Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzer ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin tecrîdkirina li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), gelek parêzerên endamên baroyê û saziyên maf û hiqûqê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan çalakiyê.
‘Ji 7’ê tebaşa 2019’an heta niha agahî nayê girtin’
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter daxuyanî xwend. Ekîn Yeter, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Dîlgirtîyên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind de Birêz Abdullah Ocelan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş, hevdîtinên wan ên bi parêzerên wan re bi awayekî derqanûnî tê astengkirin.”
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, da zanîn ku beriya niha jî gelek caran me anî rojevê û me hûn agahdar kirin ku û wiha berdewan kir: “Ji 7’ê tebaxa 2019’an heya niha bi Birêz Abdullah Ocalan re û ji sala 2015’an heya niha bi Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yıldırım û Birêz Veysî Aktaş re destûr nehatîye dayîn ku hevdîtina parêzeran pêk bê. Qedexeya hevdîtina parêzeran, ji 27’ê tirmeha 2011’an heya 2’yê gulana 2019’an 8 sal in bênavber berdewam kiriye û tenê di sala 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk hatîye. Dîsa 7’ê tebaxa 2019’an ji hevdîtina herî dawî ya parêzeran pê ve, kiryarên qedexekirinê dewam kirîye.”
Rapora CPT’yê
Ekîn Yeter, anî ziman ku di vê pêvajoyê de CPT’yê ( Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê) di rapora xwe ya 5’ê tebaxa 2020’an de behsa serdana xwe ya Girtîgeha Îmralîyê ya 2019’an kiriye û wiha berdewam kir: “Li gorî vê raporê, têkilîya Ocalan û her sê girtîyên din bi temamî qedexe ye û Ocalan û her sê girtîyên din di bin tecrîdeke mutleq (incommunicado) de ne. CPT’yê di nirxandina xwe de ev rewş wekî dijberê standart û belgeyên mafê mirovan dîtîye û neqebûlkirina wê dîyar kirîye. Qedexekirina zîyareta Girtîgeha Îmralîyê ya parêzeran, binpêkirina Zagona Înfazê ya jimara 5275’e, dijberî peymanên mafên mirovan û zagonên navneteweyî ye.”
Gelek parêzeran serî li Wezareta Dadê dan
Yeter, bibîr xist ku wan weke 775 parêzerên ku li 29 baroyên cuda yên Tirkiyeyê qeydkirî ne, di sala 2022’an de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê da ku serlêdanên parêzeran bên qebûlkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2022’an de ji bo serlêdanên bi sedan parêzerên ku di nav de serokên baroyan jî hene tu bersiv nehat dayîn. Piştre 350 parêzerên ji 22 welatên cuda bi taybetî ji welatên Ewropayê di 14’ê îlona 2022’an de, ji Rojhilata Navîn jî 756 parêzeran di 19’ê îlona 2022’an de serî li Wezareta Dadê dabûn û xwestin bi girtiyên li Girtîgeha Girava Îmraliyê re hevdîtinê bikin. Lê belê ev daxwaz jî bê bersiv hatin hiştin.”
Ji 35 baroyan 1330 parêzeran serî li Wezareta Dadê dan
Yeter, bal kişand ser hewldanên parêzeran û wiha pêde çû: “Em careke din dibêjin ku hewldanên parêzeran ên ev demeke dirêj e li dijî tecrîd û binpêkirina mafê parastinê di esasê xwe de têkoşîna bicihanîna mafên ku di Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û bi rêgez û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye jî di nav de ye, ye. Em dixwazin bi we re parve bikin ku me serlêdana xwe ya bi daxwaza hevdîtinê ya bi Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayri Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re ji Wezareta Dadê re şand. Em weke 35 baro û 1330 parêzer daxwaza xwe careke din dubare dikin, bila ev bêhiqûqiya ku berdewam dike êdî bi dawî bibe.”
Pişti daxuyaniyê ji bo serî li Wezareta Dadê bidin çûn li Edliyeya Amedê daxwazname dan.