Bi sedema 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, dixwazim rewşa zarokan bi nûçe analîzekê bînim ziman. Berî ku derbasî rewşa zarokan bibim dixwazim çend agahiyên der barê rojê û mafê zarokan de bidim û piştre zalimiya li dijî zarokan rêz bikim. Weke tê zanîn her zarok dema ku ji dayik dibe xwedî mafê jiyan, starbûn, tenduristî, perwerde û parastina ji îstismara fizîkî, derûnî û zayendî ye.
Di vê çarçoveyê de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 20’ê Mijdara 1959’an de Danezana Mafê Zarokan û di 20’ê Mijdara 1989’an de jî Peymana Mafê Zarokan qebûl kiriye. Di bingeha Danezana Mafê Zarokan ku NY’yê qebûl kiriye de divê ku cihêkarî li zarokan neyê kirin û ji bo jiyan û pêşxistina wan şert û mercên baş bên avakirin. Her wiha divê ku di her şert û mercî de feydeya zêde ya zarokan bê parastin.
Ji ber van gavên ku ji aliyê NY’yê ve ji bo danasîna mafê zarokan hatine avêtin ji sala 1990’an ve 20’ê mijdarê her sal weke Roja Mafê Zarokan tê pîrozkirin. Her çiqas navê pîrzokirinê li vê rojê bê kirin jî ji ber bi pirsgirêkên ji telê xwe mezintir re mijûl in mixabin bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zarok nikarin rojê pîroz bikin. Bêguman zarokên serok, wezîr û burokratan ne têde, lewre zarokên wan ji zarokên gel “çêtir” in û tenê pirsgirgirêka wan a derfet çawa ji wan re bên veqetandin heye!
Gurê Mancotiya 2023’yan
Li welatekî mîna Tirkiyeyê ku serok, wezîr û burokrat tenê ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebitin û dikarin di vê oxirê de gelek zarok xerc bikin jixwe ne pêkan de zarok di şert û mercên baş de bijîn û hemû mafên wan bên parastin. Ji ber zihniyeta tek-tirk-perest a damezrîner a komarê li Tirkiyeyê 100 sal in zilm li zarokên xwedî nasnameyên cuda tê kirin. Bi rêya perwerdeyê ev zarok ji rastiya xwe tên dûrxistin û pişaftin li wan tê ferzkirin. Ji ber gelheya wan herî zêde jî zarokên kurd para xwe ji vê polîtîkayê digirin.
Ji bilî vê zilma ku bi perwerdeyê li wan hatiye kirin her wiha bi deh hezaran zarokên kurd jî, bêyî ku haya wan ji aqûbeta bê serê wan hebe û bi miradê xwe şah bibin, hatine kuştin. Ev polîtîka hê jî didome û ji ber vê polîtîkayê gotin di cih de artêşa tirk û qereqolên wê yên li Kurdistanê ji bo zarokên kurd “Gurê Manco” ne. Ji ber ku guro mancotiya wan tê zanîn ez ê pir dûr neçim û tenê qala gurê mancotiya wan a sala 2023’yan bikim.
Weke tê zanîn di destpêka sala 2023’yan di 6’ê sibatê de navenda wan navçeyên Elbistan û Bazarcix ên Mereşê du erdhejên mezin pêk hatin. Desthilata AKP-MHP’ê ku di sala 2018’an de bi armanca rantê “Qanûna Efûya Îmarê” derxist di van erdhejan de bûn sedema mirina bi hezaran zarokan. Her wiha bi hezaran zarok jî bê dê û bav hiştin. Di ser de jî van zarokan radestî cemaet û terîqetên olî ku bi destdirêjiya xwe ya li dijî zarokan navdar in kirin.
Rojava û zarok
Weke ku ev hovitî û zilma wan a li dijî zarokên kurd ên li herêma erdhejê ne bes be, li rojavayê Kurdistanê jî zarok ji xwe re kirin hedef.
Ji destpêka salê heta niha bênavber desthilata AKP-MHP’ê bi artêşa tirk li dijî Rojava êrîşên hewayî pêk tîne. Di êrîşan de bi dehan zarokên kurd bûn hedefa van gurê mancoyan û jiyana xwe ji dest dan. Gelek zarok jî birîndar bûn û heta li dewrana darê dinyayê saxbin wê şopên hovitiya li dijî wan li laşe wan be.
Li bakurê Kurdistanê, ji bilî zarokên ku di erdhejê de bi qurban xwe kirin, gurên mancoyan di nav salê de di serî de mafê wan ê jiyanê gelek mafên zarokan bin pê kirin. Maşîneyên zirxî ji bo zarokên kurd yek ji pirsgirêkên herî mezin e. Lewre êdî laşê zarokên kurd mîna salên 1990’î zêde nadin ber guleyan! Li şûna vê laşê wan dikin ber maşîneyên zirxî û ya mafê wan ê jiyanê bin pê dikin an jî wan seqet dihêlin. Îsal jî gurên mancoyan li Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê serî li vê hovitiyê dan û gelek zarok kirin ber maşîneyên zirxî.
Her wiha bi gelek rêbazên cuda îşkence li zarokan hat kirin. Gelek zarok jî ji aliyê karmend, polîs û leşkerên dewletê ve destdirêjî li wan hat kirin. Ji ber polîtîkaya bêcezahiştin ne li îşkencekar ne jî li tecawizkarên zarokan ceza nehatin birîn. Tenê du mînakan bidim bawer im wê mijar bêtir bê fêmkirin. Bila mînakeke me ji Kurdistanê be û mînakeke me jî ji Tirkiyeyê be.
Di Newrozê de li navçeya Licê ya Amedê polîsên tirk îşkenceyeke giran li zarokê kurd Y.D. kirin û piştî îşkenceyê ew li cihê bûyerê hiştin. Piştre Y.D. zarok xwe gihand nexweşxaneyê û giliya polîsên îşkence lê kiribûn kir. Lê ev polîs tenê ji bo çend rojan hatin binçavkirin û piştre hatin berdan û ceza li wan nehat birîn.
Herî dawî di meha cotmehê de derket holê ku Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî zaroka êzidî S.A. ku çeteyê DAIŞ’ê Sabbah Ali Orûç ew ji malbata wê ya li Şegalê revandiye û di operasyonekê de hatiye desteserkirin, careke din radestî wî kiriye.
Li ser bertekên ku hatin nîşandan Walîtiya Enqereyê bi daxuyaniyekê ragihand ku çete Orûç hatiye girtin. Lê piştre derket holê ku Walîtiyê derewan kiriye û çete Orûç tenê hatiye binçavkirin û piştre hatiye berdan.
Parastina ji wan ferz e
Ji her du mînakên dawiyê jî diyar e ku Gurê Mancotiya dewleta tirk jê naçe û her dijminê zarokan e û nikare mafê zarokan ên mîna jiyan, starbûn, tenduristî, perwerde û parastina ji îstismara fizîkî, derûnî û zayendî biparêze. Ji ber vê jî li herkesî ferz e ku ji bo parastina mafên zarokên xwe destpêkê wan ji Gurê Mancoyan biparêzin.