Li paytexta kantona Valaîs a Swîsreyê Sîonê welatiyan dest bi kampanyaya “100 hezar kart” ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bên şandin, kirin û kart şandin. Gelek kesan ji Girtîgeha Îmraliyê re qert şandin. Kampanyaya “100 hezar qert” dê nava vê hefteyê li gelek navendên Swîsreyê berdewam bike.
Têkildarî mijarê Rûşen Tûtkû têkildarî tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û kampanyaya hatiye destpêkirin agahî dan. Tûtkû bi lêv kir ku berxwedana Abdullah Ocalan 25 sal in berdewam dike û wiha got: “Serokatiya me îro li Girtîgeha Îmraliyê di hucreya yek kesî de di bin şertên giran de têdikoşe û li dijî qirkirinê li ber xwe dide. Ji bo tecrîd bê rakirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were li 74 welatan di pêşengtiya mirovên zanîst de pêvajoya kampanyayê hate destpêkirin.”