Dadgeha edaletê ya navneteweyî îro dozekê li dijî Israîlê dinirxîne ku tê de İsraîlê tewanbar dike ku li Xezayê jonosîd pêk aniye. Ev doza li dijî Israîlê ji aliyê Afrîkaya Başûr ve hat vekirin.
Filistîniyên ku di nava 3 mehan de zêdetirî 23 hezar ji wan li Zîvala Xezayê hatin kuştin, li benda destpêkirina rûniştina yekem a Dadgeha Navneteweyî ya Dadweriyê ya li bajarê Lahe ya Hollandayê ne. Filistînî li bendê ne ka dê dadgeh li ser dosyaya sûcdarkirina Îsraîlê bi jenosîdê çi biryarê bide.
Ev doz ji aliyê Afrîkaya Başûr ve hat vekirin û pispor dibêjin ku ew li ser bingeha daxuyaniyên rayedarên payebilind ên israîlî hatiye vekirin. Di nava daxuyaniyên rayedarên israîlî de daxuyaniya Wezîrê Mîrateya israîlî Amichai Eliyahu jî heye, ku der barê êrîşên li dijî Xezayê de daxwaza bikaranînabombeya atomî kiribû.
Israîlê tîmeke xwe ya parastinê ava kiriye û îdia dike ku ew daxuyaniyên rayedaran “vîzyona hukûmetê nîşan nadin.” . her wiha li gorî pîsporan dê ew doz zêde dirêj neke.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu pêşî li destpêkirina rûniştinên dadgehê girt û got ku Israîl naxwaze Zîvala Xezayê dagir bike û gelê wê yê sivîl koçber bike.
Netanyahu di daxuyaniya ku li ser hesabê Facebookê yê Serokwezîrê Îsraîlê hat weşandin de destnîşan kir ku Israîl şerê Hemasê dike ne li dijî gelê Filistînê û destnîşan kir ku ew bi tevahî li gorî hiqûqa navneteweyî tevdigerin.
Pisporê hiqûqa navneteweyî Majeed Boden ji Ajansa Nûçeyan a Cîhana Erebî re axivî û wiha got: “Dadgeha Edaletê xwedî desthilata dadwerî ya herî bilind li cîhanê ye û ew dikare ne tenê daxwazan lê fermnan bide Israîlê ji bo parastina gelê Filistînê û rawestandina hemû binpêkirinan. ”
Pisporê hiqûqî bal kişand ser wê yekê ku gelê Filistînê di demek nêz de dikare parastina navneteweyî bi dest bixe, eger dadgeh ji bo Afrîkaya Başûr biryarê bide. Boden diyar kir ku dadgeh ji bo nîqaşkirina mijarên wekî şerê Xezayê û qirkirinê heye.
Boden bal kişand ser vê yekê ku Îsraîl peymana Dîwana Edaletê ya Navneteweyî îmze kiriye û ji ber vê yekê berpirsyariya xwe li hember wê heye û got ku Îsraîl ev doz qebûl kir û wiha got: “Ji ber ku ditirse heke ew xwe neparêze û dibe biryarek li dijî wê were dayîn.”
Wî her wiha got, “Rastiyên ku cîhanê dîtiye û di dosyaya Afrîkaya Başûr de hene, hebûna biryara jenosîdê îspat dikin.”
Pisporê Hiqûqê yê Ragihandina Îsraîlî Rafid Aral got ku sûcê di doza ku ji hêla Afrîkaya Başûr ve hatî vekirin sûcê qirkirinê ye.
Di dadgehê de 15 dadwerên ji welatên cuda hene, di nav wan de çar ji pênc endamên daîmî yên Encûmena Ewlekariyê: ji Amerîka, Rûsya, Fransa û Çîn ne.
Dadwerên mayî ji Slovakya, Fas, Somalî, Uganda, Hindistan, Jamaîka, Lubnan, Japonya, Almanya, Avusturalya û Brezîlyayê ne.
Li gorî Aral, mafê dadgehê ye ku li ser navê xwe dadwerekî taybet destnîşan bike, ji ber ku li Afrîkaya Başûr dadwerek daîmî li dadgehê nîne. Hem Îsraîl û hem jî Afrîkaya Başûr li ser navê xwe dadger tayîn kirin.
Wî her wiha got: “Hebûna dadwerekî li ser navê Îsraîlê gelekî girîng e û bêyî ku nêrîna wî qebûl bike, der barê nakokiya Îsraîl û Filistînê û aliyên wê yên qanûnî de zanatir e û dikare bandorê li dadwerên din bike.”