Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku duh bi şev 3 girtiyên siyasî yên Kurd ku xelkê Urmiyeyêne, ji aliyê rejîma Îranê ve li girtîgeha navendî ya bajêr hatin darvekirin.
Her wiha hate diyarkirin ku her sê girtiyên hatine darvekirin bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ye.
Gorî hatî ragihandin hêzên emnî malbatên girtiyên hatin darvekirin agahdarkirine ku wê cenazeyan radestî malbatan nekin. Her wiha hate diyarkirin ku heta niha cenazeyên girtiyan radestî malbatên wan nekirine.
Hêjayî gotinê ye ku di rojên borî de cezayê darvekirinê ji bo her sê girtiyên siyasî ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû dayîn.