Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 778’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Çalakvanan wêneyên windaya hilda û pankarta ku wêneyên tevahî windayan li serin li erdê raxistin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Abdullah Duşkune ku di 1’ê Çileya 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Endam û rêvebirên ÎHD, xizmên windayan, sazî û dezgehên sîvil di çalakiyê de amade bûn. Çîroka serpêkatiya winda Duşkun rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdeniz xwand.
Çîroka winda wiha ye:
“Piştî ku gundê lê dijîn ji aliyê hêzên dewletê ve hat şewitandin Abdullah Duşkun û malbata xwe koçî Cizîrê kirin. Duşkun li Cizîrê bi kirîn û firotina sewalan mijûl dibû. Dema ku Duşkun bi malbata xwe re li malê bû, ji aliyê polîsên bi cil û bergên sivîl ên bê hincet hatin mala wan hat binçavkirin. 3 roj piştî bûyerê ajokarê mînîbusê ji malbata Duşkun re ragihand ku li Nisêbînê cenazeyek li nêzî mala wan hatiye dîtin û dibe ku yê Duşkun be. Malbat diçe Nisêbînê mûxtarê gund saet û kincên Duşkun radestî wan dike. Malbat li wir hîndibe ku cenazeyê Duşkun li gund hatiye definkirin.
Bêyanên Hevjîna Duşkun,Hediye Duşkun têkildarî bûyerê wiha ne:
‘Em wek malbat li gundê Guçlukonak Damlarka dijiyan. Ji ber ku gundê me şewitandibûn em nû hatibûn Cizîrê. Hevjînê min bi firotina sewalên re mijûldibû. Ez, xesûya min, zavê me Tacdîn Duşkun û hevjîna min Abdullah li malê bûn. 2 kes hatin mala me. Yek jê zirav, bejn dirêj û zerik bû. Yê din kurt, reş û bi simbêl bû. Di bêrîkên sînga wan de telsîz hebûn. Di ber pişta yê zerik de çekek û li ser milê wî jî çekeke lûle dirêj hebû. Yê din bê çek bû. Nasnameyên me xwestin. Ji hevjînê min re gotin, ’Kesê ku em lê digerin tu yî’. Hevjînê min bi xwe re birin. Me xwest em li pey wan herin, lê ji me re gotin, ‘hûn gavekî din jî bavêjin, em ê guleyan berdin’. Hevjînê min xistin erebeyeke spî û wî revandin. 3 roj piştî vê bûyerê şofêrê mînîbusê der barê dîtina cenazeyê hevjînê min de agahî da me. Li gundê Girefşê yê Nisêbînê, rojek berê cesedê mêrekî li nêzî kolana sereke hat dîtin. Cendirmeyan agahdar kirine. Piştî karên pêwîst cenaze li gund spartin axê. Saet û kincên hevjînê min dan me. Eşya muxtarê gund da me.’
Gule berî serî Duşkun da ne
Li gorî agahiyên ku muxtarê gund dane malbatê, dema cenaze defin kirine cendermeyan agahdar kirine. Piştî ku cendirmeyan xebatên pêwîst li ser cenaze kirin, ji bo definkirinê radestî kesên ku cenaze dîtin kirin. Li ser vê yekê dayika Duşkun çû midûriyeta polîsan. Dayik kurê xwe ji wêneyên di raporên cihê bûyerê yên dozgeriyê de nas kir. Di wêneyên ku ji aliyê dozgeriyê ve beriya cenaze bê definkirin de hat hatbûn kişandin de tê fêhmkirin ku gule berî serê Duşkun da ne Malbata wî serî li Dozgeriyê da, lê di pêvajoya hiqûqî de tu pêşketin çênebû. “
Daxûyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.”