13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo kurdan helwesteke yekgirtî pêwîst e

Polîtîkayên hikûmeta başûrê Kurdistanê her diçe bi polîtîkayên Tirkiye û dewleta navendî ya hikûmeta Iraqê re dibin yek. PDK’ê heta niha li hember dagirkirina dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê acizî û nerazîbûn nîşan nedane. Her wiha Tirkiye hemû polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî destkeftiyên kurdan dispêre polîtîkayên PDK’ê.

Siyasetmedarê kurd Dr. Fayiq Gulpî der barê siyaseta başûrê Kurdistanê û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûr, her wiha bandora wê ya li ser siyaset û aboriya Başûr axivî. Gulpî  diyar kir ku li başûrê Kurdistanê siyaset ne di destê kurdan de ye, di destê dijminên kurdan de ye û sedema vê yekê jî wek nebûna helwesta yekgirtî ya gelê kurd nîşan dide û wiha dibêje: “Divê li dijî dagirkeriyê û ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngaveke giştî were avêtin.”

Armancên netewperestiyê

Dr. Fayiq Gulpî di axaftina xwe de balê dikişîne ser polîtîkayên mezhebî û neteweperestî yên dewleta tirk û wiha tîne ziman: “Tirkiye xwedî stratejiyek netewperest e. Dixwaze bi rêya mezhebî, armanca netewperestiya xwe bi cih bîne. Yek ji armancên din ên Tirkiyeyê, tunekirina gelê kurd û destdanîna ser destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê ye. Ji bo vê jî har bûye û bi hemû hêza xwe êrîş dike.”

Gulpî dide zanîn ku dewleta tirk dixwaze ji aliyê leşkerî, îstixbarî, aborî û siyasî de, dest deyne ser başûrê Kurdistanê û wiha diyar dike: “Salên borî gelek pêşengên tevgera azadîxwaz a gelê kurd hatin şehîd kirin. Em dibînin ku aboriya me qels bûye. Niha lihevkirina Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê di rojevê de ye û ev yek jî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê ye.”

Deskeftiyan tune dikin

Siyasetmedarê kurd Gulpî, lihevkirina Bexda û Hewlerê wekî beşek ji komploya dewleta tirk a li dijî gelê kurd bi nav dike û wiha dibêje: “Dixwazin hêza ku êzidiyan parastiye û bi awayekî rêk û pek îdare kiriye ji holê rakin. Ev jî li dijî îradeya xelkê Şengalê ye û ji bo feydeya dewleta tirk, Iraq û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.”

Di berdewama axaftina xwe de Gulpî diyar kir ku kurd li başûrê Kurdistanê hatine bêbandorkirin, siyaseta başûrê Kurdistanê di destê dijmin de ye û wiha pê de diçe: “Tirkiye li Hewlêr, Silêmanî û gelek cihên din saziyên îstîxbaratê ava kirine. Hizbên siyasî jî li gorî xwestek û îradeya îstîxbarata welatên herêmê kar dikin. Ji bo vê yekitî di bernameya wan de nîn e. Li başûrê Kurdistanê siyaset ne di destê kurdan de ye. Siyaset di destê dijminên kurdan de ye. Ji ber vê ne tenê nikarin li dijî dagirkeriyê rawestin, her wiha li ser pirsgirêkên din ên weke peywendiyên li gel Iraq û Îranê jî partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê nikarin di nav xwe de li hev bikin. Ew ne serbixwe ne û li dijî kurdan siyasetê dikin.”

Tecrîd û şerê taybet

Her wiha Dr. Gulpî balê dikişîne ser şerê taybet ê dewleta tirk û polîtîkaya wê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dibêje: “Li başûrê Kurdistanê xelk hatiye xapandin. Hinek hizb û dezgehên îstîxbaratê bi gel dane fêmkirin ku PKK û Rêber Ocalan terorîst in û dixwazin başûrê Kurdistanê tevlihev bikin. Îstîxbarat vê yekê di nav xelkê de belav dike. Ji ber ku civak jî hatiye parçekirin, berjewendiyên neteweyî û demokrasî tên paşguhkirin. Ev yek jî bûye sedem ku hem di mijara azadiya Rêber Ocalan de hem jî li dijî dagirkeriyê, xelk ne xemxur be.”

Dr. Gulpî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya herî baş li hemû cihanê divê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk pêngaveke giştî were avêtin û ji bo azadiya birêz Ocalan jî divê beşek ji siyaseta giştî pêşengiyê ji pêngavê re bike. Divê xebatek baş a dîplomasiyê bi welatên li dijî Tirkiyeyê re bê kirin.”