Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock roja Yekşemê li Qudsê bang li Îsraîlê kir ku di şerê ku li Xezayê dimeşîne de, hişyar be û tundiya di operasyonên li dijî Hemasê de kêm bike û jiyana sivîlan li ber çavan bigire.
Wezîra alman di dawiya hevdîtinên bi hevpîşeyê xwe yê Îsraîlê Yisrael Katz û Serokomarê Israîl Îshaq Herzog re daxuyanî da rojnamevanan û got, “Kuştina hejmara zêde ya mirovan nikare bidome. Pêdiviya me bi kêmkirina û rêveberina operasyonan heye.”
Wê her wiha got, “Roj bi roj zelaltir dibe ku artêşa Îsraîlê ji bo parastina sivîlên li Xezayê divê zêdetir bixebite û divê di şerê li dijî Hemasê de hin rê û rêbazên din hebin, bêyî ku sivîl ewqasî zirarê bibînin.”
Amanya ji destpêka şer û pevçûnan ve, piştî êrîşa tevgera Hamasê ya di 7’ê cotmeha 2023’an de qewimîbû, piştgirîya bê şert û merc dide Îsraîlê.
Birbock teqezî li ser wê yekê kir û got: “Ez careke din teqez dikim ku welatê we di şerê li dijî terorîzma kor a ku dixwaze Îsraîl ji nexşeyê rake, dikare bi xurtî li ser hevgirtina me bisekine. Ger Hamas şerê dîn û tundrew berdewam nekira dê ji demeke dirêj ve ev şer û pevçûn bidawî bibûya.” .
Her wiha got; “bi eşkereyî” di hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Israîlê de got ku divê ew hemî aliyan li ber çavan bigirin: “Divê awayê ku artêşa Israîlî vî şerî dimeşîne li ber çavan bê girtin, hukûmet li ser serdema piştî vî şerî bifikire, bala xwe bide êş û azarên filistîniyan û ev hemû bandorê li ewlehiya Israîlê dikin.”
Wezîra alman li hember bangewaziya du wezîrên rastgirên tundrew ên Israîlî yên ji bo vegera nişteciyên cihû bo Xezayê jî hişyarî da û got: “Xeza ya filistîniyane û ev yek nayê guhertin.”
Wezîra Almanî ku piştî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de çaremîn serdana xwe bo Rojhilata Navîn dike, dê ligel Serokê Rêveberiya Netewî ya Filistînê Mehmûd Ebas û hevtayê xwe yê Filestînî Riyad El Malikî jî bicive.
Berbock wê piştre derbasî Misrê bibe û li wir bi Wezîrê Karên Derve Sameh Şukrî re bicive û piştre jî derbasî Lubnanê bibe.