12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di edebiyatê de rewşa jinên cîhanê

Di dîrokê de  xwendin û nivîsandina jinan ji aliyê civakê ve  demeke pir dirêj asayî nehatiye dîtin,  gelek mînakên jinan hene ku ji bo vê têgihiştinê bişkênin gelek hewl dane. Jinan bi israr deriyên xwendin û nivîsandine ya asêkirî xistine.

Dema mijar ji bo jinan dibe xwendin, nivîsandin û afrînerî ji Vîrgînîa Woolf bigre heta Ursula K. Le Guîn û bi dehan jin ji bo piştgirî bidin jinan û pêşiya wan vekin di mêjiyên me de  gelek pirs û pirsnîşan ava kirine. Ji ber ku dîroka ku ji destê mêran hatiye nivîsandin, bi awayekî hişk pêşiya jinan girtiye û jinan derveyî nivîsandin û afirandinê hiştiye. Em behsa demeke pir dirêj dikin ku bi hezar salan weke bendek li dora jinan hatiye şidandin ji ber vê nivîskarên jin yên ku bi wêrekî nivîsandine ji bo jinan tenê gotine binivîsin nefikirin ku mêr çi dibêje binivîsin!

Demên ku nedihiştin jin binivîsin demên gelek dijwar bûn ku  tenê mafê nivîsandinê di destê mêran de bû. Lê tiştekek  gelek girîng hebû ku li ku dera cîhanê dibe bila bibe jin ji bo binivîsin li ber xwe dane, hewldan û tekoşînek bêhempa meşandine. Lê serdest bi awayekî hişk li hemberî vê berxwedanê derketine nexwestine li tu derên nivîskariyê  navên van jinan derbas bibe. Dema em berê xwe didin antolojiyên wêjeyê heta sedsala 17’emîn di antolojiyan de navê jinan nabînin lê piştî sedsala 17’emîn jinên bi taybetî wêjevan gelek hewl didin lê dîsa jî wek jin heta sedsala 19’emîn navên jinan di antolojiyan de cih nagire.  Her çiqas hewldaneke xurt a jinan hebe jî lê dîsa jî nahêlin navên jinan di antolojiyan de derbas bibe. Joanne Baletti-Thomas  li ser vê mijarê dibêje ku  balkêş e her çiqas hewl bidin jî heta sedsala 19’emîn navê tu jinan di antolojiyan de derbas nebûye.

Deriyên xwendin, nivîsandin û afirineriyê ji bo jinan jixwe heta sedsala 19’emîn girtiye lê heman demê de heta sedsala 19’emîn fikra serwer a di nav civakê de jî ev e ku di hêla kapasîteyê ve jî jin di asta mêran de nîne û kapasîteya jinan têra entelektueliyê nake. Dîsa fikreke ku di nav civakê de hakîm  ev e ku dema jinek binivîse nikare berhemeke xurt û bêhempa biafirîne di asteke entelektuliyê de nikare were nirxandin. Heman demê de ev fikr jî heye ku; jinek dema berhemek  binivîse wek naverok mijarên vala, nehêja, hêsan, bêwesf dest digre ji ber vê jî di civakê de peyva ‘pirtûkên jinan’ tê afirandin. Dema jinek hewl bide tiştek binivîse di kategoriya ‘pirtûkên jinan’ de tê hesabandin û zêde girîng nayê dîtin. Gelek jin ji bo ku di nav vê kategoriyê de cih negrin dema berhemek dinivîsîn li ser navên mêran çap dikin. Vîrgînîa Woolf li pirtûkxaneyekê dinhêre û di rêza pirtûkan de tu pirtûkên jinan tune ye pir bibandor dibe û wisa dîbêje: Heke di demên berê de  jinek bendên patrîarkayê bişkîne wêrek bibe berhemek binivîse an dê bibe nivîskarek bênav an jî dê li ser navê mêran berhema xwe çap kiriba(loma jî normal e ku di pirtûkxaneyê de pirtûkek li ser navên jinan tune be) Gelek nivîskarên jin mecbûr mane ku pirtûkê xwe li ser navên mêran çap kirine.  Nivîskara ku navê  George Sand bi kar aniye xwe wek mêrek nîşan daye di rastî yê de jin e û navê wê Amantîne Lucîle Dupîn e(1804-1876) Dîsa nivîskara Fransî Sîdone-Gabrîelle Colette pirtûkên xwe li ser navê hevjînê xwe Henrî Gauthîer Vîllars çap kiriye lê pişt re her ku wek jinek bihêz bûye û ji gelek tiştan haydar bûye li hember hevjînê xwe serî rakiriye û mafê navên pirtûkên xwe bi dest xistiye. Dîrok vê nîşanî me dide ku bi dehan bi hezaran jin hene berhemên xwe bênav an jî li ser navên mêran çap kirine hene, berhemên jinên bênav.

Di dîrokê de  xwendin û nivîsandina jinan  ji aliyê civakê ve  demeke pir dirêj asayî nehatiye dîtin,  gelek mînakên jinan hene ku ji bo vê têgihiştinê bişkînin gelek hewl dane. Jinan bi israr deriyên xwendin û nivîsandine ya asêkirî xistine û  hejandine. Lê bi zanetî tim deriyên dibistanan ji bo jinan hatiye girtin serdestan tim xwestine jin li derveyî hînbûnê bimînin û jinan çiqas derî xistibe ewqas hişk ev derî li ser wan de hatiyê girtin. Mafên xwendinê tene bûye para mêran û dema jinek xwestiye xwendin û nivîsandinê hîn bibe gelek ecêp hatiye dîtin. Lê li hemberî vê di civakê de mêran berê dane dibistan û zanîngehan asta tê xwestin de xwe pêş ve birine û mijarên wek eşq, felsefe, polîtîka, dîrokê de nivîsandine di ser de sînorên zayendiyê jî li gorî xwe xêz kirine û bi rehetî li ser gelek mijaran nivîsandine. Jinan jî piranî perwerde nedîtine û bişans bin bi awayekî xwendin û nivîsandin hîn bûne wek mînak; Romannûsa îngilîz June Austen xwendin-nivîsandinê ji nasekî xwe hîn bûye û ji ber vê xwe pir bişans hîs kiriye bi dehan pirtûk nivîsandiye û behsa karakterên wêrek yên jinan kiriye. Çîroknûsên pakistanî Hajra Masror, Khadîja Masror xwendin-nivîsandinê ji pirtûkxaneya bavê xwe hîn bûne, piştî bavê wan dimire bi rehetî xwe digihînin pirtûkxaneyê û bi xwe perwerde dikin berhemên giranbûha dinivîsin. Xwişkên Bronte; Charlotte Bronte(1816-1855), Emîly Bronte(1818-1848), Anne Bronte(1820-1849) xwendin-nivîsandinê ji berdestiyê mala xwe hîn bûne. Bavê wan kesekî zana ye û li gorî dema xwe wek rewşenbîr tê hesibandin lê dîsa jî nexwestiye keçen wî xwendin-nivîsandin hîn bibin. Bi dehan mînakên wisa em dikarin bidin ku bi darê zorê van jinan xwe perwerde kirine û nivisandine. Ev rewş heta sedsala 20’emîn berdewam kiriye û heta sedsala 20’emîn nivîs û afrineriya jinan wek bêehlaqî hatiye pênase kirin. Heta Dale Spender di pirtûka xwe ya Beriya June Austen sed jinên wêjevan yên baş de dibêje; heta sedsala 20’emîn jinek dema pirtûk nivîsandiba weke fahişe dihat hesibandin laşê xwe firotin û pirtûka xwe firotin ji bo jinan weke hev dihat hesibandin. Û di serde jî berhema jinan derketibe jî weke naverokek vala dihat hesibandin yanê di çavên civakê de xwe firotan û nivîskarî dibû heman tişt û jinan dinivîse îxanetê li jinan dike û ji hêla ehlaqê ve jî dibû jineke ketî. Li hemberî hemû zehmetî û zordariyan jinan berê xwe dane nivîsandinê û her çiqas ji civakê werin dûrxistin jî bi israr, veşartî û jineke wêrek di qada nivîskariyê de cihê xwe girtine û tekoşîneke mezin dane. Lê dîsa jî wek naskirin û xwendin tu caran ji aliyê xwendevanan ve wek mêran nehatine hesibandin. Vîrgînîa Woolf ji bo vê rewşê di pirtûka xwe ya Odeyek Ji Bo Xwe de wisa dibêje; Xwişkeke Shakespeare hebe dê çi biba- yanê xwişkeke wek Shakespeare di heman malbatî de mezin bûye û bi qabîliyet heba?

De ka ez jî ji we bipirsim  xwîşkek heba gelo me yê  îro wê nas kiriba an heman derfet dê ji bo xwişkê jî derbasdar biba? Heta nivîsek din em li ser vê pirse bifikirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê