Tekane saziya navneteweyî ya ku dikare biçe Îmraliyê CPT ye û bi hinceta ku Tirkiye destûrê nade, raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Lê belê xwedî wî mafî ye ku dema welatek li pêşniyarên wê guhdarî neke derheqê wî welatî de daxuyaniyê bide. Tevî ku ji Abdullah Ocalan 33 meh in tu agahî nayên girtin jî CPT’yê tu daxuyanî nedan û hevkariyeke bêdeng bi Tirkiyeyê re dike.
Dema li Tirkiyeyê peyva “girav” tê bihîstin ji ewil Girava Îmraliyê tê bîra her kesî. Ne ji ber ku cihekî dîrokî yan jî geştê ye lewma, ji ber ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi milyonan kes jê re dibêje “îradeya min e” li wir tê ragirtin lewma wisa ye.
Girava Îmraliyê, girêdayî bajarê Bursayê û di nava Behra Marmarayê de ye. Ji navçeyên Mudanya û Gemlîkê ber bi vê giravê ve sefer tên kirin. Lê belê tenê kes an jî saziyên ku dewlet destûrê didin dikarin van seferan bikin. Girav, bi temamî di statûya herêma qedexe ya leşkerî ye û destûr nayê dayîn ku yek kes jî biçe wê derê.
Wezareta Dadê ji “Ewlehiya hundir” anku ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê berpirsyar e û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Qeraxan jî ji beşên din berpirsyar e.
Girtîgeha li giravê, di 11’ê tebaxa 1935’an de kete meriyetê. Girtiyên ewil ên vê girtîgehê, 50 kesên ji ber sûcê cînayetê hatin girtin û li girtîgehên Stenbol û Bursayê dihatin ragirtin bûn. Piştre jî serokwezîrê berê Adnan Menderes û ji wezîran Fatîn Ruştu Zorlu û Hasan Polatkan, hunermend Yilmaz Guney, nîgarvan Îbrahîm Balaban û nîgarvanê rum Angulos Stafonodis jî li vir man.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin û xistin vê girtîgehê. Bi anîna Abdullah Ocalan re ev girav weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin. Li wir bi giştî çend personel û leşker dimînin ev yek nayê zanîn lê tê gotin ku bi sedan jê li wir dimînin.
33 meh in tu agahî jê nayên girtin
Li gel Abdullah Ocalan, her wiha girtiyên siyasî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li vê girtîgehê tên ragirtin. Lê belê ev 33 meh in ne ji Abdullah Ocalan û ne jî ji 3 girtiyên din tu agahî nayên girtin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ji roja hevdîtina li ser telefonê ya di nîviyê de hatiye qutkirin heta niha tu agahî nehatine bidestxistin.
Hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnameger jî di nav de bi hezaran kesan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê tu bersiv nehatin dayîn.
Herî dawî CPT çû serdanê
Tekane saziya navneteweyî ya dikare biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. CPT, di 3’yê cotmehê de daxuyanî da û diyar kir ku wê di navbera 20 û 29’ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî di nav saziyên ku serdana wê kirine de ye.
Serokê Şandeya Îmraliyê ya CPT’yê û Serokê 2’yan ê CPT’yê Therese Roytter, di 4’ê cotmehê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîbû û gotibû, “Ez dikarim bibêjim ku me serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê kir lê nikarim daneyan parve bikim.”
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê û derdorên cuda banga “lezgîn” û serlêdan kirin. Lê belê tu bersiv nehatin dayîn. CPT’yê rapora xwe ya têkildarî serdana dawî jî parve nekir û weke hincet jî wiha got: “Heta ku hikûmeta wî welatî nexwaze em nikarin parve bikin.”
Pirsên têkildarî CPT’yê
CPT organeke serbixwe ya çavdêriyê ya Konseya Ewropayê ye ku 46 dewlet endamên wê ne. CPT ku rol û mîsyona xwe weke “Ji bo kesên ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin bibînin serdana cihên binçavkirinê yên li welatên endamên Konseya Ewropayê ne dike. Ji bo cihên binçavkirinê qereqolên polîsan, girtîgeh, navendên binçavkirinê yên zarokan, navendên binçavkirinê yên koçberan, nexweşxaneyên psîkiyatriyê û malên lênêrînê dikarin weke mînak bên dayîn” penase dike, her 4 salan careke serdaneke periyodîk li welatên endam dike. Her wiha “heke pêwistiyê bi şopandina rewşeke cidî bibîne” dikare bêyî welatan agahdar bike, serdanan bike.
CPT bêsînor xwe digihîne hemû cihên ku serdana wan dike û bêyî ku tu sînoran deyne dikare tev bigere. Bi kesên ku ji azadiya xwe bêpar in re dikare danûstandinên taybet bike û bi her kesê ku karibe agahiyan bide re bi awayekî azad têkiliyê deyne. Delegasyona CPT’yê, ji bo di dawiya serdana xwe de çavdêriyên xwe yên destpêkê pêşkêş bike, bi wezîr an jî rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar re hevdîtinê dike.
CPT ku mafê wê nîne giliyên takekesî bixe meriyetê û mudaxele li kirariyên qanûnî bike, bi erêkirina kes an jî kesên mijara gotinê dikare dozên takekesî pêşkêşî rayedaran bike û der barê îdîayên muameleya xerab de daxwaza lêpirsînê bike.
Heke bixwaze dikare daxuyaniyê bide
CPT piştî her serdanê bi daxwazên pêşniyar, şirove û agahiyan raporeke berfireh ji dewleta têkildar re dişîne. CPT piştî raporê ji rayedarên pêwendîdar di navbera 3-6 mehan de agahiyên berfireh ên li ser tedbîrên ji bo bicihanîna pêşniyaran hatine kirin, dixwaze. Piştî hevdîtinên “veşartî” tên girtin raporên ku CPT amade dike, heta ku rayedarên dewleta têkildar weşandina wê nexwazin, nayên aşkere kirin. Lê heke li gorî biryarên hatine pêşniyarkirin neyê tevgerandin, ew xwedî wê rayeyê ye ku li şûna raporên ku ji alîyê piranîya sê-duyan ya endamên wê ve hatine amade kirin, vê pirsgirêkê rave bike.
Hin welat bi bersivên xwe re destûrê didin weşana otomatîk a rapora CPT’yê, lê Tirkiye ne di nav van welatan de ye.
Serdanên CPT’yê yên îmraliyê
CPT bi serdanên xwe yên li Îmraliyê re li Tirkiyeyê her tim di rojevê de ye. CPT ji sala 1999’an û vir ve ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî girtî ye, bi giştî 25 caran serdana Tirkiyeyê kir. Ji van 6 jê periyodîk, yek jê hevdîtina di asta bilind de û 18 jî serdanên bêyî ku agahdar bike bûn.
Ji van serdanan di 9’an de (1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013, 2016, 2019, 2022) serdana Girtîgeha Îmraliyê hate kirin. Di 3 serdanên din de jî şert û mercên li Îmraliyê hatin rojevê. Raporên li ser 6 ji van serdanan hatin amadekirin, hatin eşkerekirin. Di her raporê de işaret bi tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê hate kirin û binpêkirinên mafan a cuda hatin destnîşankirin. Her wiha, pêşnîyarên cuda jî ji bo bi dawîanîna şertên mûameleya nebaş hatin kirin. Lê belê tevî ku tecrîd û binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibin jî ji derveyî “pêşniyaran” tu gav nehatin avêtin.
Bi Tirkiyeyê re di nava ‘hevkariyê’ de ye
CPT dibêje ku heke welatên endam “hevkariyê” nekin an jî “li gorî şîretên komîteyê rewşa heyî baştir nekin” dikare daxuyaniyê bide. Di vê çarçoveyê de CPT’yê heta niha gelek daxuyanî dane.
CPT’yê bêyî ku welatan agahdar bike di salên 2001-2003-2019’an de têkildarî Rûsyayê, di sala 2011’an de têkildarî Yewnanistanê, di sala 2015’an de têkildarî Bulgaristanê, di sala 2017’an de têkildarî Belçîkayê û di sala 2021’an de têkildarî Bulgaristanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniya CPT’yê ya li ser Bulgaristanê ya di 4’ê mijdara 2021’an de hat destnîşankirin ku pêşniyarên demdirêj ên li ser rewşa mirovên li saziyên lênêrîna civakî û saziyên psîkiyatrî hatine bicihkirin, nehatine şopandin. Di daxuyaniyê de rewşa li hin malên lênêrînê weke “tirsnak” hat rexnekirin.
Li di nava serdanên 2024’an de îmrali tune ye
Lê daxuyaniya herî dawî ya derheqê Tirkiyeyê di sala 1996’an de hatiye kirin. Anku beriya anîna Abdullah Ocalan a Îmraliyê. Ji Îmraliyê 33 meh in agahî nayên girtin û rewşa “incommunicado” didome. Lê heta niha jî CPT’yê tu daxuyanî nedaye. CPT’yê ji bo sala 2024’an Tirkiye nexist nava welatên ku dê biçe serdana wan.
ÇAVKANÎ: Ajansa Mezpotamyayê / Azad Altay