13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhema Nîzamiyê Genceyî; Xosrew û Şîrîn

Weşanxaneya Nûbiharê berhema Nizamiyê Genceyî ya bi navê Xosrew û Şîrîn ku ji aliyê Dr. Perwîz Cîhanî ve wergerî kurmancî hatiye kirin çap kir û pêşkêşî xwînerên xwe kir.

Weşanxaneya Nûbiharê berhema Nizamiyê Genceyî ya bi navê Xosrew û Şîrîn ku ji aliyê Dr. Perwîz Cîhanî ve wergerî kurmancî hatiye kirin çap kir. Ev berhema ku ji 704 rûpelan pêk tê û ji cureyên helbestan e li wêjeya kurdî zêde bû.

Nivîskarê vê berhemê Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208’an de jiyaye. Li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî Genceyî, di berhema xwe ya Leyla û Mecnûna de dayîka xwe wek kurd dide nasandin. Ji xwe qebûla giştî jî ew e ku Nizamî bi xwe kurd e lê belê fariz dixwazin malî xwe bikin.

Nizamî Genceyî, zanayê bi felsefeya îslamî û yewnanî û ‘îrfana îranî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, bi cografyaya Îran û Rojhilata Navîn ve sînordar nemaye û gihîştine çarhawêlê cîhanê. Di edebiyata farsî de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî yekemîn kes nîne; lê di vehûnana çîrokan de heta niha kes negihîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê farisî, tirkî, kurdî û hwd. xwestine wek wî çîrokan vehûnin, lê dîsa jî ev pêkan nebû ye.

Ji nava 5 berhemên Nizamî Genceyî yên herî bi hêz û navdar, Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn in. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine wergêran û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Gelek kesan, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser van her du berhemana xebitîne. Bi kurdî jî çi bi kurmancî, çi bi goranî, gelek helbestvanên me rêça Nizamî Genceyî şopandine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine. Yek ji berhema navdar a Nîzamiyê Gencewî ya bi navê Xosrew û Şîrîn ji aliyê Dr. Perwîz Cîhanî ve wergerî kurmancî hatiye kirin.

Wergêrê Xosrew û Şîrîn

Dr. Perwîz Cîhanî di sala 1955’an de li gundê Belesora Jêrîn ê navçeya Elendê ku bi ser bajarê Kela Xoyê ye hatiye dinyayê. Li bajarên Xoy, Selmas û Ûrmiyê çûye xwendegehê. Di şaxê edebiyat û zimanê Farisî de lîsans wergirtiye.

Şeş salan li zaningeha xwe mamostetiya dibistana seretayî kiriye. Li bajarên Xoy û Makûyê di sazûmana koçeran de wek karmend û lêkolînerê li ser jiyan û toreya koçeran xebitiye. Dûre li radyoyên kurdî yên Tehran û Ûrmiyê wek bêjer û nivîskarê du bernameyên toreyî xebitiye. Sala 1984’an piştî ku Hêmin Mukriyanî çûye Ûrmiyê, bi tevlîbûna çend nivîskarên din jî kovara ferhengî edebî ya Sirwe damezrandine.

Her wiha Dr. Perwîz Cîhanî ji sala 1984’an heta sala 1995’an di wê kovarê de wek nivîskar û berpirsê beşa kurmancî xebitiye. Di sala 1995’an de ji Kurdistanê derketiye û ji hinga ve wek penaber li Swîsreyê dijî. Di sala 1977’an de dest bi nivîsîna kurdî kiriye û heya niha gelek berhem û wergerên wî hatine weşandin.