Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 37 roj in agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji parêzerên Ehmed, Nêrîman Ehmed têkildarî mijarê bi Rojnewsê re axivî bû û ev agahî dabûn: “Ji roja destpêkê ve me hewl da miwekîlê xwe bibînin û dosyaya wî bixwînin. Em çûn serdana Asayîşa Dihokê lê ji me re gotin li vir nîne. Piştre qebûl kirin ku li wir e û gotin li jêr lêkolîna wî heye û destûra hevdîtinê nayê dayîn. Li ser vê yekê me serî li dadgerê Asayîşa Dihokê da. Me xwest bi Ehmed re hevdîtinê bikin û rêkarên yasayî bên cîbicîkirin. Dadwer destûr da lê Asayîşa Giştî li vê biryarê guhdarî nekir û nehişt em bibînin.”