Girtiyên siyasî ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çarçoveya hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi dorveger didome. Piştî girtiyan dest bi çalakiyê kir, malbatên girtiyan jî li Amed, Mêrsîn, Edene, Wan û Stenbolê dest bi çalalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê di 4’ê kanûnê de di pêşengiya TUAY-DER, MED TUHAD-FED’ê de bi dirûşma “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” dest pê kiribû. Çalakî bi serdana saziyên civakî û rêxistinên sivîl li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM-Partî) ya navçeya Rêzan a Amedê didome.
Hevserokê Genel-Îşê yê hejmara 2’yan ê Amedê Behcet Barût, der barê grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan didomin û tecrîda ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin ji rojnameya me re axivî.
Behcet Barût diyar kir ku berdewamkirina tecrîdê rê li pêş çareseriyê digire û wihat got: “Dewlet dizane ku dema dengê birêz Ocalan derbikeve, civaka Rojhilata Navîn bi dengê wî şiyar dibe. Dewlet ji bo ku dengê birêz Ocalan qut bike hemû derfetên xwe bikar tîne û serî li hemû polîtîkayên taybet ên dijhiqûqî dide. Dewlet bi tecrîdê armanc dike ku hemû civaka îzole bike. Ji bo birêz Ocalan azad bibe û pirsgirêka kurd çareser bibe, divê ku em weke civaka kurd rabin ser xwe. Em îro lê dinihêrin dewletên Ewropayê jî dengê xwe dernaxin. Ev bêdengî nîşan dide ku Ewropa jî piştgiriyê didin dewleta tirk. Dewleta tirk ji heq, hiqûq û edaletê bêpar e. Tişta ku îro di girtîgehan de tê kirin sûcê dijmirovahiyê ye. Dê ev sûc tu carî neyê qebûlkirin.”
Divê em deng bilind bikin
Barût di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê de girtî ji bo ku azadiya Rêberê xwe Ocalan bi dest bixin dest bi çalakiyê kirine û wiha lê zêde kir: “Girtî ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin û di tecrîdê de tên girtin. Piraniya dewletên derve ji bo ku teşeyekî bidin gelê kurd û li gorî xwe bi rêve bibin tiliya wan di tecridê de heye. Girtî û malbat li dijî van dijhiqûqiyan di çalakiyan de ne. Hevalên girtî ji bo mafê azadiya gelê kurd dixwazin, bi awayekî dijhiqûqî dîl tên girtin. Ji bo ku ev îzolasyon û tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd rabe, hewceye ku em piştgiriyê bidin malbatan. Ji bo kurd bigihêjin daxwaza xwe divê bi rêxistinî û xurt dengê xwe bilind bikin. Bi salan e li dijî tecrîdê berxwedaneke mezin tê meşandin. Divê gelê me piştgiriyê bidin çalakiyan. Divê beşdarî çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ bibin.”
Divê kurd xwedî li nirxan derkevin
Behcet Barût da zanîn ku cih û sekna dewleta tirk ji bo CPT’ê û dewletên navxweyî gelek girîng e û wiha pêde çû: “Çend caran CPT’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Heweceye daxuyanî bide û raya giştî agahdar bike. Hewceye ku CPT’î û DMME, bertekê nîşanî helwesta dewleta Tirkiyeyê bide. Du car in CPT’î serdana Îmraliyê dike, lê tu daxuyaniyê nade. Tirkiye dikare destûr nede ku CPT biçe Îmraliyê. Li Îmraliyê çi dibe û çi nabe kes nizane. 3 sal in malbat û parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtin nekirine. Heta ku malbat û parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtin nekin dê berxwedan û piştigiriya me jî bidome. Tenê berxwedana dayikan têrê nake. Pêwîste em weke gel birêz Ocalan azad bikin. Em dixwazin ku gelê kurd xwedî li nirxên xwe derkevin.”