12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdogan sûcê şer dike

Dewleta tirk ji 23’yê kanûnê vir ve li dijî gund, navend, kargeh û nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandin ku di van êrîşan de 8 sivîl hatin qetilkirin û herî kêm 18 kes jî birîndar bûne. Hevseroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava pirsên Rojnameya Xwebûnê bersivand.

Çi bû sedem ku Tirkiye êrîşî gelek navendan bike. Çima êrîşî nexweşxane û cihê xizmetê dike?

Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha dewleta tirk êrîşên li ser Rojava didomîne. Gelek herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bajarên li ser axa Sûriyeyê dagir kirine. Dixwaze gelek xewn û xeyalên xwe li ser gelan pêk bîne. Dixwaze axa xwe fireh bike. Dema em dîroka dewleta tirk bixwînin, em ê fam bikin ku çawa xwe ava kiriye. Em dibînin ku xwe li ser qirkirin û tunekirina gelek gelan ava kiriye. Li ser gelê kurd, suryan, ermen, ereb û gelên din komkujî pêk anîne. Em li dîrokê dinerin, em dibînin ku bi rengekî hovane û qirêj ax bi dest xistine û dagir kirine. Bi hezaran bi milyonan qel qetil kirine. Bi vê hişmenî û nêzîkatiyê heta niha  xwe fireh kiriye û li ser vê axê mayînde kiriye. Ji bo vê yekê jî di 24’ê kanûnê de bi pêlek nû dest bi êrîşan kir. Bi balafirên şer û balafirên bêmirov, dîsa bi teknîka xwe ya herî pêşketî êrîşî axa Rojava dikin. Di carên dawî de bi taybetî êrîşî cihên taybet û cihên xizmetkariyê kirin. Sivîlan dikin armanc. Vê carê gelek kargeh, çapxane, garaja erebeyan, nexweşxane bax û bostan, zevî, bendên kontrolê, hêzên ewlekariya hundirîn, depoyên genim kirin hedef. Depoyên zeytûn û zeytê, cihên xizmeta civakî kirin hedef. Heta niha jî êrîş didomin. Di êrîşan de kes 8 şehîd bûn û 18 kes jî birîndar bûn. Niha birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin. Seranserî sînor ji Dêrikê heta Kobanê û Şehbayê êrîş heta vê kêliyê jî (27’ê Kanûnê) didomin. Armanca van êrîşan diyar in. Armanca van êrîşan qirkirina gelê kurd e. Qirkirina gelê herêmê ye. Dixwazin gelên herêmê dest ji axa xwe berdin. Dixwazin gel bitirsînin û gel li dijî rêveberiya xweser derxin. Beriya wê jî gelek komplo li dijî herêmê çêkirin. Beriya bûyera ku li Dêrazorê pêk hat. Her tim dixwazin tevlihevî û aloziyê derxin.

Dixwazin gelên li herêmê bi hev re dijîn bînin beramberî hev. Bi taybet dixwaze gelê kurd û ereb bîne beramberî hev. Di encamê de rêveberî bi vîna gelan hatiye avakirin. Hemû gel û bawerî di vê rêveberiyê de cihê xwe digirin. Gel xwe bi xwe vîna xwe îdare dike. Xwe bi rê ve dibe. Pergalên hegomonîk û desthilatdar, her tim xwe li ser civakên lawaz ava dikin, mayînde dikin û xurt dikin. Çiqas civak lawaz be, pergal dê ew qas xurt be. Çiqas civak belavbûyî be, pergal dê ew qasî bi hêz be. Çiqas di nava civakê de şer û kaos hebe, ew ê ew qas xurt bin. Dewlet û pergalên desthilatdar her tim ji civakên bi rêxistin ditirsin. Loma jî bi gelek êrîşan dixwaze vê rêxistina ku me li herêmê ava kiriye lawaz bike. Dixwazin vê rêxistina xweser belav bikin. Bi rêya derbaskirina madeyên hişbir-tiryakê, bi rêya derbaskirina şebaketên projê dixwazin rêveberiyê lawaz bikin. Bi taybetî jinan dikin hedef. Ji ber ku yên pêşengtiya rêxistinkirina civakê dikin jin in. Ji bo wê jî ewil êrîşî jinan dikin. Dizanin ku projeyên jin pêş bixin ne li gorî berjewendî, plan û projeyên pergalê ye. Ji ber vê yekê êrîşî jinan dikin. Êrîşî projeyên jinan dikin. Dewlet û hêzên hegomonîk dixwazin li gorî berjewendiyên xwe pergalê ava bikin. Dixwazin projeyên xwe li herêmê texin meriyetê. Yên li hemberî projeyên wan dibin asteng bi hemû rêbazan êrîşî wan dikin. Îro ji ber ku Rêveberiya Xweser li dijî projeyên wan dibe asteng êrîşî rêveberiya xweser dikin. Ji bo wan ne pirsgirêk e ku însan bên kuştin. Ji bo wan ne pirsgirêk e ku ziman, çand, civak û netewe ji holê bên rakirin. Ji bo plan û projeyên xwe li herêmê têxin meriyetê, li dijî projeyên wan çi asteng be êrîş dikin û vê êrîşê rewa dikin. Ji bo wan ne xem e. Îro dewleta tirk bi van êrîşan sûcê şer dike. Êrîş gihîştine asta sûcên şer. Lê li beramberî wê jî her kes bêdeng e. Ev bêdengî tê çi wateyê? Ev bêdengî li gorî berjewendiyên dewleta tirk tên. Ji ber vê bêdengiyê êrîş zêdetir dibin. Koçberî zêde dibe. Axa xwe terk dikin û berê xwe didin welatên Ewropayê. Ewlehî û aramiya herêmê xera dibe.

Dema li Başûr leşkerên tirk di şer de tên kuştin êrîşî Rojava dikin, bi vê yekê dixwazin çi peyamê bidin?

Her kes dizane ku artêşa tirk çawa  li Başûr ji destê hêzên fedayî gerîla derbên giran dixwe. Her kes dizane hêzên fedayî li dijî artêşa tirk têkoşînek bêhempa dimeşîne. Tevî şert û şirûdên zivistanê jî derbên giran li artêşa tirk xist. Têkçûna artêşa tirk a li hemberî hêzên HPG û YJA Starê pir mezin bû. Dewleta tirk dixwaze vê binkeftinê bi çi veşêre? Dixwaze bi êrîşan veşêre. Bi êrîşên li dijî saziyên xizmetê yên Rojava vedişêre. Van êrîşan ji bo xwe wekî serkeftinekê dibîne. Îro sûcên şer dike. Êrîşî sivîlan dike. Êrîşî cihên xizmeta civakê dikin. Êrîşî çavkaniyên jiyanê dike. Êrîşî risq û xwarina gel dikin. Êrîşî cihê ku mirov li ser dijî dikin. Ji bo veşartina binkeftiyên xwe van êrîşan dikin. Bi taybet piştî hilbijartinan dewleta tirk lawaztir bû. Di aliyê aborî siyasî û civakî de qeyran û pirsgirêk kûrtir bûn. Îro civak li dijî pergal û qeyrana heyî ya Serokkomar Erdogan dadikevin kolanan. Li dijî şer bertekên xwe tînin ziman. Dibêjin tu çima zarokên xwe naşîne şer. Tu çima zarokên me dişîne. Zarokên me tên kuştin. Bertekên milet ên li dijî hikûmet û dewleta tirk heye. Bi dîtina min ev pirsgirêk her ku diçe dê kûrtir bibe. Bi riya şer û tundiyê jî pirsgirêk çareser nabe. Her çiqas êrîşî axa Rojava bike jî pirsgirêk çareser nabe. Gel tune nabe. Beriya Erdogan jî gelek serokkomar, serokwezîr û fermandarên artêşan hatin û gotin ‘Em ê gelê kurt tune biken’. Tu kes nikare gelê kurd tune bike. Li gorî nerîna me jî heta pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê û parçeyên din çareser nebe, pirsgirêkên din jî çareser nabin. Dê di tevahiya Rojhilata Navîn de jî pirsgirêk çareser nebin. Aramî pêş nakeve. Pirsgirêka gelê kurd pirsgirêka Rojhilata Navîn e.

Gelê Rojava daket qadan.  Rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di nav de bûn. Helwesta saziyan çi bû û banga van li kê bû? Hûn vê bertekê çawa şirove dikin?

Ji bo daketina gel a qadan jî gelê me bi taybet li Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê, ji destpêka şoreşê heta niha berpirsiyariya şoreşê daye ser milê xwe. Me dizanibû dê zor û zahmetî hebin. Dê êrîş û kuştin hebin. Wê dayîna gelek bedelên giran hebin. Ji ber ku azadî wilo bi rehetî nayên. Me biryar da ku çi dibe bila bibe em ê bi rûmet li ser axa xwe bijîn. Em ê li dijî van êrîşan têbikoşin, xebat û rêxistinkirina xwe xurtir bikin. Gelê Rojava bertek û helwesta xwe di veşartina cenazeyan de nîşan da. Dema mirov li wêne/suretê merasima cenazeyan binere, fam dike ku gel bi têkoşîn û berxwedanek mezin helwesta xwe nîşan da. Daket qadan û bertekên xwe anîn ziman. Nîşan da ku çiqas êrîş zêde bin, dê asta têkoşîn û helwestê jî ew qas zêde be. Her çendî hewl bidin warên me yên jiyanê talan û wêran bikin jî em bi biryar in ku bi siberojeke bi rûmet li ser vê axê bijîn. Bersiva gel hêjayî rêzgirtinê ye. Mirov hêz û moralê ji helwesta gel digire. Gel bi hezaran zarokên xwe ji bo vê axê feda kirine. Heta îro jî li ser piyan in û helwesta xwe tînin ziman.

Gel di van çalakiyan de helwesta xwe anî ziman. Got em çiqas yekitiya xwe û tifaqa xwe xurt bikin, em çiqas li dijî van êrîşan xwedî helwesteke hevpar bin, em ê ew qas jî êrîşan pûç bikin. Gelek saziyên civakî daketin qadan. Banga wan bi taybet ji bo hêzên koalîsyonê bû. Gotin; ‘Hûn îro li dijî van êrîşan çima bêdeng in?’ Bi taybetî bang li Amerîkayê kirin. Li aliyê din Rûsya çima bêdeng e. Ew jî berpirsiyar e. Amerîka û Rûsya li hemberî êrîşên herêmê berpirsiyar e. Amerîka û Rûsya dikarin gelek tiştan bikin. Lê bêdeng in. Dewleta tirk nikare bêyî Amerîka û Rûsya gav bavêje. Em durûtiya dewletan fam dikin. Li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Em ji bîr nekin Tirkiye jî di NATO’yê de ye. Hevalên hev in. Li dijî civakan yek in.

Tirkiyeyê gelek caran bi balafiran êrîş kir. Lê NY, NATO, Fransa, Amerîka, Rûsya li hemberî van êrîşan bêdeng in. Dema Îsraîl êrîşî Hamasê kir, dewletan qiyamet rakirin. Li dijî êrîşên Tirkiyeyê cîhan çima bêdeng e?

Dema Hemasê êrîşî Îsraîlê kir û Îsraîl jî êrîşî Hemas û gelê Filistinê kir, her kesî bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. Lê mixabin dema dewleta tirk êrîşî Rojava kir, her kes bêdeng e. Ev tê wateya durûtiya van dewletan. Her yek li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Dema mesele dibe gelê kurd, her kes bêdeng e. Her çiqas di navbera dewletan de nakokî û rageşî hebin jî dema mijar dibe gelê kurd, mixabin tev dibin yek. Piştî sedsaliya Peymana Lozanê qediya, dixwazin careke din li gorî berjewendiyên xwe axa Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bikin. Dixwazin careke din gelê kurd bêpar û bêvîn bihêlin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de bi peymana Sykes-Picot gelê kurd bêpar hiştin. Dixwazin careke din gelê kurd bêpar bihêlin. Bi van êrîşan û van peymanan dixwazin gelê kurd careke din bêçand, bêziman, bêax, bêwelat û bêvîn bihêlin.

Ya din jî gelek caran Erdogan dema derdikeve ser dikê dibêje; ‘Êrîşên li dijî Filistin û Hemasê çêdibin sûcê şer e’. Lê îro tiştê ku Îsraîlê li dijî Filistinê nekiriye, Erdogan li dijî Rojava dike. Tişta ku Erdogan li Rojava kiriye, ji yê Îsraîlê 10 qat zêdetir. Îro Erdogan sûcê şer dike. Ji ber vê yekê tişta Erdogan dike asta terorê derbas kiriye. Cîhan vî sûcî temaşe dike. Durûtiya dewletan nîşan dide ku tê hesabê tevan.

Partiyên kurdan ên Bakur tenê daxuyaniyên nivîskî êrîş şermezar kirin. Ji bo yekitiya neteweyî lazim e partiyên kurdan ên li Bakur çi bikin û divê helwestek çawa nîşan bidin?

Gel îro bi çalakiyan li ser piyan e. Bi gelek rê û rêbazan têdikoşin. Partiyên kurdan bi gelek daxuyaniyên nivîskî êrîş şermezar kirin. Tenê PDK’ê şermezar nekir. Em armanca wê û armanca avakirina wê zanin. PDK, bi hesabê ku şoreşên gelê kurd tune bike û bi armanca tunekirina van şoreş û tevgerên ku xizmeta gel dike. Li dijî van êrîşen hovane yên qirkirinê tenê daxuyaniyên nivîskî têr nakin. Em asta têkoşîn, berxwedan û yekitiya xwe, asta famkirina dîroka xwe û zanîna xwe û famkirina heqîqeta rastiya van sîstemên desthilat û dagirker ku em li dijî wan têdikoşin dizanin. Em fam dikin ku hebûna desthilatê li ser hesabê tunebûna gelê kurd hatiye avakirin. Dewleta tirk dê êrîşên xwe nesekinîne. Her çiqas ev herêm dibe xwedî statu û ber bi rewabûnekê ve diçe, êrîşên dewleta tirk jî xurtir dibe. Bertekên gel nîşan dide ku her çiqas êrîş zêde bin, dê bertek jî zêde bin û gel ji van êrîşan natirse. Dê gel sere xwe jî netewîne. Dîmenên heyî vê rastiyê nîşanî me dide. Ji ber vê yekê dewleta tirk dê negihêje armanca xwe. Bi van êrîşan dixwaze gel bitirsîne û gel dest ji axa xwe berde. Lê berovajî vê yekê, gel bi yek helwest û yek dengî daket qadan û bertekên xwe anîn ziman. Vê helwesta gel armanca van êrîşan pûç kir.

Tevî van êrîşên dijwar jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di azadiyê de israr dike. Hûn dikarin qala rewşa gelên herêmê bikin?

Wekî gelê herêmê û Rêveberiya Xweser, em ê erka dikeve ser milê me pêk bînin. Bi taybet em ê li gorî derfetên xwe cihên wekî av, ceyran û nexweşxaneyên zirar dîtin bi lezgîn têxin xizmetê. Nêzî 2 hezar û 600 gund bêceyran mane. Em careke din weki Rêveberiya Xweser helwesta xwe nû dikin. Em gel in, gel em in. Em çawa dikarin bi hev re li dijî van êrîş, komplo û li dijî şerê qirkirinê têkoşînek xurt bidin. Em gelê herêmê çiqas yekitiya xwe xurtir bikin. Me di 12’yê kanûnê de Hevpeymana Civakî ragihand. Dewleta tirk jî naxwaze ev herêm bibe xwedî statu. Cara yekem li tevahiya Rojhilata Navîn Hevpeymanek bi vî rengî tê çêkirin. Gel di vê hevpeymanê de bi vîna xwe qedera xwe dinivîse. Gel bi vîna xwe siberoja xwe dinivîse. Bi vîna xwe xwe bi rê ve dibe. Ji bo me xewn û xeyal bû, bêyî ku dewlet û desthilatî li ser me hebe û em xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em ê li ser esasê hevpeymana civakî asta çalakî û berxwedana xwe xurtir bikin.