Min di nivîsa beriya vê de li ser hestên penaber û penaberiyê nivîsandibû. Di vê nivîsê de ez ê li ser penaberbûna kurdan binivîsim. Penaberî di nav civaka kurd de têgiheke têr û tijî kul e. Ev têgih di nav xwe de gelek elem, keser û xemgîniyan dihewîne. Ji bo gelek penaberên kurd penaberî tê wateya venegerîna welêt. Gelek hunermend, nivîskar, helbestvan ên wekî Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Aram Dîkran, Dilgeş, Beytocan, Cegerxwîn, Feyzî Ozmen ji Kurdistanê dûr çûne ser dilovaniya xwe. Hê jî bi milyonan kes li dûrî welatê xwe dijîn. Bi hezaran siyasetmedarên kurd li penaberiyê ne û gelek caran bûne hedefên dagirkeran li penaberiyê. Ji Doxtor Qasimlo heta Evîn Goyî bi sedan kurd li penaberiyê di encamên sûîqastên dagirkeran de şehîd ketine. Ango dagirker li penaberiyê jî bela xwe ji kurdên xwedî vîn venakin.
Bêguman pêvajoya penaberiyê ji ber sedemên navcivakî an jî dercivakî dest pê dike. Biryardayina penaber a derketina derveyê civak û welêt gava yekem e ku ji bo vê pêvajoyê tê avêtin. Piştî vê gavavêtina yekem, gelek rê û rêçikên dijwar derdikevin pêşiya kesên dixwazin ji civak û welatê xwe dûr bikevin. Di van rê û rêçikan de bi hezaran mirov di behran de dixeniqin, di nav berfê de diqufilin (an jî tên kuştin!) û ya herî xirab jî dikevin nav lapên qaçaxçiyan. Qaçaxçî li gorî wijdana xwe ya teneke nêzîkê van kesan dibin, van kesan tî û birçî bi rojan dikarin li ber sermayê li daristanan bihêlin. Ev kes bi îrade û laşên xwe dikevin bin kontrola qaçaxçiyan ku hemû tiştên berê qaçaxçiyan ji wan re gotibûn derew derdikevin. Helbet sedema mezin a kurdan dixe nav lepên qaçaxçiyan, polîtîkayên dewletên dagirker in. Taybetî polîtikayên koçberkirina kurdan a li ser axa wan sed sal berê dan destpêkirin. Cara yekem dagirkeran, kurd koçberê bajarên mezin ên ereb, tirk û farisan kirin. Piştî pêncî-şêst salan, berê kurdan dan welatên din ên dinyayê. Ka kerem bikin em bi hev re li ser vê kambaxiyê serê xwe biêşînin.
Sedemên penaberiya kurdan du cure ne ku ya yekem ji ber sedemên derveyî civakê pêk tên û ev sedem bi darê zorê ne. Sedemên duyem jî ji ber sedemên naxweyî yên civakên pêk tên ku ev jî bi cureyên yekemîn ve girêdayîne. Bêguman sedema yekem polîtîkayên dewletên dagirker in. Li tevahiya Kurdistanê zor û tundiya dewletên dagirker her zêde dibe û ev jiyanê li civaka kurd teng dike. Kuṣtin, talan, şer, ewlehî, girtin û aborî hwd. sedemên sereke yên vê koçberiya demên dawî ne ku ev jî ji derveyî civakê ne. Lêbelê çavlihevkirin sedemeke din a bingehîn e ku ev sedem ji civaka me bixwe diqewime. Li ser meselê gelek kurdên li Ewropayê dijîn, di van demên dawî de berê xwe didin Kurdistanê bi erebe û pereyên xwe ‘fors’a xwe diavêjin û pesnê jiyana xwe didin. Ev fors dibe sedema çavlêkirinê û berê gelek kurdan dide penaberiyê.
Nikarîbûn tune bikin koçber dikin
Sedsal berê welatê kurdan kirin çar parçe û bi vê xwestin kurdan ji hev qut bikin. Bi sînorên xwe malbat ji hev, zarok ji dê û bavan, xal ji xwarziyan û ap ji biraziyan dûr xistin. Her çar dewletên dagirker li gorî polîtîka û projeyên xwe yên muhendîsiya civakî nav û paşnav li kurdan danîn, çand û zimanê kurdan tunehesibandin, şûna van jî ziman û çanda xwe li ser kurdan ferz kirin. Tevî van hemûyan jî nikarîbûn kurdan li gorî dilê xwe tune bikin. Ji ber ku nikarîbûn li gorî dilê xwe kurdan tune bikin berê xwe dan koçberkirina kurdan a li ser axa wan. Bi darê zorê berê kurdan dan deverên ji axa wan dûr. Bi vê yekê dîtin ku kurd ji kurdbûna xwe dûr dikevin, êdî ev yek bû polîtîkayeke sereke ya van dewletan. Jixwe ev polîtîkayên dewletan ên mûhendîsiya civakî li ser kurdan her tim hebûn û hê jî hene.
Penaberî an jî koçberî di nav kurdan de li ser axa kurdan wekî polîtîkayên dewletên dagirker ên muhendîsiya civakî derketin holê. Koçberkirina kurdan a li ser axa wan di destên dagirkeran de amûreke pişaftinê ya sereke ye. Lewre gelek caran bi awayekî hovane êrîşên kurdan kirine û heta ji wan hatiye kurd kuştine, kurdên ji ber guleyên wan mayîn jî berê wan dane deverên derveyî welatên wan. Piştî her serhildana kurdan, osmanliyan heta komara Tirkiyeyê berê kurdan dane axên dûr ango koçberkirin wekî têkbirina serhildanan jî ji hêla dewletên dagirker ve hate bikaranîn. Li ser meselê piştî serhildana Bedirxaniyan, berê wan dan bajarên derveyî Kurdistanê. Dewleta tirk piştî serhildana Dêrsîmê bi hezaran kurd şandin bajarên derveyî axa wan û bi hezaran keç li nav malbatên tirkan belav kirin û di aşê xwe yê pişaftinê de hêrandin. Bi serhildana tevgera azadiya Kurdistanê re jî gelek caran xwestin kurdan ji axa wan dûr bixin û vê serhildanê têk bibin, lewra di salên nodî de 4 hezar gund vale kirin ku gund navendên çand, ziman û kurdbûnê bûn. Berê bi milyonan kurdan dan metropolên Tirkiyeyê û welatên din ê dinyayê. Piştî lihevkirina faşîzma kesk û tirkîtiyê jî berê xwe dan bajarên kurdan ên hê jî rayên kurdayetiyê lê mabûn. Gelek bajarên kurdan ên navendên kurdayetiyê dan ber tank û topan, kevir li ser kevir nehiştin, lêbelê tevî xirakirina bajaran û qetilkirina bi hezaran jî kurdan bajarên xwe bernedan. Mixabin piştî demekê polîtîkayên cudatir berê kurdan dan welatên dinyayê. Îro li nav van bajaran bi hezaran kurd berê xwe didin derveyî welêt. Ji dema Osmanliyan heta roja îro tirkan serweriya xwe ya li Kurdistanê di çewisandin û qirkirina kurdan de dîtine. Lewra carinan bi kuştinê xwestine kurdan çavtirsandî bikin, carinan koçberkirinê xwestine li kurdan serî bitewînin an jî tune bikin. Her wiha dewletên din ên dairker jî bi heman awayî tevgeriyane. Polîtîkayên her çar dewletên dagirker dişibin hev û xwedî heman armancan e.
Dixwazin ji nasnameyê dûr bixin
Bi vê polîtîkaya koçberkirinê xwestin ku kurd ji ax, çand, ziman û hebûna xwe dûr bikevin. Bêguman di gelek hêlan de gihîştin armanca xwe ku gelek kurdên ji welatê xwe dûrketîn, di heman demê de ji nasnameya xwe ya neteweyî, ziman û çanda xwe jî dûr ketin. Ji ber vê yekê di van demên dawî de taybetî bi projeyên taybet dixwazin demografiya Kurdistanê biguherînin. Lewra gelek bajarên rojavayê Kurdistanê yên wekî Efrîn û Serêkaniyê çeteyên xwe bi cih kirin û kurd ji van deran derxistin.