Êdî zivistan bi ser me de hat, Hewirdora gund berf dibare, demeke nêzîk ew ê xwe bigîhîne me jî. Ji ber wê em van rojan tivdarekên zivistanê zêdetir dikin. Hemû cînarên min qelaxên xwe yên kermê hiljenîne, tenê payiza dereng em li wan qelaxan careke din bi rêxa dewaran, hinek jî qircînên hûr ve tev didin û qelexan siyax dikin.
Her roj em ya cînarekî/ê bi ser hev de tînin. Îca di nav me de yek heye ku em qet jê ne razî ne, her carê gilî û gazinan dike. Rojekê pişta wê diêşe, rojekê serê wê, rojekê cilên wê neşûştî mane, her carê xwe ji ber kar diavêje aliyekî.
Heyran, em hemû cînar hatin alîkariya te, li der û dora tewla te û xaniyê te çiqas zibil hebû, te hemû jî avêt li ber me û çend rojan em di nava gemarê de man, rojekê jî te çayek jî neda ber me. Niha jî tu dixwazî xwe li ber me nexweş bikî?
De min got bila gotina te be, here xwe li mala xwe dirêj bike, dema tu bi ser xwe de hatî qet nebe ji me re xwarinekê çêke, ew jî qet ne zehmet e. Hinekî rûyê xwe daxist û got hûn qet min fêm nakin, hûn qet nizanin ez di kîjan rewşê de me, nexweşî li min peyda bûye, ez nikarim gavekê bavêjim dera hanê.
Em ê çi bêjin Xatûnê re? Ji me veqetiya û çû mala xwe. Em jî zû bi zû karê xwe dikin ku dema berf û bahoz were, destê me girêdayî dimîne. Me hêdî hêdî li ser hev de anî, tenê karê me yê rojekê maye, lê di nava van rojan de qet deng ji Xatûnê dernakeve. Piştî çendekî em fikirîn, gelo rastî nexweş e?
Gelo nan û ava wê heye? Mala wê sar e yan germ e? Hela ka em herin halê wê bipirsin, dibe ku ne baş e? Di nav rewşek xirab de be? Em bi lez çûn ber deriyê wê, me dî dengê klaman tê, ringe ringa muzîkek xweş tê li ber guhê me. Em li derî dixin lê kesek derî li me venake, gelo xêr e? Gelo di nava malê de tiştek hat serê wê? Virde û wêde, me bi darekî zirav zirza deriyê wê vekir, bi tirseke mezin ketin hundir, em çi bibînin? Xatûnê dengê radyoya xwe heta dawî vekiriye, bi xwe jî li ber klamên radyoyê direqise û haya wê ji me tuneye.
Dema çavên wê bi me ket, hema di cî de sar bû, soro moro bû, nizanibû wê çi bibêje ji me re. Min got; “Em evqas jin ketin heyra te, gelo baş e yan ne baş e? Wayê tu ji me hemûyan baştir î. Me hemû qelax siyaxkirin, karê me qediya, lê cînartiya me tenê dema ku tu nexweş ketî heye, wekî din hevaltî û mevaltî nema, de bi xatirê te.”
Em ji malê derketin û çûn. Min got heyran Xatûna me hemû karên xwe yên qirêj bi me da kirin, dema dor hate wê nexweş ket, ew nexweşa Qelaxa Kerma ye, bila hinekî tena serê xwe bimîne û bibîne ku bê tenêbûn çawa ye. Piir hêrs bûme piiir. Heta niha jî şermana li ber rûyê me nakeve, wê heta kengê bidome nizanim, em li bendê ne lê guhê me jî li ser wê ye.