Li herêma Bedlîsê şêxek hebû di nava mirîd û cemaeta xwe de digere. Di gundekî de camêrek hebû, di nava gund de hal û rewşa wî xizan bûye. Hertim di xizmeta şêx de bûye, bi wê awayê şêx ji wî kesî hez kiriye. Di wî gundî de çend bizinan didine şêx. Şêx jî dixwaze bi nêvî bide wî mirîdê xwe yê xizan. Nîvê bizinên ku bidana kesan ew celeb bizin an jî mih bûna yên xwedî bûn, bizinên ku zêde dibûn karikên wan çêdibûn, li hev par vedikirin. Bi vê awayê bizin dizên sal derbas dibe. Ev kesa hemû bizin û karên wan ve difroşe şêx jî bi salan e nepirsîbû gelo bizin çawa bûn, çiqas in.
Rojekê riya şêx bi wî gund dikeve, tê mala wî camêrî dibe mêvan. Gundî û cînar dizanin ku bizin hatine firotan lê ka çawa şêx pê agahdar bûye? Ev camêr dibîne ku şêx hatiye ew ê were mêvaniya wî lê ka çi bibêje? Şêx tê mala wî silav û kêfxweşî li hev dikin, li mala camêr çend cînar jî rûniştine.
Şêx dest bi mijara bizinan dike û dibêje; ‘Birayê delal ev çend sal in ez nehatibûm, gelo rewşa bizinan çawan e, bûne çend hebe; em ê li hev par ve bikin’. Cînar deng nakin, lewre pê dizanin ku hemû bizin hatine firotan lê dixwazin ku camêr bersiva şêx bide.
Xwediyê malê dest bi girînê dike, hêsiran dibarîne, dema digirî şêx jê re dibêje; Xwedê xêrke birayê delal tu ji bona çi digirî, ka ji min re bibêje. Camêrê xwediyê malê ji şêx re dibêje; ‘Ez benî ez li ber te deyndar û rûreş im tu dizanî çi hate serê bizinan’. Şêx dibêje; ‘Bila tişt neyê serê zarok û malbata te ka bibêje çi bûye?’ Camêr dibêje ku Şexê min te dema bizinan da min Xwedê bereket xistibû navê cot bi cot karik dianîn, li hev du zêde bûn, cînar jî dizanin. Gelo çav û nezer li bizanan ket ez jî nizanim. Lê ka ez ji te re yeko yeko navê bizinan û bûyera ku hatiye serê wan bibêjim. Bizina kol tevî cot karan ve ji zinar de kete golê. Bizina qer bi tevê herdu karikên xwe ve mirar bû li guher. Bizina reşa qiloç xişt guran bi tevî karikên wê kuşt. Bizina kir eyşanî hirçê bi tevî karika wê ve ji nava kerî hilanî.
Bizina filik a poz belek a ser çav hemis, me jî zarokan re da bi eyarek dimis. Bi vê awayê bizin qediyan ez li bal Xwedê û te şermezar im bibore, heqê xwe helal ke.
Dema ku mirîdê şêx derbarê bizanan de vê agahiyê dide, şêx matmayî dimîne. Şêx li ber vê gotina mirîdê xwe qet tiştek nabêje. Şêx dibêje; ‘Destûra we camêran hebe ez ê derkevim derve, hinek bêhna xwe vedim’. Şêx eba xwe li xwe dike, şaşika xwe girê dide, derdikeve derve. Ew kesên ku li mala mirêdê şêx in, dizanin ku ev camêr bizinan firotiye û benda li serê şêx girê dide û fetl û hîleyan dike.
Mirîdê şêx tevî cemaetê bi hev re derdikevin derve. Dema dibînin ku şêx ketiye rê û diçe. Mirîd gazî şêx dike û dibêje; ‘Şêxê min tu bi ku ve diçî, te dît ku min rewşa bizinan ji te re anî ziman. Ez xizanim zarokên min hûr in, min şivanek ji bona bizinan girtibû, şivan heqê xwe dixwaze, tiştek ku ez bidimê nîne. Ji kerema xwe re, ew ê eba xwe ( cube) derîne bide min ez ê bidim şivan’. Şêx dibêje ya herî baş ez eba xwe derxim, bidim vî bêbavî, jê rizgar bibim.
Şêx eba xwe derdixe davêje û dibêje; ‘Gelî canik û camêran hûn ji bona Xwedê şahid bin min bi salan bi vê eba xwe ve meletî, şêxtî û danûstandin kir lê ev î kesî bizinên min û eba min a şêxitiyê ji min stend. Ji îro şûn de ez ê vê ebayê li xwe nekim. Ev ji min re bû tecrûbeyek mezin mirîdê min bû şêx ez jî ji eba xwe û bizinan bêpar mam.