Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok, di 25’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hatibû binçavkirin û piştî binçavkirina 3 rojan bi angaşta “endamtî û propagandaya rêxistinê kiriye” hatibû girtin. Duyemîn danişîna doza Gok di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û piştî 8 mehan hat berdan. Rojnameger Gok, der barê girtin û berdana xwe de ji rojnameya me re axivî û ji bo zextên li ser rojnamegeran nirxandinên girîng kirin.
Di destpêka axaftina xwe de Gok, destnîşan kir ku dewlet bi her awayî di nava civakê de propagandaya hêza xwe dike û wiha got: “Ji bo vê jî weke amûr her tim ragihandinê girîng dîtiye. Dewlet beriya ku bê avakirin pêşî ragihandina xwe ava dike. Bi vî awayî propaganda ji bo dewletê û civakê tiştekî esasî ye. Dewlet bi çavê ku teşe bide civakê propagandayê dike. Ev teşebûn jî li ser pîroziya dewletê û mezinbûna dewletê tê avakirin. Dewlet nelirêtiyê li gora propagandayê xwe dike. Ji bo vê yekê jî ragihandinê weke amûreke berovajîkirinê bi kar tîne. Rojnamegeriya kurd li dijî vê yekê weke mertalekê derketiye pêşiya civakê. Dewlet dixwaze çapemeniya azad reş bike. Desthilatdarî dixwaze civakê di nava taritiyê de bihêle. Ji rastiya ronahiyê re destûr nabe. Ji ber vê yekê dewlet êrîşê vê ragihandina azad dike.”
Deklerekirina heqîqetê
Gok, diyar kir ku dewlet bi girtina wan dixwaze rojnamegera çavtirsandî bike û ev nirxandin kir: “Ji bo vê jî girtinê ji xwe re weke şûr bi kar tîne. Di salên 1990’î de rojnameger dihatin qetilkirin. Piştî salên 2000’î bi desthilatdariya AKP’ê re surgûnkirin, cezakirin û bi girtina hemû saziyan vê rol û mîsyona xwe ya salên 1990’î didomînin. Di salên 1990’î rojnamegeran ji bo kar û xebatên heqîqetê bidin meşandin mirinê didan ber çavên xwe. Li kolanan dihatin kuştin. Dema ew rojnameger dihat qetilkirin hempîşeyên wan pênûsa wan dikirin destên xwe û girêdana heqîqetê deklere dikirin. Dema yekê ji me digirin yekî din dikeve şûnê û nagihîjin armanca xwe. Di demeke wiha de êdî ne mumkune ku dewlet bigihîje armanca xwe.”
Ji bo îtîrafkarên ku daraz wan weke şahid bi kar tîne jî Gok, ev tişt got: “Di dozên rojnamegeran de îtirafkerên veşartî tînin. Lê dema tu li esasê van îtîrafkaran dinêrî ajanê dewletê dertên. Lê wan weke şahidek didin nîşandan û pêvajoyê şolî dikin. Karê rojnamegeriyê weke karê rêxistinê didin nîşandan. Piştre mirovan ji civakê didin qutkirin û dikin nava tecrîdê. Hê zêdetir dixwazin civakê di tariye de bide fetisandin. Lê ew bikin nekin jî ew ê bi ser nekevin. Ji ber hêza heqîqetê hertim ji hêza tarîtiyê xurttir bûye. Ji ber vê yekê divê her şopdarê heqîqetê ji bîr neke karê ragihandina heqîqetê dê dawiya pergala faşîzmê bîne.”
Bi zilmê re dawî nêz dibe
Gok, bi lêv kir ku hê bi dehan hevalên wan ên rojnameger di girtîgehan de ne û wiha pêde çû: “Me digirin û ber didin lê em ne bi girtina xwe ne jî bi berdana xwe kêfxweş dibin. Ji ber ku em dizanin çima me girtine. Piştî ku em tên berdan jî em garantiya xwe ya sibê jî nadin. Ev desthilat ne ew desthilat e ku vî welatî ber bi demokrasiyê ve bibe. Her çiqas zilm zêde dibe dawiya desthilatê jî nêz dibe. Ev tişt di hemû pergalên cîhanê wisa bûye.”
Di berdewama axaftina xwe de Gok, da zanîn ku pergala polîsan û darazê ji pergala pertiyekê tê û ev tişt anîn ziman: “Dema ku demokrasî û daraz hebûna bêhiqûqî pêk nedihat. Çiqas demokrasiyê ji kakilê wê didin valakirin ew qas dikarin hespên xwe bibezînin. Kesên ku li hemberî vê yekê disekinin jî kesên aştîxwaz in. Van kesan jî hemû di çavê desthilatê de dikevin pozisyona neyartiyê. Ji bo vê yekê ji me re dibêjin terorîst. Dema ku demokrasî hebe ew nikarin yek rojek jî li ser wê paldankê rûnên.”
Rêbazên bêhiqûqî
Di dawiya axaftina xwe de Gok, ji bo danişîna rojnamegeran ev tişt got: “Me di doza hevala xwe Dîcle Muftuoglû de dît ku Ji bo bingeha taloqkirinê bidin avakirin kesên îftira kiriye neanîne dedgehê. Dîsa serokê dadgehê jî di destûrê de bû. Ji bo ku bêhiqûqiyê pêk bînin serî li hin rêbazên din didin. Di doza min de jî wisa kirin. Di danişîna yekemîn de min bernedan. Me daxwaza îtîraf kir dadgehê ji bo taloqkirinê ev daxwaza me li ber çav negirt. Wê demê jî serokê dadgehê dîsa jî bi destûr bû. Gotinên wan û îtîrafkar li hev nedigirtin. Derket holê ku derewan kiriye û li ser wî ez 8 mehan di girtîgehê de mam. Heman tiştî ji bo hemû hevalên me yên din jî derbasdar e. Hiqûqa wan weke sehneyên şanoyê ne. Em hêvî dikin hemû hevalên me yên ku dîl têne girtin ji vê bêhiqûqiyê rizgar bibin.”