Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Eywana Dawetan a Kaplanê ya li navçeya Bajarê Nû bi dirûşma “Dema azadiyê ye” 2’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Li eywana kongreyê pankartên “Dem dema azadiya jinan e”, “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Rêya Sêyemîn rêya çareseriyê ye” û pankarta “Jin, jiyan, azadî” ya bi 11 zimanan hat daliqandin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad, Meclisa Dayikên Aştiyê, Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çanda bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re ya (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bi pankarta “Em silava Kemalê Laz û berxwedana Mazlum Dogan in” ketin eywana kongreyê. Beşdaran jî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” piştgirî dan. Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari kete eywanê û rastî eleqeyeke zêde hat.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren di kongreyê de axivî û wiha bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd: “Ji bo şer pêdivî bi hêsrên çavan, top û tifingê heye. Ji bo aştiyê jî wijdan, empatî û hezkirin heye. Yên ku nekarin pirsgirêka kurd çareser bikin, mehkûmên têkçûnê ne. Yên ev şer dane destpêkirin, bila aştiyê bidin destpêkirin. Yê ku bikare vê bike jî birêz Abdullah Ocalan e.”
Piştre jî hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn û hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivîn.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî beşdar bi kurdî, erebî û tirkî silav kir. Hatîmogûllari, hêvî kir ku kongre bibe wesîleya aştî û aramiyê û spasiya kesên têkoşîn gihandin vê rojê kir û wiha domand: “Girîng e ku kongre beriya hilbijartinên herêmî tê lidarxistin. Me biryarên di civînên piştî kongre û hilbijartinên giştî dabûn, pêk anîn. Ji bo azadiyê em biryara jinûvesazkirinê bi cih tînin. Em di serdemekî wisa de ne ku divê ji her demê bêhtir kedê bidin.” Bi domdarî Hatîmogûllari siyasetmedarên girtî silav kir.
‘Dê Roboskê neyê jibîrkirin’
Di berdewamê de Hatîmogûllari bal kişand ser Komkujiya Roboskê û ev tişt anî ziman: “Li Roboskê 34 mirovên me bi bombeyan hatin kuştin. Qismekî wan zarok bûn. Tevî bi ser re 12 sal derbas bûne jî hêj êşa dayikan mîna roja ewil e. Ev zîhniyeta faşîst hêj jî heman êşên nû lê zêde dike. Şaredariya Peyasê bîrdariya Roboskê çêkiribû lê qeyûm di sala 2016’an de hilweşand. Em ê qurbaniyên Roboskê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
Li Tirkiye û cîhanê rejîmên rastgir, nîjadperest û faşîst dibin îktîdar. Yek ji van jî îktîdara AKP-MHP’ê ye. Şerê Rûsya-Ûkraynayê û Îsraîl-Filistînê didome. Me gotibû ku em bi xelkê mazlum ê Filistînê re ne. Îktîdar û şirîkê wê yê biçûk li Kurdistanê çalakiyên piştevaniya bi Filistînê re li dar dixe. Haya we ji çalakiyên HUDA-PAR’ê heye. Heke hûn jidil bin, wê demê bang li şirîkê we yê mezin bikin ku dawî li peymanên xwe yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re bîne. Ew jî hewl didin ji kuştina xelkê Filistînê sûd bigirin. Mafê tu kesî nîne li ser zarokên hatine kuştin siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê dîzayn bike. Ne pirsgirêka kurd ne jî ya Filistînê ne pirsgirêkeke wisa ye ku fedayî hilbijartinê were kirin.
Em tevek dibînin bê ka li Rojava sivîl çawa hedef tên girtin. Çapxane û nexweşxane bombebaran kirin. Gelo ma tekane sûcê wan kurdbûna wan e? Werin em pirsgirêka kurd li 4 parçeyan jî çareser bikin. Em naxwazin cînarên me bibin El Nusra û DAIŞ. Em rêbazên ku demografyaya Rojava diguherînin naxwazin. Hûn dê nekarin bi gef, hedefnîşandan, girtin û binçavkirinan serî bi me bidin tewandin.
‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bila pêk bê’
Zêdetirî 3 sal in birêz Ocalan nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bke. Li 106 girtîgehan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dikare gavên mezintir bên avêtin. Ji bo çalakî nebin sedema êşên mezintir, divê tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
Xelk birçî ye birçî! Hewl didin bi birçîhiştinê serî bi civakê bidin tewandin. Lê pereyê ku wan li derveyî welat kom kirî bi têrî 7 nifşên wan heye. Sê meh piştre dê tu qîmeta vî mûçeyê kêmtirîn nemîne. Di heman demê em ji bo aboriyeke adilane ya vî welatî têdikoşin. Hesaba beroşka nakele ji jinan tê pirsîn. Birçîtî, xizanî û bêdahatû hêjayî vî welatî dîtine. Em dibînin ku ev îktîdar hewl dide serdestiyê li jinan bike. Li dijî tundiya dewletê me heta niha li ber xwe da û dê ji vir û şûnde jî têbikoşin. Em ê têkoşîna xwe bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bidomînin.
Em ê îradeya xwe ji qeyûman bistînin
Me li Kurdistan û Tirkiyeyê bi gelê xwe re bi sedan civîn li dar xistin. Biryara hat dayîn ku di hilbijartina pêş de temamiya şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bistînin. Tevî hîleya veguhestina hilbijêran a AKP-MHP’ê jî em ê bi ser kevin. Komîsyona me ya hilbijartinê vê mijarê ji nêz ve dişopîne. Îtîraz tên kirin. Hema hema me tevahiya şaredariyên Amedê bi dest xistine. Modêla me ya li vê derê dê ji bo hemû şaredariyan bibe modêl. A ewilî divê em bi ser kevin. Ji bo vê jî divê em têkoşînê mezin bikin. Ya duyemîn pêşîlêgirtina tayînkirina qeyûman e. Ji bo vê jî divê gelê me nehêle qeyûm bikevin şaredariyan. Bi vê îradeyê dê hemû qeyûm ji vir bicehimin û biçin. Em ê li Amed û Kurdistanê serkeftineke dîrokî bi dest bixin. Em ê qeyûman bişînin, li dijî pişaftinê dîsa saziyên xwe yên ziman û çandê, saziyên jinan, ciwan û hwd. vekin.
Pêvajoyeke girîng li pêşiya me heye û divê em gelek ked bidin. Ji niha ve em xwe bigihînin hemû taxan. Em tevek jî plansaziyên xwe çêbikin, bikevin rê û dest bi xebatê bikin.
Hêvîdarim sala nû bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bi hêviya ku em komara demokratîk bi hev re ava bikin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin.”
Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hate kirin. Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn dîsa weke Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê hatin hilbijartin.