12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ocalan û nivîsandina romana romanê

Ya rastî sernavê nivîsa min, “Ocalan û rizgariya kurdan ji mevalî” bû. yanî rizgariya ji koletiyê!...

Lê, di van rojên ku şerê 3’yemîn ê cîhanê ji taşarontiyê derdikeve, bi taybetî bi pêşengiya reîs-ûl evvel û reîs-ûl ezel Erdogan, ber bî şerê “hîlal û xaçê” ve diçe, min sernavê nivîsa xwe guhert. Roman bi gotinan tê nivîsandin û her roman dibe nasnameya zimanê vî gelî. Lê romana romanê ku ciwanên kurd dinivîsin sîîl-nasnameya mirovaniyê ye.

Romana romanê çîroka sedsalî ye.  Bûyerên di nava sed salî de derketine holê, wek xelekên zincirê hîna jî dewam dikin.  Gelê Kurd, dîroka romana romanê dinivîse û lehengê vê romanê  Ocalan û ciwanên kurd in.  Ji ber ku ev roman tevahiya gelan himbêz dike, ne sere’nad, weke stranekê,  li tevahiya cîhanê bi dengekî bilind û li dijî “îrfanî  red-î  însan”,   tê gotin. Îrfanî red-î însan, navê mîratzadeyên Îttîhat û Terakkî ye. Ev dirrindeyên di postikê mirov de, xwe weke “fatîhên cîhanê” nîşan didine, nasyonalîzma ji ya Naziyen Elmanya dijwartir kirina partîkê. Ev sistem, diranê herî dijwar yê çerxa tunekirin û ferên aşê hertinê ye.

Ocalan vê sîstemê weke “dînazor” û “dew” bi nav dikê.

Nasyonalîzma Îttîhadî, diyalektîka dîrokê red dike, li dijî herka dîrokê jî şer dikin. Sed sal in, weke şûrê li dijî faîzîlet û rûmeta mirovaniyê kar dikin. Miratzedeyên Îttîhta û Terakî, xwe weke tovê mûrşît û endesyarê ruhê civakan nîşan didin. Ocalan, di “Pirtûk-1 Şaristanî”,  rp.109 de dibêje; “Divê neyê jibîrkirin ku dîrok, çeka  her dem kar dikê” ye.  Ev gotin manîdar in û dema  mirov bi kûreyî li ser van gotinan  radiweste, mirov dibîne ku,  temsîliyeta  mîratzadeyên Îttîhat û Terakî dûrî “vahdeta îslamê” û dûrî “oryanatlîzmê” jî ne.

Ev hişmendi, bi gotina Weber, “di xeşîma tarî de dimeşe û dixwaze hemû qadên  jiyanê dagir bike,” Hem ruhê îlahî dikuje, hem dixwaze destînî-îradeya  civakan bike destên xwe û rola Hîtler, Mussolînî û Frenko bilîzîn. Ev ruhekî “xebîs” e û Erodgan pêşengiya vî ruhî dike. Li hemberî çeka dîrokê, bi gotina Ocalan, li dijî “sazumana ku dîrokê destnîşan dike” tevdigere. Misilmantî jî kiriye  nava weranzariyê.

Balkêş e, ji bilî Kurdan, tu kes, misilmantiya Erdogan  nake bin lêpirsînê û nabêje ku wî  hişemendiya diyalektîka îlahî û beşerî li erdê yeksan kiriye. Em gotina Ocalan ku  dibêje; “Di dîroka mirovaniyê de, gelek çîrok û çîvanokên li ser Nemrud û Fîrawunên di kelih û pîramîdan de  rûniştine têne gotin. Dîroka civakan yekpare û hevpar e. Di pêvejoya guhertinan de, her dem nîrê koletiyê hatiye şikandin, textên Nemrud û Fîravunan jî  hatiye  parçe kirin,” dubare bikin û dewam dikin:

Erdogan, weke mîmarê dîrokê û hawariyê mafên mirovan  tevdigere. Bi taybetî di  şerê Israîl û Filîstînê de, siltanetiya  xwe ya klasîk eşkere kir û hemû saziyên dîrokê bi aqilê  “naqis” kire  bin lêpirsînê. Ocalan jî di nav de, hemû sosyologên cîhanê dibêjin; “dîrokê ne ferd, civak çêdikin”. Li gorî zanistên ku mirovan dikine bin lêpirsînê, kiryarên Erdogan, gotinên wî, weke pelên darên demsala payîzî diweşin û dikevine ber lingên wî. Xwe weke xelîfeyê siyaseta cîhana Îslamê nîşan bide jî, her gotinên wî, bedduayekê li dîroka Îslamê ye. Hemû rengên ezman û baweriyan dike bin lingên xwe.
Bi saya Erodgan me fêhm kir ku du cûreyên  Misilmantiyê hene;

Yek jê; misilmantiya bi pêşengiya cîhana ereb tê meşandin e. Ev jî  bi navê MEVALÎ tê naskirin. Yanî koleyên ku pişrtre hatine azad kirin e. Yanî hêzên îslamî dema welat dagir dikirin, gel kole bû, lê piştî misilmantî qebûl dikirin, dihatin azad kirin. Ji bo vê jî, gelên ji kolatiyê dihatin azad kirin,  weke MEVALÎ binav dikirin. Piştre, gotina “ummet” bikaranîn. Ev jî bi saya kesên wekî  Ebû Abdullah Muhamme el-Kazerûnî, muderrîsî Medreseya Nizamiye Ebû Ishaqê Şîrazî, Mecîd El-Kurdî, Cakîr el-Kurdî, Ali el-Kurdî, Tâhâ-yı Hekkârî, Hâlid-i Cezerî, Selahaddîn Eyyûbî û Eba Muslîmî Horasanî, û hwd. ku ji Setmbolê heta bi Qahîre, bandor li cîhana Misilman kirin, ola Îslamê weke kozmogoniya “keskesorê” bi hemû rengan derkete holê.

Lê ya balkêş Misilmantiya duyemîn e!..

Di vî cûreyê misilmantiyê de, hêza qamçiyê li ser pişta gelan e û şûrê li ser stuyê gelan e!… Hêza qamçî romî, qançor e, qanunên zincîrî ne!… Şûr jî tê wateya qirkirinê. Her du jî faşîzma dewşîrmeyan e û  li pêşiya hişmendî û hewngîriya pêşketî ya cîhanê asteng e. Yanî mihraba vî beşê Misilman, sed û diwarê li pêşiya  herka çemê dîrokê ye. Ev  hişmendiya kufîkî û qirêj, pêşî bi Namik Kemal, weke netewparêziyê derkete holê, piştre bi Ziya Gokalp,  Turk-î Turan derkete holê. Ji bo ku vê  idea, ne ideolojî bi hêz bikin, Turk-î Îslam bikaranîn. Di vê  misilmantiyê de despotîzm heye. Mînak çeteyên DAIŞê û artêşa dewşîrme Yenîçerî, yan jî  “akinci” ku Îdrîsî Bîdlîsî jî bi berfierehî behsa wan dike!..

Akincî  nêwî çete ne. Îro jî di sîstema  Reîs-ûl ezel, Erdogan de, ev çete  ji serdema Osmaniyan jî zêdetir têne bikaranîn.

Ocalan, di mesaja ku ji Kongreya Îslama Demokratîk a Amedê re şiyandiye de dibêje; “Wêrankarên Hizbullah û El Kaide, berhemê sîstema kapîtalîst in û  li serê ummeta Îslamê kirine bela. Ev temsîlkarên faşîzmê ne û faşîzma dehşetcengîz a sêdarên darvekirnê û jêkirina seriyan e. Kurdistan jî di nav de, li tevahiya  gelên Misilman û ne misilman kirine pratîkê.”

Rêber Ocalan, di nirxandina li ser  paşayên Îtîthat û Terrakî de, nirxnandinên xwe berfirehtir dike û balê dikişîne ser avakirina  zihniyeta otorîter, netewperest û neteweya faşîst. Tirkitiye spî û kesk jî di radeya faşîzma dewletî de dinirxîne. Li hemberî ku di Qur’an û hadîsên Cenabê Pêxember de, yek millet, yek ziman, yek dewlet, yek netewe nine.  Resîl-êl ezel Erdogan, silava çar teliyan dide û di her firsetê de mertewala yek-yeka tine ziman.

Balkêş e çeteyên DAIŞê, piştî têkiliya bi Erdogan, MÎTa Tirke re, (piştî girtina karmendên konsolosxaneya tirk ya li Musilê) li Herêma Başûr, êrîşî Nînova, Kerkûk û Mexmurê kirin, li Rojava jî êrîşî Kobanê û gelek bajarên din ên kurdan kirin. Çeteyên DAIŞê ji bilî kurdan û gelê suryanî êrîşî tu gelên din nekirin.  Kurd û Suryanî ne desthilatdar bûn û di cîhana Îslamî de, bi navê dewletên emperyal, selefkarî, muşrîkî û cotstandardiya di ola îslamî de nekirin. Çeteyên DAIŞê, di destpêkê de gotin, “Em ê ola Îslamê û Misilmanan ji zilma desthilatdarên muşrîk û selefkar rizgar bikin” û berê xwe dane Mekke.  Lê piştî têkiliya bi dewleta tirk û MÎT re, berê xwe dane gelê ku herî zêde ji desthildarên otorîter, mulştik û selefkar ziyan û zerer dîtibûn.

Tenê êrîşî gelê kurd kirin

Hizbulkontra jî, ji nava eşîra Hebizbînê ku yek ji eşîrên Konfederasyonana Heverka ye li Elihê derkete holê û tenê li dijî kurdan dest bi êrîşên kujerî kir.  Lê di tu ayetên ji pêxemberan re hatine de, ne hatiye gotin ku mirovan bikujin.  Bavê hemû pêxemberên ehlî kitab Cenabê Ibrahîm jî, Nemrud jî di nav de, destur nedaye kuştina tu mirovan.

Vêce, em gotina Ocalan ku dibêje; Dive tu kes nebê koleyê gotin û biwêjan, dubare bikin û dewam bikin. Mîratzadeyên Îttîhat û Terakkî, heta bi ava Kurdistanê, bi çêkirina bendava, şewat û talan xwezayê, hem Kurdan ji cih warên wan dikin, hem li hemebrî xweza ku îradeya Xwedanê mezin temsîl dike dikuje. Berhemê sedsalî yê dewleta Yenîçeriyan; Di destpêkê de Sakkali Murad paşa û çete Topal Osman derxistin holê. Piştre General Mustafa Muglali, gastapo Esat OktayYildiran û çeteyên  bi kod navê Yeşîl, Mahmut Yildirim û hwd. Derxistin holê. Ev kes, di romana romanê de lehengên weke “dewên, dev bi xwîn in. Cenabê Zerdesht Pêxember jî balê dikişîne ser “dew”an û têkoşîna li dijî wan.

Em bi kurtî vê çîrokê jî  bikinû dawî li gotina xwe bînin; Rojekê gundiyek diçe cem Cenabê Zerdesht û dibêje, “Dêwan êrîşî gundê me kir. Keça min  revandin. Ez alîkariyê ji cenabê te dixwazim. Zerdesht ji gundî re dibêje, biçe li dijî dêwan têkoşînê bike. Gundî duyemîn û sêyemîn car heman gotinan dubare dike û arîkariyê dixwaze. Cenabê Zerdesht jî her sê caran, ji gundî re dibîje, biçe li dijî dewan têkoşînê bike.” Romana romanê jî têkoşîna li dijî dêwên ku bûne çavkaniya kiryarên dehşetengîz e.

Mîratzadeyên Îtîthat û Terakî, anarşîzma dewletî, wek doktrînê digirine dest, bi gotina  Ocalan wek fewza=ararşîd (nîzama bê nîzam) dibînin. Aştiyê, ji bo xwe têkçûn dizanin. Bi gotina Ocalan, dengê  kesên ku ekolojiyê esas negire, dengî wê olan venade. Mîratzadeyên Îttîhat û Terakî jî ekolojiyê tune dikin. Erdnîgarî depoya  xammadeya hebûna jiyanê ye. Eger ev depo werê tunekirin, jiyan namîne.

Vêce, nivîsandina romana romanê, parastina jiyanê ye. Parastina jiyanê  parastina ekolojî ye. Parastina ekolojiyê  parastina mirovaniyê ye. Xala duyemîn; Di vê romanê de, hişmendiya mirovaniyê mezin  bûye, fereh bûye, sinorên berjewendiyên otorîteya navneteweyî teng dike. Bêdengiya li hemberî tecrîda xwedayê vê hişmendiyê jî ev e.  Ev hişmendî  hêdî hêdî dibê malê cîhanê, bi can û gevde dibe û bibe felsefeya miroaniyê. Faşîzma dewşîrme, wê nikaribe li hemberî vê hişmendiya kurewî raweste.
Romana romanê, bi şêwaza  ruhê jiyana jiyanê tê nivîsandin û dergehê jiyana jiyanê vedike.