoya aştî û muzakereyê bide destpêkirin. Ji bo guhertina makezagonê û ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê divê hemû navendên desthilatdariyê, muxalefet û beşên civakî yên li Tirkiyeyê tev bigerin. Beriya ku grevên birçîbûnê bigihêje encameke nebaş divê bi lez gav bên avêtin. Nehêlin li girtîgehan windahiyên nû rû bidin. Divê civak di zûtirîn demê de vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Divê siyasetmedar û parlamento bi berpirsyarî tevgerin.”
‘Bi şer aramî ne pêkan e’
Demîr anî ziman ku pêdivî bi ji nû ve destpêkirin vê pêvajoyê heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya muzakereyên aştiyê yên salên 2011, 2012 û 2013’an de dewletê bi hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re û nêrînên wî û birêvebirina muzakereyan hin pêşketin pêk anî. Di wê heyama sê salan de Tirkiye di encama van danûstandinan de atmosfereke cidî ya aştiyê jiya. Hesteke ku li vî welatî aştî pêk bê hebû. Lewma ev pêvajoya diyalogê ya bi Birêz Ocalan re cewhera xwe nîşanî me da. Bi vê konsepta şer aramî ne pêkan e. Jixwe dîrokê ji me re îspat kiriye ku ev şêweyê êrîşan, bi perspektîfa nenaskirina vîna kurdan wê bi ser nekeve.”