Yek ji polîtîkayên ku dewlet, endamên îstîxbaratê û hêzên ewlekariyê li dijî xwendekar, ciwan û xebatkarên sendîka û rêxistinên civaka sivîl bi kar tîne jî sîxûrtî ye. Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji sala 2018’an heta niha herî kêm 81 kesên zexta sîxûrtiyê lê hatiye kirin serî li komeleyê dane.
Di 26’ê cotmehê de polîsên ku Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Sûr a Amedê Melîha Comert dişopandin sîxûrtî lê ferzkirin. Di 14’ê mijdarê de li Zanîngeha Dîcleyê, di 12’ê kanûnê de jî li hinek xwendekarên li Zanîngeha Munzurê dixwendin sîxûrtî hate ferzkirin û xwendekaran serî li şaxên ÎHD’ê dan. Herî dawî jî Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Enerjî Pîşesazî û Maden Cemaweriyê (ESM) ya girêdayî KESK’ê Erhan Gumuş da zanîn ku kesên xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn di 18’ê kanûnê de li kolanê pêşî lê girtine û teklîfa sîxûrtiyê lê kirine. Ji ber ku Gumuş ev teklîf red kir, gef lê hatin xwarin.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn têkildarî serlêdanên ji ber zexta sîxûrtiyê li komeleya wan hatine kirin û polîtîkaya sîxûrkirinê ya dewletê axivî.
‘Rêbazeke qirêj û îlegal e’
Eren Keskîn, da zanîn ku polîtîkaya sîxûrkirinê ji salên 90’î heta niha didome û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî di serdema Mehmet Agar û Meral Akşenerê de hatin kirin. Pir zêde serî li vê rêbazê didin. Ev rêbaz, rêbazeke qirêjî û îllegal e. Ji ber qanûnan, dewlet nikare serî li rêbazên îllegal bide. Lê mixabin ev yek didome. Herî dawî ev zext li hevalekî me yê sendîkavan hate kirin. Bi malbata wî gef lê hatin xwarin. Ev yek nîşan dide ku ev rêbaz hêj berdewam in.”
‘Aqilê dewletê yê salên 90’î’
Bi domdarî Keskîn pirsa “Gelo kesên vê dikin kî ne?” kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîkaye, berhema aqilê dewletê yê salên 90’î ye. Em tevek şahidên êşên salên 90’î ne. Lewma divê ev aqilê dewletê biguhere. Bila kesên zexta sîxûrtiyê lê tê kirin û gef lê tên xwarin tavilê serî li komeleya me bidin. Dê nekarin bi van gef û zextan encamekî bi dest bixin. Ev yek, encama neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tenê bi demokrasî, mafên mirovan û wekheviyê dikarin encamekî bi dest bixin. Li gorî peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye, ev rêbaz tevek derqanûnî ne. Tirkiye jî aliyekê PMME’yê ye. Ev rêbaz tê wateya gef û îşkenceyê û êrişeke li dijî jiyana taybet e. Lewma divê bê sekinandin.”
Herî dawî jî Keskîn ev bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya kir: “Dibêje ku ez ne wekî Suleyman Soylu me. Wê demê bila rêbazên Suleyman Soylu, Mehmet Agar û Meral Akşener bi kar neyîne. Bila tavilê dawî li van sepanên derqanûnî bînin.”