Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi îmzeya Zehra Şengalî li ser hilbijartina 18’ê kanûnê ya li Kerkuk û Şengalê analîzek weşand. Zehra Şengalî di analîza xwe de balê dikişine ser rastiya PDK’ê û helwesta civakên Kerkuk û Şengalê yên li dijî PDK’ê. Analîza Zehra Şengalî wiha ye:
18’ê kanûnê li Iraqê hilbijartinên xwecihî hebûn. Hilbijartinên li Iraqê tevî ku li gorî qanûnan her 4 sal carekê divê werin kirin, li hinek parêzgehan demek dirêje hatibûn paşxistin. Mînak li Kerkûkê hilbijartina ewil ya piştî 18 salan bû. Li parêzgeha Mûsilê jî hilbijartinên dawî di sala 2013’an de hatibûn lidarxistin. Yek ji sedemên derengxistina hilbijartinan, nakokiyên siyasî yên Iraqê ne ku xwe dispêrin alî û hêzên siyasî ye. Hem hêzên herêmê, di serî de Tirkiye û Îranê li ser xaka Iraqê li gorî berjewendiyên xwe siyasetekê bi rê ve dibin û hem jî hêzên navnetewî di çarçoveya projeya mezin a Rojhilata Navîn mudaxaleyî herêmê dikin. Ev pevçûnên siyasî, guhertinên hêzan li herêmê û nakokiyên navxweyî bûn sedem ku hilbijartin bên taloqkirin.
Iraq li Rojhilata Navîn cihekê stratejîk digire û ji ber vê jî dibe navenda lîstokên hêzên hundir û derve. Sîstema Iraqê, sîstema federal e. Li gorî qanûnên Iraqê cih ji hemû pêkhateyan re heye, lê ji ber ku di siyaset û zêhniyeta xwe de ne demokratîk e ev qanûn derbasî pratîkê nabe. Berovajî vê, pêkhateyên heyî dibin qurbanên siyaseta ne demokratîk yê Iraqê û bi vî awayî jî nakokiyên heyî kûrtir dibin. Ji ber vê em dikarin bêjin hilbijartinên xwecihî, girîng e ku di dema xwe de bi pêkanîna qanûnên xwe werin pêkanîn. Pêkhateyên heyî vê girîng dibînin. Hilbijartinên xwecihî li gorî yê parlamentoyê, di cewhera xwe de zêdetir demokrasiyê diparêze ji ber ku hîn zêdetir nêzî civakê ne.
Di karaktera dewletê de zêhniyeta demokrasî nîne, ji ber vê jî ev 10 sal in hilbijartin pêk nehatine.
Li 15 parêzgehên Iraqê hilbijartin pêk hat û bi sedan partî tevlî vê hilbijartinê bûne. Hin ji wan partiyan bi tifaqan tevlî hilbijartinan bûn. Lê di vê hilbijartinê de çavê herkesî bi taybet li ser parêzgehên Mûsil û Kerkûkê bûn. Partiyên ku bi taybetî li parêzgeha Mûsilê derketin beramberî hev Hevpeymana Civakî, PDK û YNK bûn. Li Kerkûkê jî YNK, PDK, eniya tirkmenan û eniya ereban derketin beramberî hev. Di encama hilbijartinên li Nînowayê, em dikarin diyar bikin ku hevpeymana civakî di rêza duyemîn de bi ser ket û li Kerkûkê jî YNK weke partiya yekemîn hate hilbijartin.
Ji 23 milyon hilbijêran tenê 6 û nîv milyon kes çûne ser sindoqan. Ev tê maneya ku li tevahiya Iraqê tenê ji sedî 41 kes çûne ser sindoqan. Rêjeya tevlîbûna hilbijartinan li Mûsilê ji sedî 52 û li Kerkûkê ji sedî 70 bû. Di serî de li Bexdayê û li gelek parêzgehên din rêjeya tevlîbûna hilbijartinan gelekî kêm bû. Di aliyê civakî de tevlîbûn an jî tevlîbûna kêm, nîşaneya helwestekê ye. Di heman demê de ev yek nîşan dide ku partiyên serdest ên parêzgehan zêde hêviyê nadin civakê, teng dimînin û ji pêdiviyên gel re nabin hêza çareseriyê û ne xwedî proje ne.
Em dikarin di kotaya parêzgehan jî bibînin ku di qada siyasetê de rolekê çawa ji jinê re tê dayîn. Ev tê maneya ku li gorî kotayê tenê ji sedî 25 kursî ji bo jinan tê veqetandin. Rolekê diyarker, di siyaseta Iraqê de ji jinê re nayê dayîn. Jinên ku di siyaseta Iraqê de cih digirin, tenê di bin siya zêhniyeta zilam de dimînin an jî di bin vî siyê de têne hiştin. Mirov dikare bêje, rewşa jinê di siyasetê de, li Iraqê jî ji welatên cuda ne cudatir e. Tevlîbûna jinê li gorî qanûnan e, ne li gorî nasname û xweîfadekirina jinê ye. Têkoşîna jinan bi taybet di 10 salên dawî de ji bo vê yekê hebê jî, hîna guhertinekê berbiçav tine ye. Ji bo demokratîkkirina pergalê, divê rola jinê di siyasetê de hîn zêdetir çalak be. Asta beşdarbûna jinê ya siyasetê, asta tevlîbûna civakê jî diyar dike.
Li welatekê jin çiqasî xuya be, ewqasî jî wê ew welat ji guhertinê re vekirî be. Ji lew re em nikarin bêjin ku jin di siyaseta Iraqê de bi bandor in. Di tevlîbûna siyasetê ya çawanî û çendanî de jî jin ne li pêş in. Di hemû lîsteyên partiyan de jî tê dîtin ku namzetên jin pir kêm bûn. Yên ku hatibûn nîşandayîn jî gelek ji wan nehatin hilbijartin. Lê têkoşîna jinên Êzidî û şoreşa jinê ya Rojava heta astekê bandorê li jinên Iraqê jî kiriye. Ji bo vê jî mirov dikare diyar bike ku heta astekê têkoşîna jinên Iraqê jî heye. Di serî de têkoşîna ji bo mafê qanûnî ya ji bo hilbijêr û namzetan û bi giştî ji bo mafên jinan ên li Iraqê jî têkoşîna jinê hene. Fikrên Rêber Apo bandorê li rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedarên jin kirine. Tê dîtin ku têkoşîna ji bo mafê jinan ê di siyasetê, qadên civakî û hemû qadên jiyanê de hîn zêdetir derdikeve pêş.
Gel lîstikên PDK û Tirkiyeyê vala derxistin
Weke me li jorê jî destnîşan kir ev hilbijartin bi taybetî ji bo Kerkûkê girîng bû. Piştî 18 salan cara ewil dîsa hilbijartin çêbûn. Encamên hilbijartina li Kerkûkê, wê bandorê li tevahî siyaseta Iraqê bikin. Beriya hilbijartinan jî lîstokên ciddî li ser Kerkûkê hatin lîstin. Bi taybetî Erebên şovenîst, Tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê, PDK û dewleta tirk bi awayek ciddî li ser Kerkûkê lîstin. Tirkiye vê yekê bi taybetî bi destê PDK’ê kir. Beriya hilbijartinan provokasyonek di navbera ereb û kurdan derxistin û bi vî awayî xwestin hilbijartinên li Kerkûkê betal bibin. Lê xelkê Kerkûkê ev dek û dolabên Tirkiye û PDK’ê vala derxistin. Encama hilbijartinên li Kerkûkê jî, encama vê valaderxistinê bûn.
Li Kerkûkê divê pergalek demokratîk di navbera pêkhate û partiyan de bê avakirin. Lê encamên hilbijartinê her çiqasî ne bi yek lîsteyê be jî, ew ji bo kurdan girîng bû. Destkeftiyek girîng e, eger partiyên kurd bi yek lîsteyê û tifaqê tevlî hilbijartinê bûbûna wê ev destkeftî hîn mezintir bûna. Ev yek cihê mixabiniyê ye. PDK dizanî ku wê li Kerkûkê bin bikeve, lê ji bo ku tifaqa di navbera Kurdan de çênebe, rê li ber girt. Bi erebên şovenîst û tirkmenên girêdayî Tirkiyeyê re li hev kir. Careke din rûyê PDK û siyaseta wî ya hevkariya dagirkeriyê li Kerkûkê derket holê.
Ev siyaseta PDK di 2017’an de dîsa pêşiya yekîtiya Kurdan girtibû. Bi navê referandûmê Kerkûkê ji destê Kurdan derxistibûn û bi vî awayî di xeta xiyanetê de israra xwe nîşan da. Gurkirina dijberiya Kurdan û dijderketina li dijî kurdên azad esas digire û bi her awayî li dijî Kurdan derdikeve. Lê di encamên hilbijartinên li Kerkûkê de jî derket holê ku ev siyaset û planên PDK’ê yên hevkarî û lîstokên bi Tirkiyeyê re vala derket.
Kurd dikarin pêşengtiyê dikin
Hilbijartinên li Kerkûkê ji bo Kurdan encamek girîng bi xwe re anî. Ne Tirkiye ne jî PDK ji vê encamê nerehetin û ev yek xeteriyek bi xwe re tîne. Dibe ku di dema pêş de li ser vê bingehê lîstokên cuda jî pêş bixin. Dek û dolabên Tirkiye û PDK’ê naqedin, beriya niha jî gelek caran hewl dan bi vî awayî bi ser bikevin. Destkeftiyên Kerkûkê dikarin encamên xurt bi xwe re bînin û wê lîstokên Tirkiye û PDK’ê jî li beramberî Kerkûkê bi ser nekevin. Lê ji bo vê hişiyarbûnek divê. Di maddeya 141 de Mûsil jî di nav de, heta ku xwedî vê statuyê bin, wê ne xeterî û ne jî nakokiyên li ser van herêman di demek nêz de bidawî nebin. Lê çareseriya herî mayînde ya li Kerkûkê wê riya sêyemîn be. Bajarekî mozaîk û dewlemend e, cihêreng e. Bi hezaran salan e, ev gel bi hev re dijîn. Kurd dikarin li wir pêşengtiyê bikin. Ji bo pêşî li siyaseta qirêj bê girtin, yekîtiya gelan wê çareseriyê pêk bîne. Kurd di vê mijarê de xwedî projeyê ne. Projeya riya sêyemîn ku Rêber Apo weke riya siyasetê ya demokratîk diyar kir, dikare herî zêde li Kerkûkê bibe hêza çareserî û stratejiyê.
Siyaseta başûrê Kurdistanê ji pewîstiyên gel re nabe bersiv
Encamên hilbijartinên li parêzgehên Iraqê wê bandorê li hilbijartinên başûrê Kurdistanê jî bike. Ji niha ve hemû partî di nava amadekariyan de ne. Lê siyasetek hevpar a partiyên Kurdan tine ye. Her çiqas li başûrê Kurdistanê pergalek avakirina hikûmetê hebe jî, lê di pratîkê de xizmeta gel tine ye. Gel ji PDK’ê bêhêvî ye. Dîsa pêşkêşkirina başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta tirk re dibe sedema nerazîbûna gel. Partiyên din jî ji bo çareseriyê zêde hêviyê nadine gel. Ji bo vê jî, ji niha ve amadekariyên cidî ji hilbijartinan re divê. Bendewariyên gel hene, bêkarî, koçberiyek mezin, ji ber nedayîna mûçeyan boykotkirina kar û hwd. ev hemû dibin sedemên nerazîbûnên gel. Siyaseta başûrê Kurdistanê ji pewîstiyên gel re nabe bersiv. Ev nerazîbûn wê li ser sindoqan jî diyar bibe. Beriya her hilbijartinê bi taybetî hêzên hikûmetê ji bo xweşkirina dilê gel hinekê guhertinan çêdike û mûçeyê gel zêde dike. Ev yek divê aşkera weke bi pereyan bêdengkirina gel were dîtin. Ger hilbijartinên li başûrê Kurdistanê bi awayek demokratîk pêk neyên, wê guhertinên cidî li başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî di qada siyasetê de neyên çêkirin. Di hilbijartinên parêzgehên Iraqê de derket holê ku eger kurd tifaqa xwe ya siyasî ava bikin, encamên girîng dikarin bidest bixînin. Di siyaseta Iraqê de jî dikarin rolek bibandor û mirov dikare bêje di siyaseta Iraqê de rolek pêşeng bilîzin. Lê xeta PDK’ê ji bo vê yekê astengiyê derdixe. Destê kurdan di vê hilbijartinê de bi hêz e. Ger baş were destgirtin, îradeya gel esas bê girtin, wê di dema pêş de ji bo gelê Kurd encamên girîng bi xwe re bîne.
Êzidxanê dersekî dîrokî da PDK’ê
Bêguman hilbijartinên parêzgeha Mûsilê jî bi qasî yê Kerkûkê ji bo Kurdan û bi taybetî Şengalê girîng bûn. Rêjeya beşdariya ji hilbijartinan re ji sedî 52 bû. Em dikarin bêjin beşdariya gel a ji hilbijartinan re li gorî hin parêzgehên din hîn baştir bû. Li parêzgeha Mûsilê cihê ku herî zêde dihate mereqkirin bajarê Şengalê bû. Ev car hilbijartin ji bo Şengaliyan xwedî gelek cudahiyan bû. Girîngiya vê hilbijartinan ji aliyê miletê me yê Êzidî ve di astekî girîng de hatibû fam kirin. Ji lew re rêjeya dengdanê ji hemû hilbijartinên beriya niha cûdatir bû. PDK’ê ku xelkê êzidî ji ber hilbijartinan li kampên başûrê Kurdistanê dîl girtiye ne tenê di kampan de li tevahiya Şengalê winda kir. Êzidxanê dersekî dîrokî da PDK’ê. Dibe ku li parêzgeha Nînowayê li gorî encamên hilbijartinan wekî partiya duyemîn hate ragihandin, lê li Şengalê û li gelek deverên ku beriya niha jê piştrast bû winda kir. PDK’ê li parêzgeha Nînowayê jî ji bo bi Kurdan û bi taybetî Êzidiyan winda bike siyaseta xwe diyar kir. Lê tevî hemû hewldan û siyaseta qirêj a PDK’ê ku bi tu awayî têkiliya wê bi exlaq û nirxên siyaseta demokratîk re nîne di serî de Şengalê û yekîtiya gelên deşta Nînowayê serkeftinekî girîng di hilbijartinan de bi dest xistine. Bi vî awayî xelkê Şengalê dersekî mezin da PDK’ê. Ev hilbijartin tolhildana ji bo fermanê bû. Hesabên PDK’ê li ser Şengalê cuda bûn, lê civaka êzidî vê hesabê vala derxist. Em jî dikarin bêjin, ev hilbijartin ji bo Kurdan û bi taybetî ji bo Şengalê serkeftinek bû. Cara ewil û bi taybet piştî fermana 2014’an, civaka êzidî nûnerê xwe Qasim Keşko ku diyar kiribû, hilbijart. Ev encamên hilbijartinê wê encamên girîng di warê siyasî û civakî de bi xwe re bîne. Gelek alî ne li benda encamek bi vî awayî bûn. Xelkê me yê Êzidî, peyama xwe bi awayekî vekirî da herkesî. Gotin ‘Êdî tu kes nikare li ser navê min biryaran bide, kes nikare nûnertiya min bike, ez ê bixwe dengê xwe bilind bikim’. Ev peyam di serî de ji bo PDK û Tirkiyeyê bû.
Sekna jinên êzidî bandora xwe li ser tevahiya civakê jî kir
Tevlîbûna civaka Êzidî ya ji bo hilbijartinan, mînak bû. Bi taybetî jinên Êzidî di vê hilbijartinan de kedeke bêhempa raber kirin. Bi şev û roj kar û xebat kirin. Bi hêvî û baweriyekî mezin pêşengî ji hemû xebatên hilbijartinan re kirin. Me ji gelek cihan bihîst ku gelek dayikên ku di jiyana xwe de heta niha dengê xwe nedabûn, ev car berê dan ser sindoqan. Ev seknekî mînak e. Ev eşqa jinên êzidî ya girêdayî bi xak û îradeya xwe ye. Ev ruh û baweriya bi hêza xwe ye. Sekna jinên êzidî bandora xwe li ser tevahiya civakê jî kir. Em cardin gotina Rêber Apo bînin bîra xwe; ‘ Dema ku jin gavê ber bi azadiyê ve bavêje ew dikare civakê jî bi xwe re rabike’. Em vê heqîqetê bi awayekî şênber dikarin di rastiya her jineke Êzidî de bibînin. Rola jinên êzidî di vê serkeftina li Şengalê hatî bidestxistin pir mezin e û di heman demê de bi wate ye. Kesên ku heya niha dengê xwe nedan jî, bi hêviyek mezin çûn ser sindoqan û dengê xwe dan Qasim Keşko. Tifaqa gelên Nînowayê, di serî de ji bo vê hilbijartinê, tifaqek girîng bû. Lê ev tifaq ne tenê ji bo vê hilbijartinê bû, weke modelek dikare were dîtin. Tifaqek stratejîk ji bo gelên Şengalê bû. Aliyên xwe yên siyasî yên tifaqê hebin jî, di bingehê de avakirina tifaqa civakî ji bo gelan e. Ev tifaqa ji bo Şengalê hat avakirin ji bo hemû parêzgehan dikare bibe modela çareseriyê. Ev tifaq, tifaqek modela demokratîk e ku Rêber Apo destnîşan kiribû.
Kêfxweşiya encamên hilbijartinan jî di nava civaka êzidî de bi awayek berbiçav hat dîtin. Serkeftina hilbijartinan bi coşek mezin li Şengalê hat pîrozkirin. Li Şengalê tifaq û îradeya gelan bi ser ket, partiyên ku ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin, têk çûn.