Li gorî plansaziya ku hatibû kirin, îro li bendê bû ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bihata serdana Tirkiyeyê û bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin bikira. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ji AFP’ê daye, Reîsî serdana xwe ya Tirkiyeyê betal kiriye.
Tevî vê yekê jî ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve der barê mijarê de tu daxuyanî nehat dayîn.